|
|
01.11.2005 - 15:30
|
[ 1761 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li Münsterê hevdîtina hunera kurdî-elmanî
amude.com
MÜNSTER (amude.com) - Li jêr dirûşma "Hevdîtina Çandan", li bajarê Münster ê elmanî dê pêşangeheke hunerî li dar keve. Hunermendên kurd Zubêr Yûsiv û Elî Zûlfîqar dê ligel hunermendê elman Eddy Pinke berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kin. Pêşangeh dê roja 8ê vê mehê, seet 18.30, bête vekirin. Di roja pêşî de dê herweha muzîka kurdî jî bête pêşkêşkirin. Ev pêşangeh dê ta 08.01.2006ê bidomîne.
 Zubêr Yûsiv | Zubêr Yûsiv di 1968ê de li gundê Xirbezirgan li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Di sala 1990î de, wî xwendina bilind di fakulteya hunera spehî (beşê peykersaziyê) de li zanîngeha Şamê bi dawî aniye. Di sala 1999ê de ew koçberî Elmanyayê bû. Yûsiv beşdarî komek ji pêşangehan li bajarên Amûdê, Qamişlo, Hisiça, Heleb, Şam û herweha çend bajarên elmanî bûye. Yûsiv herweha karê muzîkê dike û li çend deveran stranên xwe pêşkêş kirine.
 Elî Zûlfîqar | Elî Zûlfîqar ji Kurdistana Tirkiyê ye. Ew di sala 1970ê de li Yavuzelî ji dayik bûye. Di sala 1988ê de ew kete Ekademiya Hunerê ya Mimar Sinan, berî ku sala 1991ê berê xwe bide zanîngeha Firatê. Ji sala 1993ê û pê ve ew wekî hunermendekî azad dixebite. Zûlfîqar sala 1993ê koçberî Elmanyayê bû û di sala 2002ê de li bajarê Köln "Galerie Zeugma" vekir.
 Eddy Pinke | Eddy Pinke di sala 1952ê de li Münster geboren ji dayik bûye û li wê derê jiyana xwe wekî hunermendekî azad berdewam dike. Ew legel welatan (mîna Tirkî, Maroko, Yunan, Îtaliya, Emerîka,..) geriyaye û hinan ji wan xebitiye.
---------------------
"Hevdîtina Çandan"
08.11.2005 - 08.01.2006
Duşem ta în: seet 08.00-17.00
Navnîşan:
DPWV
Hafenweg 6-8
48155 Münster
|
|
|
|
|
|