|
|
31.01.2006 - 14:16
|
[ 1780 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Günther Grass naçe Kurdistanê - Nûçe ne rast derket
amude.com
 Günther Grass | DORTMUND (amude.com) - Romannivîs û helbestvanê elman ê navdar Günther Grass naçe Kurdistanê. Sikretêra wî ragihand Malpera Amûdê, ku ti planên Grass tune ne ku biçe Iraq an jî Kurdistana Iraqê. Ew matmayî ma bê çawa nûçeyeke wilo tê belavkirin, bêyî ku hayê Günther Grass bi xwe ji meselê hebe. Rojnameya "Xebat" a PDK-Iraq berî çend rojan nûçeyek weşandibû, tê de li ser zimanê serokê rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd ragihandibû ku "Günther Grass, Yaşar Kemal û çend romannivîsên cîhanî yên dî" dê ji bo pêkanîna çend semînaran biçin Hewlêrê.
Sikretêra Grass herweha ragihand, ku Grass niha li derveyî Elmanyayê li ser pirtûka xwe ya nû dixebite, ku gerek îsal bête weşandin. Wê got: "Günther Grass gelek caran tê vexwendin çalakiyan, lê ev nayê wê wateyê ku ewê beşdar bibe."
Günther Grass di sala 1999ê de Xelata Nobelê ya Wêjeyê stend. Ewê sala bê bibe 80ê salî.
 Xebat nûçeya nerast di hejmara xwe ya 22.01.2006ê de weşandibû |
|
|
|
|
|
|