|
|
19.03.2006 - 13:20
|
[ 1801 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Silêmaniyê rojnamevanek kurd hate girtin
amude.com
 Hewêz Hewêzî | SILÊAMNÎ (amude.com) - Rojnameya "Hawlatî" raihand, ku hêzên ewlekariyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rojnamevanê wê Hewêz Hewêzî girt. Sernivîskarê rojnameyê Twana Osman diyar kir, ku hevkarê wî ji ber weşandina nivîsarekê di hejmara Hawlatî ya vê hefteyê de bi fermana ji serokwezîrê îdareya Silêmaniyê ya hikumeta Kurdistana Iraqê li bajarê Koyê hatiye girtin.
Di hejm. 265, r. 3, a Hawlatî de, rojnamevan Hewêz Hewêzî nivîsarek bi sernavê "Firewnên kurd tenê bihêlin" weşandiye, tê de nivîsandiye ku divê miletê kurd ji desthilata YNKê û Partiya Demoqrat a Kurdistanê (PDK) xelas bibe û heger nikare xelas bibe jî, bila miletê kurd wekî sala 1991ê ji Kurdistanê koç bike û Kurdistana vala ji "Firewnan" re bihêle, da dinya li hawara Kurdan bêt.
Hewêz Hewêzî di nivîsara xwe de dinivîsîne, ku hikumeta Kurdistanê bi herdu îdareyên xwe ti xizmeta miletê kurd nekiriye û wê tenê alîkariya şirketên xwe û xizm û mirovên xwe kiriye û lewra divêt YNK û PDK dest ji desthilatê berdin û wê teslîmî miletê kurd bikin.
Rojnameya Hawlatî li Silêmaniyê tê weşandin. Ew yek ji kêm rojnameyên Kurdistana Iraqê ne, ku wekî serbixwe tê naskirin.
|
|
|
|
|
|