www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
02.11.2005 - 03:15 [ 1790 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

«Payiza dereng» a Firat Cewerî derket

amude.com

DORTMUND (amude.com) - Di nava weşanên Nûdemê de, li Stenbolê romana Firat Cewerî ya bi navê “Payiza dereng” derket. Di vê romana xwe ya ku ji 407 rûpelan pêk hatiye de, Cewerî sirgûn, êşa sirgûnê, psîkolojiya Sirgûniyan, ramana vegerê û nexweşiya nostaljiyê kiriye mijar. Ev roman mîna sê romanên cihê û bi sê stîlên cihê di hundirê hev de hatiye hûnandin. “Payiza dereng” yekemîn romana Firat Cewerî ye.

Malpera Amûdê beşek biçûk ji “Payiza dereng” diweşîne:

* * *

”Gotinek heye, dibêje: “Mirov nikare dê û bavê xwe hilbijêre, lê mirov hevalên xwe hildibijêre.” Dibe rast be. Lê ez nikarim bibêjim ku min hevalê xwe Ferda hilbijart.
Ev hevalê min ê zarotî û xortaniyê, ê xwendin û têkoşînê, ê sirgûnê û niha jî ê li ser riya vegera welêt e, ne mîna hevalekî lê mîna birayekî min e, ji birayekî jî wêdetir mîna perçeyek ji dilê min e.

Ev hevalê ku me cara pêşî bi hev re lingên xwe li topê xist, ê ku me di eynî demê de porê xwe şeh kir û ji keçikan re fîkand, ê ku me demekê bi hev re li ser dîwaran slogan nivîsandin, ê ku me bi hev re hutikên xwe li ba kirin û li dijî zilmê qîriyan, ê ku me bi hev re kitêb ne ku xwendin, lê daqurtandin û ê ku em ji ber bela kitêban li vî kujê cîhanê bi cih bûn, ew niha li ser riya vegera welêt e. Hevalê min ê ku ev bîst û heyşt sal in bûye çêra sirgûnê û bi evîna welêt roj bi roj dihele, niha berê wî li oxira vegerê ye.”

* * *

Firat Cewerî
Firat Cewerî ji Mêrdînê ye. Wî di sala 1980 de koçî Swêdê kir û ji wê salê bi vir de di nav tevger û çalakiya edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de, wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî kir. Di adara 1992ê de, Cewerî dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û ew deh salan bêyî navbir derxist.

Di prosesa weşana Nûdemê de, Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Herweha wî kovara HAWARê ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000