|
|
26.02.2006 - 17:06
|
[ 1806 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
»Kurdên Suriyê yên bênasname zû pîr dibin«
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Piştî ku Rêxistina Penaberan a Navneteweyî (Refugees International) raporteke berfireh li ser rewşa Kurdên li Suriyê yên ku nasnameya Suriyê ji wan hatiye stendin û ew ji hemî mafan bêpar in, beşê kurdî yê radyoya Dengê Emerîkayê (VOA) hevpeyvînek bi Maureen Lynch ji Refugees International kir. Malpera Amûdê tevaya têksta hevpeyvînê diweşîne, wek ku di malpera VOA de hatiye weşandin. Herweha mirov dikare li hevpeyvînê guhdar bike: [Guhdar bike].
* * *
Têksta hevpeyvînê
Xatun Maureen Lynch, ji kerema xwe re, tu dikarî li serê pêşîn bi kurtî behsa komela xwe Refugees International, Rêxistina Penaberan a Navneteweyî, bikî?
Rêxistina Penaberan a Navneteweyî li sala 1979ê, li dema kêşeya penaberan a Kambodiyayê dest pê kir. Jineke emerîkî bi navê Sue Morton li ser sînorî bû û dît ku mirov bi zorê dihatine vegerandin. Wê got divêt kesek tiştekî biket, li ser navê wan bipeyivît, ji ber ku wan nedikarî. Vêca wê ew bar wergirte ser milên xwe bi taqeta xwe ji bo guhertina wê rewşê. Û dûra ew rêxistin bi xwe ra anî Emerîka.
We ji bo penaberên ji seranserî dinyayê xebat kiriye. Baş e, ev bernameya we ya derbarê Kurdên Suriyê çawa pêk hat?
Binetarê wê li sala 2003ê ye. Wê salê rêxistina me raporteke kin – rûpelek an du – derbarê mirovên bêyî mafê hevwelatiyê li dinyayê weşand. Ez heyirî mam bê ka çend mirov wî derdê bêparbûna ji hevwelatiyê dikişînin – ne bi tenê wek nasname, lê bi giştî ew mafên digel wê. Li dû wê raporta kurt, me li rêyên çêkirina projeyeke micidtir derbarê rewşa mirovên dinyayê yên bi wê pirsgirêkê aloz mêze kir. Di sala 2005ê de, me raporteke dirêjtir belav kir û behsa rewşa wan mirovên bênasname li nêzîkî 70 welatan kir û me bi taybetî bal kişand ser rewşa sê koman – Kêmaniya Rusî- ziman li Estonyayê, Biharî, ku her wesa jê re dibêjin ‘‘Pakîstaniyên asêbûyî,’’ li Bengladeşê û hindek Bedewiyên li Mîrgehên Yekgirtî yên Ereban. Rewşa Kurdên Suriyê jî bi kurtî di wê raporta 2005ê de bû. Û gava ku me got ka em li kîjan welatan dikarin rewşa mirovên bêyî mafê hevwelatiyê biguherîn, Suriye pêşçav bû wek cîhekî ku ew guhertin dikarî tê de li vê demê bê kirin.
Çima li vê demê?
Li vê demê ji ber ku bo demeke dirêj her soz tên dan ji bo vegerandina hevwelatiyê li hinek ji wan kesan ku di dema jimartina nifusa wîlayeta Hasekê li sala 1962ê de ji wî mafî hatibûn bêparkirin. Çima em dibêjîn ev derfet e? Ji ber ku paş serhildana bûharê li herêma Qamişloyê û her wiha li vê payîza bihurî dîsa soz hatibûn dan. Ango ji ber zêdebûna jimara sozan ji bo sererastkirina wê rewşê û ji ber ku Neteweyên Yekgirtî bala xwe dîsa daye ser pirsa bêhevwelatiyê û ji ber ku Neteweyên Yekgirtî wê bibe hevkareke serekî di çareserkirina vê pirsê de, ew wek dema rast ji bo tevgerekê wisa xuya dibû.
Ango ew biryara we çi têkilî nebû bi vê rewşa siyasî ya ku Suriye niha tê de ye?
