|
|
19.11.2004 - 10:08
|
[ 1781 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Pêwîstiya tekûzkirina kurdiyeke resen û -paşeroj-
Jîr Dilovan
 Jîr Dilovan | Berî her tiştî, dixwazim bînim zimên ku ez ne pisporekî zimên im. Lê belê min bingeha kurdiya xwe ji dîlok, lorîk, zargotinên dayika xwe û şevên zivistanan ji dengbêj, çîrokbêj û destanbêjên ku li mala me digihan hev, girtiye. Ji aliyê din ve ev sîh û sê sal in ku li gor xwe bi vî zarê şîrîn dinivîsim.
Dewletên ku xwedî al, ax û saziyên bingeh, di warê pêşvebirina zimanên xwe yên neteweyî de, xebatên mezin ên zanistî pêk tînin ku zimanê xwe birêkûpêk, resen û tekûztir bikin. Herwiha rêzik û rêznameyên derbarê bikaranîna zimên bi destên pispor û zimanzanên xwe didin amadekirin û sepandin.
Mixabin em kurd ne xwedî derfetên wiha ne ku zimanê xwe bi rêzik û rêznameyan ji alozî û tevliheviyeke giran rizgar bikin. Lewra ax çar perçe ye, her kesek bi serê xwe pispor û zimanzanekî kurdî ye. Di valahiya mezin a di warê nivîsa kurdî de, çi kesê ku dikarîbû çend peyvan bîne cem hev û çend hevokan saz bike, xwe nivîskar û zimanzan dida xuyakirin. Êvarî li ser daktîloya xwe rûdinişt û sibehî radibû pirtûka xwe dişiyande çapxanê. Ez bawer nakim ku nivîskarî li qasî zimanê kurdî di ti zimanên din de
hevqasî erzan be.
Herwiha êdî di pirtûkên hinek nivîskarên me yên bi nav û deng de jî, çewtiyên ku neyên bexşandin, tên dîtin. Ez çend mînakên piçûk, lê pir bi wate
bidim:
Di rêzimaneke kurdî-elmanî de, (kesê bixwaze, ez dikarim navan jî bidim) hevokekê bala min kişand: "Min taştê kir." Diyar e ku nivîskarê me yê kurd tirkî hiziriye û kurdî nivîsiye. Di tirkî de ji "min taştê
xwar" re "kahvalti yaptim.", ango "min taştê kir" tê gotin.
Mînakeke din:
Nivîskarekî me yê din î bi nav û deng di pirtûkeke xwe de "bindeq"a ku ji kurdî ketiye tirkî û bûye "findik", weke di tirkî de tê bikaranîn, ango "findiq" nivîsiye.
Nivîskarekî din "çarçov"a ku ji kurdî ketiye
nava tirkî û bûye "çerçeve", mîna tirkî nivîsiye.
Gelekên din, gotina "ez dijîm" bi "ez jiyan dikim" berevajî dikin. Ew kes nizanin ku jiyan nayê
kirin, lê tê jiyandin.
Ez dikarim bi sedan mînakên wiha birêzînim. Lê ez pêdivî nabînim.
Gelek nivîskarên me jî, weke ku ji herêma jê hatin tenê re binivîsin, li kerê miqersiyê siwarbûne û peya nabin. Hebê nebê tenê ji bo herêma xwe ango devoka herêma xwe bi kar tînin. Wê hingê jî mixabin xwe nagihînin xwendevanên çar perçeyan. Xwe bigihînin jî, nayên fêmkirin. Li gor dîtina
min, ev sedemeke herî bingehîn a tevlîheviya zimanê kurdî ye. Bi vê gotina xwe, ne ku ez devokên cîgeyî piçûk digirim, berevajî vê ez wan mîna çavkaniya zimanê kurdî dibînim. Lewra ew ne lawazî, dewlemendiya kurdî
ne. Lê belê qet gengaz nabe ku bi devokên cîgeyî wêjeya kurdî û berhemên hemdem ên kurdî derkevin holê.
