|
|
01.12.2004 - 15:27
|
[ 1815 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yilmaz Gûney: Film ji bo min haceta têkoşînê ye
Seydo Can - Elmanya
 Yilmaz Guney | Sal 1982ê ye. Yilmaz Gûney cara yekemîn e, ku li Ewropayê derdikeve pêşiya raya giştî. Filmê wî yê herî binavûdeng „Yol-Rê“ li bajarê Cannesê xelata zêrîn werdigire. Yilmaz Gûney dibêje: „Film ji bo min haceta têkoşînê ye.“
Ji hêla hunera xwe ve, Yilmaz Gûney îdolek e; ji hêla ramana xwe ve, ew têkoşerek e; ji hêla sekînina xwe ve, ew mêrxasek e. Ew ne tenê lîstekvan, nivîskar, filmçêker bû, ew herweha siyasetmedarekî bê hempa jî bû. Sînemaya ku Yilmaz Gûney çêdikir, sînemeya gel bû. Di vî warî de ew “dibistaneke sînemeya yê” ye. Ew bê guman lehengekî hunerê ye.
Yilmaz Gûney dawiya sala 1981ê destûrê digire û ji girtîgehê derdikeve, lê belê ew careke din venagere wir, ew ji Tirkiyê derdikeve. Ji ber ku hê bi salan cezayên zindanê li benda wî ne, ango li pey revîn û derxistina ji hemwelatiya Tirkiyê jî ceza li wî tên barandin. Li ser vê yekê Yilmaz Gûney weha dibêje: „Li ber raya giştî dixwazin cidiyeta min bişkînin. Dibêjin: „Ma ev e mirov, ku ji bo welatê xwe dixebite? Hele binihêrin, çima ev venagere welêt? Ji hemwelatiyê jî tê avêtin, lê venagere!“ Bi vê yekê ew bawer dikin, ezê xwe ji têkoşîna li welêt dûr bixim. Ew xwe bi xwe dixapînin. Ew mafê hemwelatiyê jî ji min bistînin jî, ew li ser kaxizê dimîne. Ezê rojekê vegerim welatê xwe.“
Yilmaz Gûney, ku li welatê xwe êş û jan kişandibû, lê bes ji her tiştî zêdetir jê hez dikir, careke din nedît. Ew beriya 20 salan li xerîbiya Parîsê bi nexweşiya kansera mîdeyê mir.
Her çiqas Yilmaz Gûney li Edeneyê hatibû dinê jî, lê ji ber ku malbata wî ji Ruhayê bû, kesayetiya wî di bin bandora çanda kurd û Kurdistanê de pêk hatibû. Kurdên ku ji wir hatibûn, çanda xwe jî bi xwe re anîbûn. Gûney jî bi vê kulturê mezin bû.
Yilmaz Gûney di sala 1937ê de li gundekî Edeneyê wek zarekî malbateke kurd a feqîr bi dinê ketiye. Hê di xortaniya xwe de, ji gund diçe Edeneyê û li wir têkiliya wî bi sînemayê re çêdibe. Ew filman digerîne, ji ciyekî dibe ciyekî din. Paşê ew dest bi xwendina bilind di beşê yasayê de dike, lê nabe serî; dest bi beşê aboriyê dike, wê jî li ciyê wê dihêle. Daxwaza dilê wî nivîskarî ye. Li pey weşandina çîrokeke wî, wî bi propagandaya komunîzmê tawanbar dikin û wî davêjin girtîgehê.
Yilmaz Gûney filmên xwe li ser bingeha jiyanê, jiyana kesên ku wî ew nas dikirin, çêdikir. Wek nimûne filmê „Umut– Hêvî“ serpêhatiya malbata wî, ya bav û birayê wî ye. Di filmê „Sürü– Kerî“ de, Gûney behsa diya xwe û xalê xwe dike. Di hemû filmên xwe de, ew bi ser ketiye, ku mijarên sereke yên li welatê xwe, yên wek qetîna ji erdê, koçkirin, kevneperestî, zilm û zordariya siyasî bi awayekî hestyarî, lê bi rengekî xweşik bîne ser perdeya sipî. Yilmaz Gûney di dîroka çanda kurdan de, di demekê de peyda bû, ku wê çaxê hewcedariya kurdan bi mirovên vî rengî hebû. Rastiya gelê kurd, ku serdestan dixwestin di nav tariyê de bihêlin, Yilmaz Gûney bi filmên xwe derxist holê û bû dengê gelê xwe. Bi hunera xwe, ew bû neynika rastiya kurdan, bi taybetî jî neynika kurdên Kurdistana Bakur an jî li Tirkiyê.
