|
|
22.12.2005 - 16:47
|
[ 1739 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nûnerên PDKê biryarên xwe dikin hustê rêjîma Sedam - Medyaya PDKê bêdeng e
amude.com
 Taha Berwarî | DORTMUND (amude.com) - Nûnerê îdareya Hewlêrê ya hikumeta herêma Kurdistanê li welatên skandinavî, Taha Berwarî, ragihand malpera Netkurdê ku Dr. Kemal Seyid Qadir bi qanunên "rêjîmên berê" hatiye dadgehkirin. Wî herweha got ku "parlamenta Kurdistanê hîn ew firsend nedîtiye" ku wê qanunê biguherîne û "desthilata siyasî jî nikare midaxele bike bêje ev qanun bira nemeşe". Piştî damezirandina parlamenta Kurdistana Iraqê di sala 1992ê de, Kurdan gelek qanunên hikumeta navendî ya Sedam Hisên guhertin. Yek ji wan qanunan a "kuştina namusê" bû. Qanunên ku ne bi dilê Kurdan bûn, hatin guhertin.
Wezîrê mafên mirovan ê îdareya Hewlêrê ya herêma Kurdistanê, Dr. Mihemed Ihsan, ji beşê kurdî yê radyoya Dengê Emerîkayê re got ku Dr. Kemal li gorî mada jimar 1 a qanuna 21ê ya sala 2003ê hatiye dadgehkirin. Di 20.03.2003ê de şerê li dijî Iraqê dest pê kir û rêjîma Sedam hate rûxandin.
Medyaya girêdayê PDK ta niha ti nûçeyê derbarey vê bûyerê neweşandine.
|
|
|
|
|
|