Li gor nêrîna min, berhem û zargotinên devkî yên kevin, pêwîste bi devokên cîgeyî werin nivîsandin û dest li tîpeke wan jî neyê werdan. Lewra gelek peyv û gotinên kevin ku windabûne, di nava wan de veşartî ne. Lê em
ranebin di sedsala 21ê de zimanekî kurdî ku li her çar perçeyan were bikaranîn û fêmkirin, derneyînin holê, wêjeya kurdî di nava wêjeya cîhanê ya hemdem de cîh nagire.
Hinek nivîskarên me jî ji lêkolîn û lêgerînê direvin, tenê li qiraxa derya zimanê kurdî avjeniyê dikin. Xwe li pêlan nadin û bernadin kûraya vê derya bêbinî. Êdî dema di bikaranîna peyvan de li astengiyan rast tên, serî li peyvên çêkirî ango mekanîk dixin. Ev jî hê bêtir zimanê me diêxe nava alozî û tevliheviyê.
Bi dehan, bi sedan û bi hezaran xwendevanên kurd ku dilê xwe dane rêya vî zimanê delal, heyirî dimînin û ez li gilî û gazincên gelekan ji wan rast hatime. Nizanin ji peyveke ku bi çar-pênc şêweyan tê bikaranîn, kîjanê hilbijêrin. Ez bi xwe jî di bikaranîna gelek peyvan de, dimînim di nava
herênayeke mezin de. Êdî min li gor ezmûn û zanîna xwe rêçeke ku ez pê bawer im, vekiriye. Lê belê qet ne di wê angaştê de me ku ji sedî sed rêçika min jî tekûz e. Ji ber vê ez dibêjim, bi awayek lezgînî hewceyî bi komcivîn û xebatên pispor û zimanzanên kurd ên çar perçeyan heye.
Ez dixwazim werim ser peyveke ku ji aliyê hinek nivîskar û zimanzanên me ve tê bikaranîn. Her çiqas hinek nivîskar û rewşenbîrên me peyva "paşeroj" bi wateya dahatu, ango roja were bi kar tînin jî, ez di wê baweriyê de me ku dema ji devê wan derdikeve, aqlê wan jî mîna min diçe bi şûn (pişt) wan ve. Lewra peyva "paş" ti caran jî dahatuyê nayîne aqilê mirov. Kesên ku ev peyv bi kar anîne, vê yekê bi peyva "paşdeavêtin" ve girêdidin û "pêşî" û "pêşe" tevlîhev dikin. Dema ku "pêşîroj", ango rojên pêşî were gotin, ev rast e. Lê "pêşeroj" ne "pêşîroj" e. Ji aliyê din ve "paşveavêtin" an jî "paşdeavêtin" nabe sedemek ku dahatuyê bike "paşeroj". Lewra li gelek deran ji dêvla "paşdeavêtnê" "pêşdeavêtin" jî tê bikaranîn. Li gor
xwediyên vê angaştê, dema em bibêjin li paş binêre, ew yê li kû binêrin?
Dema ku bibêjin "paşve here", ew yê bi kû ve biçin? Wekî din, peyvên ku ji "paş" derketin holê, yê werin çi wateyê? Mînak: "paşverû", "paşveçûn" û hwd.
Ev peyva ku tevlîheviyeke mezin êxistî nava zimên, ji kû derket û kengî derket? Min bi xwe yekem car ji Medya Tv, dû re ji Kurdistan Tv bihîst. Koma Berxwedan jî, di strana xwe ya "Ey serokê me paşeroja me" de
bi kar anî. Herwiha straneke ku ji sed pirtûkî bêtir bandora xwe dike, bandora vê peyvê li gelek kesan kir.
Ji bo yekîtiya zimên ev xeteriyeke mezin e ku bê lêkolîn û lêgerînên mezin, peyvên aqlê mirov bigelicîne, wiha hêsanî werin bikaranîn.
jirdilovan@web.de
|
|
|
|
|
|