Yilmaz Gûney kesekî xwedî îdyolîk bû, lê belê ne îdyolojiyeke teng. Mirovên ji hemû qateyan li filmên wî temaşe dikir û hîn jî dikin. Mirov dikare bibêje, ku hunera wî xwe digihêne hemû mirovan. Hozan Emekçî di vî warî de weha dibêje: „Dema kesek nepolîtîk diçe filmê Yilmaz, ew dibe kesek polîtîk. Dema kesek bê însaf û wijdan diçe filmê wî dibîne, ew dibe xwedî wijdan û destê xwe yê alîkariyê dirêjî feqîr û belengazan dike.”
Yilmaz Gûney hê di dema xortaniya xwe de kovarek derdixist û dixwest bibe nivîskar. Lê belê Yilmaz Gûney ne wek nivîskar, ew wekî leystikvan bû navdar. Di salên 60î de, wî di gelek filman de lîst û navdariya wî li her derê belav bû. Li ser vê yekê nivîskarê kurd Sîrrî Ayhan weha dibêje: „Li nêzîkî xaniyê me sînemayek hebû; filmên Yilmaz Gûney li wir dihatin nîşandan. Min filmê wî, tu bêjî, hemû dîtine. Ez ji wan hînî gelek tiştan bûm. Ew hostayê min e. Ew nivîskarekî mezin jî bû. Gel bi filmên wî hişyar dibû. Wî li dijî neheqî û zordestiyê şer dikir. Me dixwest em jî mîna wî bibin. Ew ne tenê kurd e. Di nav hemû cihanê de bê guman ciyekî wî yê taybetî heye. Ewê her bijî.“
Yilmaz Gûney dibêje: „Ez xebatkarekî gel im. Di heman demê de, ez têkoşerê gel jî me. Ez ji bo gel hunerê çêdikim. Heke ne ji bo gel be, hunera min ne tiştek e.“
Sînemaya Yilmaz Gûney hem binavûdeng bû hem jî siyasî bû. Binavûdengbûna wî ji wê yekê tê holê, ku wî çend filmên xwe yên dawîn di dema ku ew di girtîgehê de bû, dan çêkirin. Wek mînak filmê „Kerî“, ku mûzîka wî mûzîkarê tirk Zûlfû Lîvanelî çêkiriye. Nûha jî em guh bidin wî: „Sala 1978ê ez vegerîm Tirkiyê. Min xeber girt, ku Yilmaz dixwaze min bibîne. Ez çûm girtîgehê serdana wî. Ji min re got, projekteke wî heye, ew dixwaze filmê „Kerî“ çêke. Yilmaz dixwest, ez di vî filmî de rolekê bilîzim. Min jê re got, ez ne leystikvanan im. Yilmaz got, ne hewce ye tu tiştekî bibêjî. Tu tembûrê lêdixî û cendirme tên û te dibin. Ne ku di filmê Yilmaz de, ez nexwazim di filmê xwe de jî bilîzim. Min got: “Yilmaz, ezê bersivekê bidim te. Ez hatim Stanbolê û bi xwe fikirîm, ka ezê ji Yilmaz re çi bêjim. Geleîk zehmet e, tu daxwaza girtiyekî redbikî”. Paşê min çareyek dît. Ez dîsa çûm cem wî u min got: “Baş e, ezê muzîka filmê te çêkim; ezê tê de rola xwe jî bilîzim. Lê, daxwazek min jî ji te heye.” Yilmaz go: “Fermo.” Min got: “Divê tu jî di alboma min a nû de stranekê bêjî.” Yilmaz got: “Lê ez ne stranbêj im.” Min jî got: “Tte dît, ez jî ne leystikvan im!” Bi vê yekê em bi dilxweşî ji vê meseleyê xilas bûn.“
Filmê „Sürü-Kerî“ di festîvala Locarno de xelata „pilinga zêrîn“ wergirt. Navdariya Yilmaz Gûney êdî her ku diçû li cîhanê belav dibû. Vê yekê serê serdestên Tirkiyê yên wê demê pir diêşand. Piştî ku di salên 80yî de leşker hatin ser hikum, rewş hê jî aloztir bû. Yilmaz Gûney bi îzin ji girtîgehê derket, lê careke din venegerî. Wî berê xwe da xerîbiya Fransayê. Yilmaz Gûney li ser vê yekê weha dibêje: „Ez mirovekî ku bo doza xwe kar dikim. Min berê jî gotibû, heke dem were, ezê ji girtîgehê birevim. Ez ji girtîgehê revîm, ne ji Tirkiyê. Hevaln, armanca me vegerîna Tirkiyê ye. Lê ji bo ku em vegerin Tirkiyê, divê em li wir rewşeke baş pêk bînin, da ku mirovên wek we karibin li wir bijîn. Heke em bi vê yekê bi ser nekevin, ma hûn zanin hingê dê çi bi serê we were? Hûnê nexweş bibin, hûnê bibin kabadayî û ewê cezayên 20 an jî 30 salî bidin we. Hinek ji we wê bên kuştin, hinekên din wê ji jinekê hez bikin û li ber deriyê kerxaneyê bên kuştin, hi jî wê bibin qaçaxçiyên heroîn û cixareyan. Li dijî van hemû tiştan rêyek tenê heye: ŞOREŞ.“ Yilmaz Güney di çavê gel de wek mêrxasekî ku li dijî zordarî û mêtîngeriyê û ji bo azadiyê şer dike, dihate dîtin.
