|
|
10.03.2006 - 13:27
|
[ 1796 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Berlînê Kurdan rêjîma Suriyê di bin berfê de protesto kir
Edhem Hisên - amude.com
BERLÎN (amude.com) - Dora 70 Kurd îroj li Berlînê li pêşiya balyozxaneya Suriyê rêjîma Suriyê protesto kir. Berî ku xwepêşandan bigihê wir, komîteyeke ji çar kesan çû balyozxaneya Nemsayê û memorandumek li ser Pirsa Kurd li Suriyê û siyaseta rêjîma Bees li hemberî wê radestî karmendên balyozxaneyê kir. Nemsa di vê demê de bi serokatiya Ewropayê radibe. Di xwepêşandanê de ti dirûşim nehatin bilindkirin. Ti kesî nizanîbû bê Kurd ji bo çi derketine kolanan. Hejmara polîsan ji ya Kurdan bêtir bû. Hêjayî gotinê ye, ku li Berlînê dinya gelekî sar e û berefek xurt dibare. Rêxistinên Şeş partiyên kurdî li Suriyê bangî vê çalakiyê kiribû.
|
|
|
|
|
|