Ew bi vê rewşa siyasî ya niha ve çi peywendî nînin.
Baş e, we ji raporta xwe re navê “Bi zindî binaxkirî an veşartî” bijartiye. Çima?
Ew gotina “Bi zindî binaxkirî” xwedî naverok bû, ji ber ku yek ji ciwanmêrên ku em pê re dipeyivîn, ew got. Me derbarê jiyan û serpêhatiyên wî pirsiyar jê kirin û wî behsa zehmetiyên xwe kir, wek pirsgirêkên dixtor û dermanan, wek xwendina zarokên wî... Û li dawiya wê axaftinê, wî jiyana xwe bi kurt û kurmancî ji me re vegêra. Wî got: ‘‘Ew mîna wê ye ku meriv bi saxî, bi zindî binax bikin, veşêrin.’’ Ew gotin gelekî di cihê xwe de bû, wek gotinên kesên dî bûn, ne bi tenê li Suriyê. Lê gava ku em li aliyên dinyayê yên din jî bi merivên ji mafê hevwelatiyê bêparkirî re dipeyivîn, diguncî.
”Bi zindî binaxkirî”... Birêz Kynch, ew Kurdên Suriyê yên bênasname maf nîne ku bixwînin, kar bikin, biçine ba dixtor... Çi pênasîn bi zewacên wan nayêt kirin an mafê wan ê kirîn û firotina mal û milkî, an bi azadî bên û biçin... Baş e, gelo ew mirov çawa dijîn?
Ew mîna miriyên neveşartî dijîn. Jiyana wan hema bêje rawestiya ye, li benda tiştekî ye. Raporta me ya yekem bi wî navî bû: ‘‘Jiyanên Rawestandî, Bedela Bêpariya ji Hevwelatiyê li ser Mirovan.’’ Vêca jiyana mirovên bêyî hevwelatiyê dibe wilo be.
Ez dixwazim tiştekî zelal bikim. Rewşa her kesî li Suriyê wekhev nîne. Hindek kesên bê nasname dibe bikarin xwe bigihînin xwendingehan, lê jimara mezin ji wan mirovan nikarin. Vêca ew tiştekî ne adetî ye – bêparkirina mirovan ji wan mafan. Hindek mirov dikarin navên zarokên xwe bidin nivîsandin, navên kurdî bidin wan û kesên din ên dixwazin ku navên kurdî bidin zarokên xwe, dibe ku ji wan ra bêjin “nabe ku hûn navên kurdî bidin zarokên xwe. Divê ku ew navên erebî bin.’’
Ez nikarim bêjim ku ew mirov hemû ji wan mafan hemûyan hatine bêparkirin. Mirov dizane, rewş dizane...
Hûn di raporta Rêxistina Penaberan a Navneteweyî de dibêjin, ji her 10 Kurdan yek ji mafê nasnameyê bêpar e. Lê we gotinên Kurdên dî, yên xudanên mafê hevwelatiyê, vegêrayne ku dibêjin ew pirsgirêka Kurdan hemiyan e. Baş e, ew rewşa hanê, ango “Bi zindî mirî danan” a mirovan çi bandor li hest û rewanên Kurdan, Kurdên bê nasname bi taybetî, lê Kurdên Suriyê bi giştî kiriye?
Rewşa Kurdên Suriyê bi giştî ji xwe pir bi zehmet e. Û ev koma 250 hezar heta 300 hezar mirovan di rewşeke bêhempa de ye ji rewşa Kurdan bi giştî. Rewşa mirovên bêyî nasnameya hevwelatiyê rewşeke hêj bi zehmettir e.