Yîlmaz Gûney sînemaya tirk reforme kir û dengê wê di nav cîhanê de bilind kir. Li ser rola filmên Gûney di sînemaya Tirkiyê de, İlyas Salman weha dibêje: “Heke em filmên Yilmaz Gûney û yên kesên din bidin ber hevdu, ez dibêjim filmên wî şoreşger bûn. Zaten li Tirkiyê bi du cureyan sînema tê çêkirin, yek mêr û jinên bedew dilîzin, ew ji bo civata bûrjuvaya biçûk filiman çedikin; yek jî kesên ji bo hişyarkirina gel sînema çedikin, hene. Yilmaz Gûney sînema ji bo gel çêdikir. Di nerîna min de, mînaka herî baş di vî warî de filimê wî “Hêvî” bû. Heke em “Kerî” û “Rê” jî ji bîr nekin, mînaka herî mezin li Tirkiyê “Hêvî” ye, ku Yilmaz Gûney bi vî filimî gelê tirk rakir ser lingan.”
Ku gelek kes sînemaya Tirkiyê bi berhemên Yilmaz Gûney re wek hev dibînin, nivîskarê kurd Ahmed Kahraman normal dibîne. Wî pirtûkek bi sernavê „Efsaneya Yilmaz Gûney“ nivîsiye. Ew weha dibêje: “Yilmaz senetkarek bû. Lê ew berî her tiştî mêr bû. Wek mêrekî hat dinê û wek mêrekî jiya û wek mêrekî jî mir. Wî serê xwe li ber tu tiştî dananî. Ev tiştekî mezin e. Bi pirtûkên xwe, bi filmên xwe, bi leystikvaniya xwe li dijî serdestan sekinî û şer kir. Ew ji bo mafên gelên bin dest têkoşiya. Ji ber vê yekê jî, ew bi rastî mêrxasek e.“ Wek leystikvanekî Yilmaz Gûney di dilê hemû gelên etnîkî li Tirkiyê de ciyê xwe girtibû. Temaşevanên wî ew fahm dikirin, ji ber ku wî rolên xwe yên nebaş jî bi awayekî mirovheziyê û bi wijdanekî pak dilîst.
Cara yekem Yilmaz Gûney mijara „Kurdistan“ di filmê xwe „Yol - Rê“ de bi zanîn bi cî kir, ji ber ku wî dizanî ku ew film dê li derveyê welêt bê nîşandan. Ew di hevpeyvînekê de dibêje, ku wî wek wezîfeyeke xwe ya demokratîk û neteweyî dîtiye, ku gelê xwe yê kurd bîne bîra cîhanê. Îlyas Emîr, ku serokê „Weqfa Yilmaz Gûney“ e û herweha berpirsê nivîsan ê kovara „Gûney“ ya siyasî û çandî ye, weha dibêje: “Yilmaz Gûney tu caran înkar nekir, ku ew kurd e. Lê belê, wî digot “ ez mirovekî sosyalist im jî.” Bingeha afirandina hunera wî ji koka wî ya kurdî û ji rewşa civakî a Tirkiyê tê. Yilmaz Gûney dixwest van rastiyan nîşanî cîhanê bike.“
Rêwîtiya Yilmaz Gûney ya dûr û bi êş li xerîbiyê bi dawî bû. Bi awayekî gelekî nêzîkî rastiyê, Yilmaz Gûney qala jiyana bê çareyî dikir, jiyana ku bi milyonan mirovên li Tirkiyê dimeşandin û herweha hewil didan xwe, ku xwe bigihênin civata modêrn. Bi vî awayî, ew di ser û çavên serdestên sîvîl û leşkerî yên Tirkiyê de bû diriyeke, ku wan bi hemû cureyan xwest rê li ber wî bigirin. Şopandina wî li sirgûniyê jî nedan rawestandin. Wî li wir jî rehetî nedît û bêriya welatê xwe kir. Di 9ê îlona sala 1984ê de, ew mir û li goristana Parîsê ya navdar “Pere-Lachaise” hate binaxkirin.
Yilmaz Gûney ji bo azadiyeke bê kemasî kar kir, lê ew azadî ji wî re nebû par, ne li Tirkiyê, ne jî li xerîbiyê.
SeydoCan@gmx.de
|
|
|
|
|
|