www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
09.04.2006 - 19:18 [ 1795 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

KTV: Li Duhokê 88 xanî ji bo penaberên ji Kurdistana Suriyê

amude.com

DUHOK (amude.com) - Li bajarê Duhokê dê 88 xanî ji bo penaberên kurd ên ji Kurdistana Suriyê yên ku li Duhokê bi cih bûne, bêne avakirin. Li gorî nûçeyeke malpera Kurdistan Tv, parêzgerê Duhokê Temer Remedan di seredaneke xwe ya ji bo kampa penaberên kurd li Duhokê de ragihandiye ku hikumeta Kurdistana Iraqê dê 1.500.000 dînar bide her malbateke penaber û herweha xaniyekî jê re ava bike, û ji bo her penaberekî zugurd jî 500.000 dînar alîkarî heye. Piştî Serhildana 12ê Adarê di sala 2004ê de, komek ji Kurd ji Kurdistana Suriyê koçberî Kurdistana Iraqê bûn. Ew di kampeke nêzîkî Duhokê hatin bicîkirin û ta niha li wê derê dijîn.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000