|
|
01.04.2006 - 02:32
|
[ 1793 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Suriyê ciwanek kurd hate kuştin - Nîşanên işkenceyên dijwar li ser laşê wî
amude.com
QAMIŞLO (amude.com) - Di 28.03.2006ê de, li Şam paytexta Suriyê, ciwanê kurd Mihemed Oso Elî (19) bi işkencekirinê hate kuştin. Wî xizmeta leşkeriyê pêk dianî. Piştî ku hêzên rêjîma Suriyê termê wî radestî malbata wî li Kobanî kir, wan darbesta kurê xwe vekir û gelek nîşanên işkencekirinê li ser laşê wî dîtin. Li gorî agahiyên ji derûdora malbata Mihemed Oso Elî, rewşa kurê wan di leşkeriyê de "pir xerab" bû û wî ji wan re gotiye ku ew û hin hevalên wî yên kurd rastî lêdan û işkenceyên berdewam ji aliyê berpirsyarên wan ve hatine. Hevalekî wî yê leşkeriyê herweha ji bavê wî gotiye, ku "serbazekî ereb ew di sermayê de tazî dikir, ava sar bi ser de dadikir û piştre bi şêweyekî hovane lê dida".
Piştî Serhildana 12ê Adarê ya Kurdistana Suriyê, komek ji ciwanên kurd di dema pêkanîna xizmeta leşkeriyê hatine kuştin.
Malpera Amûdê hin wêneyên Mihemed Oso Elî piştî kuştina wî nîşan dide. Ev wêne gelekî dijwar in û gerek kesên ku temaşekirina wêneyên wilo tehmul nakin, li wan nenerin.
|
|
|
|
|
|