www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.04.2006 - 04:54 [ 1797 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ciwan Haco dev ji muzîkê berdide û dibe yek ji xwediyên Ebay

amude.com


Ciwan Haco (dîha)
STOCKHOLM (amude.com) - Hunermendê kurd ê navdar Ciwan Haco êdî nema distirê. Haco di hevpeyvînekê de ragihand Mapera Amûdê, ku CDeya wî "Off", a ku berî çend rojan derket, dê berhema wî ya dawî be. Haco herweha got ku ewê ji niha û pê ve di tîcaretê de kar bike. Hunermendê navdar diyar kir, ku wî ta niha ji CDeya xwe "Off" nîv milyon Euro qezenc kiriye û ew bi nêt e di şirketa "Ebay" de bibe şirîk. Di hevpeyvîna bi Malpera Amûdê re de, Ciwan Haco li ser jiyana xwe ya bi muzîka kurdî re, siyaseta Kurdan, çûna Batmanê, jin û zarokên xwe, nanê tenurê û gelek mijarên din diaxive. Haco herweha taybetî ji bo mêvanên Malpera Amûdê stranekê pêşkêş dike, ku wî berî niha li ti deverê negotiye. Tevaya hevpeyvînê bi wêne û deng sibe di Malpera Amûdê de bibînin. Kesên ku bixwazin ji Ciwan Haco re binivîsînin, dikarin mesacên xwe bişînin vê e-mailê: info@amude.com.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000