Bandorê wê... Jiyana bêyî nasnameya hevwelatiyê bi demeke dirêj barek gelekî giran e li ser milên mirovan. Min ev bi çavên xwe dît. Gava ku min meriv nas dikirin, nemaze mêr, min berê xwe dida wan, temenê wan mezin diyar dikir, gelek porê wan sipî bûbû. Lê gava ku min jê dipirsî bê ka ew kengî, kîjan salê ji dayik bûne, wan digot ew 30-40 salî ne. Wê yekê bi rohnî da pêş çavên min bê ka ew çi bandorê li kesan, hestên wan û rengên wan dike. Berî ku ez çûm Suriyê, hayê min jî bi wê bi zû pîrbûna mirovan nebû, min ew nexwendibû û xwe berî serîlêdanê amade nekiribû, lê min bi çavên xwe dît. Belê eger zarokek nikare biçe xwendingehê an jin û mêr nikarin li heman odeya hotêlê bi hev re bimînin, ji ber ku wan nasname nîne... Ew hemû tiştên pir bi zehmet in, lê wek kesekê ji min re ew zû bi zû pîrbûna mirovan, ew barê li ser milên wan û ya ku bi serê hindek cotan (jin û mêran) înandin û malbatên ji ber serjimarê ji hev vebûyî ku hindekan nasname heye, lê hindek endamên heman malbatê nasname nîne...
Xatûn Maureen Lynch, seredana te bo Suriyê, wê şahidiya te li wan kul û kovanên Kurdên Suriyê – yên ku te di raporta xwe de nivîsandine – çi bandora dî li te kir wek kesekê, wek hevwelatiyeke Emerîka te çi ders jê derxistin?
Ez wek hevwelatiyeke Emerîkayê dibêjim, tiştekî ku bi bîra mirov tê ew e ka çawa gelek mirov hay ji bûhayê gelek tiştan nîne. Ji bo serîlêdana Suriyê ji min re belgeyek pêwîst bû. Ez dikarim wê belgeyê li seferên xwe li nav welêt bi kar bînim. Bo wergirtina destura ajotina otomobîlê belge heye, eger ez bixwazim mal û milkekî bikirim, an belge ji bo dana heqê dixtor û dermanan bo diya min... Ji bo wan tiştan hemûyan pêwîst e ku ez nasnameya xwe isbat bikim. Kesê ku ew belge nînin, mîna Kurdên Suriyê, an Bihariyên Bengladeşê, ew komên han nikarin. Vêca piraniya mirovên li dinyayê wan belgeyan wek maf dibînin, lê mixwabin ew ferqa han ku pirsa bêpariya mirovan ji hevwelatiyê nîşan dide ku gelek caran meriv ji bîr dikin. Em berê xwe didin, alîkariyê didin mirovên belengaz ên malwêraniyên xwezayî, an şerî, lê komeke mirovan a dî heye ku divê ku em ewqas bala xwe bidin ser – mirovên ku ji mafên bingehîn bêparkirî û nasnameya hevwelatiyê yek ji mafên bingehîn e.
Di raporta li ser rewşa Kurdên Suriyê yên bênasname de, hûn her wesa dibêjin xort û keçên wan bêzar bûe, li nav ciwanan bêzariyek heye. Ji kerema xwe re, tu dikarî pîçekî ji me re behsa wê bikî?
Yêk ji ciwanmêrên ku em pê re peyivîn, hestên xwe ji me re digotin. Wî pirr bi hêsanî got, lê serpêhatiyeke pirr bi wate bû. Ew xort e û bi şans û talih e ku karek ji xwe re peyda kiriye. Wî serpêhatiyeke berî çend heftiyan ji me re got. Ew li cihê xwarinê kar dike. Rojekê hinek zibun hatine xwaringehê. Ew Ereb bûn. Wan hefleyek dikir – hefleyeke ji bo roja ji dayik bûna yekî ji wan. Kêk û vexwarin. Bi kêf û şahî bûn, wekî hemû mirovan gava ku ji bo pîrozkirina tiştekî şahiyê dikin. Û ew xortê kurd ê ku xizmeta wan dikir - ku xema wî ne ew bû ku wî xizmeta wan dikir – wî hizirên xwe kirin û got tiştekî wilo çi caran jê re çênabe. Ku xortekî 25-26 salî bû û çêdibû ku bi hevalên xwe re ew jî wê bike, lê wî got: “Gava ku min ew şahiya li domandorên xwe dîtî, giriyê min hat û min got ev tiştekî wilo yen qet ji min re çênabe.”
Vêca gava ku hestên wisa di dilê meriv de dikevin ser hev, ew bêzarî têne ser hev û çi rê nînin ku ew bêne derkirin, ew mirov ya di dilê xwe de bêjin...
