|
|
21.04.2006 - 12:17
|
[ 1772 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
»Hîn dem nehatiye ku PENa Kurd here Kurdistanê«
amude.com
 Dr. Zerdeşt Haco | LEIPZÎG (amude.com) - Navenda PENa Kurd dê îroj kongireya xwe ya salane pêk bîne. Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco eşkere kir, ku ew li dijî wan pêşniyazan e, ku dixwazin Navenda PENa Kurd li Kurdistanê bi cî bikin. Haco ji Malpera Amûdê re got: "Ji bo vê yekê hin dem nehatiye. Rewşa siyasî li Kurdistanê ne alîkar e. Ger PENa Kurd navenda xwe bibe Amed an Hewlêrê, hêzên siyasî yên kurd li wan deran dê hewil bidin ku vê rêxistina serbixwe bixin bin bandora siyaseta xwe ya giştî." Haco diyar kir, di vê kongireyê de, endamên PENê dê li ser vê xalê guftûgo bikin û biryarekê bidin. Haco herweha got, ku ew naxwaze wekî serokê PENa Kurd bimîne, "lê eger kongire zorê bide min, ezê mecbur bim ku xwe bidim hilbijartin". Kongireya PENa Kurd dê li bajarê Leipzig ê elmanî li dar keve û sê rojan dirêj bike.
Piştgirî erê, lê ne zêde
Dr. Zerdeşt Haco ji Malpera Amûdê re got, ku Navenda PENa Kurd dixwaze di vê kongireya xwe de bangî rêxistinên kurdistanî bike, "ku PENa Kurd serbixwe bimîne". Haco diyar kir, ku ewê di axavtina xwe de ji hêzên kurdistanî dota piştgiriyê bike. Ewê herweha ji wan bixwaze, ku "alîkariyê bidin PENê, lê xwe nexin nav karûbarên wê". Haco berdewam kir û got: "Hewildanên xistina PENa Kurd bin bandora kîjan rêxistinê be jî, ew dê ziyanê bigihîne doza rizgarîxwaz a kurdistanî."
"Naxwazim, lê mecbur im qebul bikim"
Serokê PENa Kurd got, ku piştî 9 salan ji xebata wekî sekretêr û serok, ew naxwaze careke din wekî serok bête hilbijartin. Haco got: "Ez dixwazim nîşanekê bidim rêxistinên kurdistanî, ku gerek rêxistinên demoqrat carê komîte û serokên nû hilbijêrin." Lê wî diyar kir, ku ger kongire wî wekî serok bixwaze, "ez mecbur im qebul bikim". Wekî dî hîn ne diyar e, bê kîjan endam wê bixwazin ku xwe ji bo komîteya nû bidin hilbijartin.
Kongireya PENa Kurd dê li ser pêşniyaza veguhestina navenda PENa Kurd bo Kurdistanê guftûgo bike. Haco bi xwe li dijî vê pêşniyazê ye, çimkî "ji bo vê yekê hîn dem nehatiye". Haco diyar kir, ku rewşa siyasî li Kurdistanê ne alîkar e, ku PENa Kurd navenda xwe bibe wê derê. Ew herweha ditirse ku gerk endamên PENê biryarê bidin ku navenda rêxistina xwe bibin Kurdistanê, partiyên kurdî hewil bidin ku wê bixin bin bandora siyaseta xwe ya giştî.
Ji Kurdistana Iraqê helbestvan Mueyid Teyib û nivîskar Ebdilrehman Neqişbendî dê beşdarî kongireya PENa Kurd binin. Wekî dî kesekî din ji Kurdistanê beşdar nabe. Dora 45 endam ji çend welatên ewropî - piraniya wan ji Elmanyayê ne - dê li Leipzigê bigihên hev.
|
|
|
|
|
|