|
|
12.12.2005 - 11:36
|
[ 1784 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rojnamevanê libnanî yê navdar Cibran Tiwênî hate kuştin - Welîd Canpolat rêjîma Suriyê gunehkar dike
amude.com
 Cibran Tiwênî | BEYRUT (afp/amude.com) - Vê beyaniyê, li Beyrutê paytexta Libnanê tirimbêleke mayinkirî teqiya û di encama teqînê de rojnamevan û parlementerê libnanî Cibran Tiwênî û sê kesine din jî pê re hate kuştin û bi dehên din hatin birîndarkirin. Rojnamevanê navdar Tiwênî wekî dijberekî rêjîma Suriyê dihate naskirin. Siyasetvanê libnanî Welîd Canpolat Surî bi kuştina Cibran Tiwênî gunehkar dike û ev bûyera îroj wekî "nameyek terorê ya nû" bi nav kir. Canpolat behsa serokê Suriyê Beşar el-Esed û axavtina wî ji televizyona surî re kir û got: "Nameya terorê giha.. Name eşkere ye, ji ber yekî ji televizyona rusî re got, ku eger li dijî Suriyê iqube bêne dayin, istiqrar dê tevlihev bibe.. Tevliheviyê dest pê kir û emê bersiva wan bidin.." Ji aliyê xwe ve, wezîrê ragihandinê yê surî Mihdî Dexlelah "aliyine biyanî" bi kuştina Tiwênî gunehkar kir û got ku "Surî kiryarên terorê şermezar dike". Canpolat doza lêkolînên navneteweyî kir û got: "Eger dadgeheke navneteweyî lêkolînê neke, emê her awayê paraztinê winda bikin."
|
|
|
|
|
|