www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
11.03.2006 - 14:39 [ 1795 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kurdan xatirê dawî ji Seed Mihemed xwest

amude.com

AMÛDÊ (amude.com) - Bi hezaran kesan îroj xatirê dawî ji çalakvanê kurd Seed Mihemed xwest. Mihemed li gundê jidayikbûna wî Hecî Nasir nêzîkî bajarê Amûdê li Kurdistana Suriyê hate binaxkirin. Nûnerên rêxistin û partiyên kurdî û herweha kesayetiyên civakî û olî beşdarî merasîma veşartina Seed Mihemed bûn. Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê bi şêweyekî fermî pêşwaziya cenazê Mihemed kiribû. Komek axavtin hatin kirin, tê de li ser rola Seed Mihemed a neteweyî û civakî û xebata wî ya ji bo Doza Kurdî hate rawestandin. Çalakvanê Seed Mihemed di 6ê vê mehê de li bajarê Wolfsburg ê elmanî di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Wî 38 sal kiribûn û jin û keçeke sê mehî li dû xwe hiştin. Malpera Amûdê hin dîmenên merasîmên binaxkirina wî li vê derê diweşîne:


Helbestvan û nivîskar Konê Reş (xezurê Seed) gotinekê pêşkêş dike









hesen Salih, sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê, diaxive



Şêx Muradê Xeznewî (kurê şehîd Şêx Meeşuqê Xeznewî) gotinekê pêşkêş dike





















Komên folklora kurdî di nav beşdaran de bûn





















 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000