|
|
16.11.2008 - 11:27
|
[ 2062 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Leystikvanê filman Billey Demirtaş: Stêreke kurdî di ezmanê sînemaya elmanî de
Sîrwan H. Berko - Dortmund
 Dîmenek ji rêzefilmê elmanî „KDD – Kriminaldauerdienst“: Billey Demirtaş rola polîsekî dilîze. | Berî bîst û çar salan li Parîsê derhêner û leystikvanê filman ê kurd ê binavûdeng Yilmaz Gûney mir. Ew ta roja îroj jî wekî “bavê sînemaya kurdî” tê binavkirin. Yekî ku daye ser şopa wî Billey Demirtaş e. Leystikvanê elman-kurd yek ji leystikvanên bi esil kurd ên kêm in ku karî xwe li Elmanyayê ferz bikin. Ew ji sala 2007ê ve yek ji rolên sereke ên rêzefilmê polîsî „KDD – Kriminaldauerdienst“ de dilîze, ku di kanala televizyonê ya elmanî ZDF de tê weşandin.
Billey Demirtaş di sala 1977ê de li Stenbolê ji dayik bûye. Dê û bavê wî bi eslê xwe ji Mêrdîna Kurdistana Tirkiyê ne. Hîn Billey du salî bû, malbatê koçberî Elmanyayê bû û li bajarê Bochumê bi cî bû.
Hîn di zaroktiya xwe de Billey Demirtaş dixwest bibe leystikvanek tênisê. Lê xwezteka wî bi cî nehat. Çimkî Billey dest pê kir ku şano bilîze. Ew nozdeh salî bû dema ew ji bo yekemîn car derket ser dikê. Billey Demirtaş li bajarên Essen, Bochum û Oberhausen çar salan şano lîst. Lê xewna wî li wê derê bi dawî nehat, wek ku ew dibêje: “Ji pêşî de ji min re zelal bû ku ez dixwazin berê xwe bidim film û televizyonê.”
Ji bo ku ew xewna xwe ya mezin bi cî bîne, wî ji xwe re mamosteyek leystikvaniyê peyda kir û du salan pê re xebitî. Di wê navê de wî yekemîn kurtefilmê xwe çêkir. Da ku ew bikaribe wekî leystikvan bê naskirin, wî filmê xwe şand ji gelek ajansên leystikvanên filman re. Piştî çend hefteyan ajansekê ji Billey re got ku ew dixwaze wî bîne cem xwe. Bi vê biryarê Billey Demirtaş wek leystikvan hate pejirandin. Êdî ajansa wî ew dişand pêşbirkên hilbijartina leystikvanan ji bo film û rêzefilman. Ev yek jê re bû alîkar ku bikaribe çend rolên biçûk di çend projeyan de bi dest bixe, mîna rola wî di rêzefilma naskirî “Balko” de, ku hingî di kanala RTL de dihate weşandin.
Piştî serketinên wî di projeyên biçûk de, Billey Demirtaş di sala 2003ê de beşdarî pêşbirka hilbijartina leystikvanan ji bo filmekî sînemayê yê mezin bû. Derhênerê filmê „Männer wie Wir“ (Zilamên mîna Me) ji talenta Billey ewqasî razî bû, ku wî rolek da wî. Di vî filmî de, ku sala 2004ê kete sînemayên elmanî, Billey Demirtaş bi rola firoşgerekî kebaban ê mêrbaz rabû. Ev film ne tenê li Elmanya, lê herweha di asta navneteweyî de jî bi ser ket.
Di rêzefilmê „KDD – Kriminaldauerdienst“ de Billey Demirtaş rola polîsekî dilîze. Ev rêzefilm ewqasî hate hezkirin, ku wî komek ji xelatên filman ên giring stendin. Billey Demirtaş niha xwe ji beşê siyemîn re amade dike, ku gerek sala bê di televizyonê de bê weşandin. Billey dibêje ku ew pir ji rola xwe hez dike. Lê ew bêtir ji rolên leystikvanê qelemaçan û herweha dizê bankê hez dike. Lê nêzîktirîn rol ji dilê wî roleke din e: “Mezintirîn xewna min ew e ku eger rojekê kesek jiyana Yilmaz Gûney bike film, kî vî filmî çêke jî, divê rolek min tê de hebe.”
 Billey Demirtaş: "Dixwazim di filmekî li ser Yilmaz Gûney de bilîzim." | Ta ku Billey Demirtaş giha vê asta xwe ya niha, wî rêyek dirêj derbas kir. Ji bo ku ew di warê xebata xwe de bi ser keve, wî ji bo demekê li „The studio international film actors” li herêma filmên emerîkî Los Angeles dersên leystikvaniyê stendine. Çendîn ew bi temenê xwe yê sî û yek salî hîn ciwan e, lê wî dikarî di çend salên dawî yên kêm de ji xwe re di warê filman de nav û ciyekî çêke. Serketina wî giha wê radeyê ku ew bikaribe xweş ji xebata xwe bijî. Lê ne hesan e, ku mirov bibe leystikvanê filman, wek ku Billey Demirtaş dibêje: “Kesê ku difikire, mirov bibe leystikvanê filman û êdî jiyanek xweş dijî û tim li ser cilikên sor dimeşe û gelek pere qezenc dike, hingî hertişt zû derbas dibe û mirov li ser bêvila xwe dikeve.” Leystikvanê kurd Billey diyar dike ku herkes dikare di vî warî de bi ser keve. Lê serketin bi tenha xwe nayê: “Divê mirov baş bixebite û bi xwe baş bawer be. Pir pir dijwar e, ku mirov tenê ji leystikvaniyê bijî.”
Billey Demirtaş xweşbîn e dema ew behsa sînemaya kurdî dike. Ew ji zûde filmên kurdî dişopîne û têkiliyên wî bi derhêner û filmçêkerên kurd re hene. Billey di wê baweriyê de ye ku sînemaya kurdî heye, “lê ew hîn di destpêka xwe de ye”. Li gorî wî, divê bêtir filmên dûrî siyasetê çêbibin, da ku bi taybetî ciwan bikaribin li wan temaşe bikin. Billey Demirtaş bi xwe dixwaze di filmekî kurdî de bilîze. Hewildanên wî yên di vî warî de berdewam in û ne dûr e ku em wî nêzîk di filmekî kurdî de bibînin.
Bîst û çar salan piştî mirina wî, Yilmaz Gûney teqez di gora xwe de kêfxweş e. Çimkî xebata ku wî dest pê kir, ji aliyê nifşên bi dû wî de tê berdewamkirin.
E-Mail: sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|