Kesekî dî ji me re behsa zarokên xwe kir. Ew di dilê xwe de dihêlin, nikarin bêjin, ew têne ser hev û bandorê li psîkolojiya wan jî dikin.
Bala min kişand ku bersiva hikumeta Suriyê di raporta we de nîne. Ma we digel wan neaxift? Ma we çawa karî biçine li nav Suriye û bi wan mirovan re bipeyivin? Ew bi sanahî bû gelo?
Rêxistina Penaberan a Navneteweyî li çûna bo Suriyê tûşî çi zehmetî û astengan nebû. Me hewil da ku bi rayedarên welêt re bipeyivîn, lê bersiveke resmî nedan me. Vêca me dîsa daxwazeke resmî kir. Emê wê berdewam mêze bikin.
Lê me derfet hebû ku digel dîplomatekî ku li Emerîkayê nûneriya hikumeta Suriyê dike, kom bibin. Wî bi awayekî gelek zelal aloziya xwe ji vê rewşê anî zimên û hevî da me ku jimareke mezin ji wan kesên bênasname dê di demeke kurt da hevwelatiyê wergirin. Û Rêxistina Penaberan aa Navneteweyî her ku çêdibe, zêrevaniya bicîhanîna wan sozên karbidestan dike, hem li Emerîkayê hem di nav Neteweyên Yekgirtî de, ku me hevkariyeke nêzîk pê re kir, gava ku em li Suriyê bûn. Em dê vê bidomînin û her wesa bi peywendiyên hikumeta Suriyê re mêze bikin.
Di raporta xwe de, hûn piştevaniya hikumeta Suriyê bo penaberên filistînî û reftara wê li himberî Kurdan didin berhev. Tu dikarî pîçekî behsa hindê bikî?
Yek ji tiştên giring derbarê Suriyê - divê ku meriv bêje – ev e ye ku Surî hinek tiştên rast dike. Û yek ji wan paraztina wan kesên filistînî ye û bi heq e. Jimareke mezin a mirovên wisa heye û wan gelek salan alîkarî bi wan re kiriye. Hikumeta Suriyê niha jî hindek Iraqiyan diparêze, yên ku têne nav welêt û biheq e. Vêca mijar ew nîne bê ka çi ji van mirovan re nehatiye kirin, an çi hatiye kirin. Lê ka çi ji bo paraztina mafên bingehîn ên kesên mîna Kurdên Suriyê yên ku nasname ji wan standine, tête kirin.
Em niha jî li pêşniyarên we binerin. Çi daxwazên we ji hikumeta Suriyê hene?
Bi taybetî daxwaz ji hikumeta Suriyê re heye ku zû bibizive. Ez wê dibêjim ji ber ku berûvajî gelek cihên din ên ku Rêxistina Penaberan a Navneteweyî bi serîlêdan çûyê, Surî ji xwe qanun hene, ku ger werin bicîanîn, dikare hevwelatiyê bide gelek ji wan kesan. Li hinek cihên dî ew nîne. Divê ku em vegerin wan cihan ji bo ku piştrast bikin ku ew qanun tên bicîhanîn. Lê li Suriyê ew qanun ji xwe hene ku dibêjin ger kesek bi dirêjiya penc salan bijiya... Vêca qanun hene ji bo demûdest kirina bizaveke wilo. Her wesa ji bo ji holê rakirina wan qanunên ku mafên çandî û zimên nade Kurdan li Suriyê... Û ew ne bi tenê ji bo Kurdên bênasname, lê ji hemû Kurdên li welêt re... Û her wesa derfet heye, ku ez dibêjim ku li ser vê xebat heye ku jinên ku hevwelatî, nasname nîne, bikaribin hevwelatiyê bidin zarokên xwe. Ji min re hat gotin ku ew niha tê kirin, lê min bi kûr û dûrî lê neneriye. Her wisa divê ku zarokên ku li Suriyê ji dayik bûne, mafê wan ê hevwelatiyê bidin wan. Û Surî dikare peymanên navneteweyî yên derbarê kesên bênasname mor bike.
