www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
08.03.2006 - 02:37 [ 1754 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Xwendekarên kurd Mihemed Şêxo bi bîr anî

X & R - Heleb




HELEB (amude.com) - Bi helkefta salvegera 17emîn a mirina hunermend Mihemed Şêxo, xwendekarên kurd ên fakulteya aboriyê ya Zanîngeha Helebê li Suriyê do çalakiyek bibîranînê li dar xist. Hejmareke mezin ji xwendekaran beşdarî vê çalakiyê bûn. Ji bilî axavtina li ser jiyan û hunera Mihemed Şêxo, herweha komek ji stranên wî hatin pêşkêşkirin. Di heman çalakiyê de, xwendekarên kurd Roja Jinan a Navneteweyî pîroz kir û ji bo her xwendekareke keç gulek hate pêşkêşkirin. Herweha xwendekarên ku xwendina xwe bi dawî anîne yan jî li ber bidawîanîna xwendina xwe ne, hatin xelatkirin.

Amadekarên vê çalakiyê diyar kir, ku çalakiya wan yek ji komek çalakiyan e, ku armanca wan "belavkirina raman û çand û muzîka kurdî" û herweha "pêkanîna hevaltî û hezkirinê di navbera ciwanên kurd li Zanîngeha Helebê de" ye.

Hêjayî gotinê ye, ku hunermend Mihemed Şêxo di 09.03.1989ê de li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.











 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000