Hûn hindek şîret û pêşniyaran jî ji bo civaka navneteweyî, nemaze ji Navenda Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yêkgirtî re, û her wesa ji bo hikumeta emerîkî dikin. Ji kerema xwe re, tu dikarî ji me re bêjî bê ka ew çi ne?
Belê. Nemaze ji bo Neteweyên Yekgirtî. Navenda Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekgirtî erkek heye ku ji bo alîkariya kesên bênasname bixebite, lê ew li Suriyê wê xebatê nake. Em hevîdar in ku ew dê bê guhertin. Em bi wan re dipeyivin, dixebitin, balê didinê ku ew wê biguherînin. Ango ew xebatê li aliyên Suriyê yên ku mirov tûşî van şeqî û zehmetiyan in bizavan bikin, bi taybetî li bakurê-rojhelat. Û bi qasê ku ew alîkariya komên din, wek Filistînî û Iraqiyan dikin, kesên ji nasnameya hevwelatiyê bêparkirî jî mafên wisa hene ji bo alîkariya wisa. Ev çend gav in ku navenda Neteweynên Yekgirtî dikare biavêje.
Û ji bo Emerîka û dewletên din re gelek derfet hene. Û ya ku ez fêm dikim qet çi rêbazên hikumeta emerîkî derbarê Kurdan li Suriyê nînin. Me pêwîstî bi rêbazeke wisa heye – rêbazek ku bi taybetî ji hikumeta Suriyê bixwaze ku mijara bênasnametiyê, bêhevwelatiyê, çareser bike. Divê ku Emerîka û hikumetên din çi peymanan bi hikumeta Suriyê re mor nekin, heta ku ev pirs tê çareserkirin. Bêguman ev demek bi zehmet e ji ber ku peywendiyên Emerîka bi Suriyê re ne li dema herî xurt in, lê dîsa jî rê hene, nexasim bi rêya Neteweyên Yekgirtî, cihê ku bizavên wisa dikarin bi ser bikevin.
Me tiştekî din xwest, ku gava raporta mafên mirovan a salane ya Wezareta Derve tê ragihandin, ku tê de bi tenê bi peyvekê an bi rêzekê behsa vê mijarê nekin, lê bêhtir bal bidin ser pirsa kesên bêyî mafê hevwelatiyê, ne bi tenê li Suriyê, lê li her aliyê dinyayê.
Û tiştekî din ku hikumeta emerîkî dikare piştgiriya komelên nehikûmî yên civakî yên pêşvebirinê li nav Suriyê bike – kom û rêxistinên ku dikarin li ser pirsgirêka mirovên bêhevwelatî bixebitin.
Birêz Maureen Lynch, li dawiyê çi gotin û peyamên we hene ji wan kesan re yên ku we ji bo raporta xwe hevpeyvîn bi wan re kirine, bi giştî ji Kurdên Suriyê re?
Ez dixwazim li pêşiyê sipasiya wan kesan bikim ên ku serpêhatiyên xwe ji me re gotin. Bêguman xwezî me hevpeyvîn bi bêhtir mirovan re bikira, em biçûna bêhtir aliyên Suriyê. Ew serîlêdaneke kurt bû. Lê em ji Emerîka gelekî li ser vê babetê dixebitin. Serê vê heftiyê, me karî ku li ser vê pirsê nivîsarekê di rojnameya International Herald Tribunê de bidin belavkirin. Ev yek ji wan rêyan e ku em bala raya giştî bikişînin ser vê pirsê. Me niha peywendiyek bi nivîsgeha Navenda Karûbarên Penaberan a Şamê re daniye. Em dê dîsa bi balyozê Suriyê li Emerîkayê re bipeyivîn. Pirsgirêka ku di 40 salan de pêk hatiye, di şev û rojekê de nikare bête serastkirin. Emê bixebitin, ne îro û sibê, lê heta ku çareyek ji vê pirsê re tê peyda kirin.
Birêz Maureen Lynch ji Rêkxistiya Penaberan ya Navneteweyî, gelek sipas dikim.
-----------
- Raporta Refugees International dikare li vê derê bête xwendin:
[BURIED ALIVE – Stateless Kurds in Syria] (pdf).
|
|
|
|
|
|