|
|
26.04.2007 - 02:42
|
[ 2032 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ne hêjayê, ne hêjayê!
Sîrwan H. Berko - Köln
 Rojîn Kurdên Binxetê û medyaya kurdî îhanet kirin | Rojîn hunermendeke kurd a naskirî ye; hezkiriyên hunera wê li seranserî Kurdistanê peyda dibin. Bi stîl û hunera xwe ya balkêş wê karî zû bibe hunermendeke navdar. Pirê caran navdariya ku zû çêdibe, dihêle ku mirov ser xwe biçe û ji bîr bike bê kê hiştiye ku ew navdar bibe. Navdariya ku Rojîn bi dest xistiye, hiştiye ku ew ji bîr bike bê ew ji kû hatiye û bi xêra kê ew bûye navek giring di nav hunermendên Kurdistanê de.
Dema mirov ser xwe diçe, mirov gelek tiştan dike û dibêje, ku ne tim baş in. Tiştê ku Rojîn do piştî nîşandana filmê Dol di sînemayeke Kölnê de derheqê Kurdên Binxetê de got (bixwîne), nîşaneke berbiçav e bê çiqasî hunermenda kurd ser xwe çûye. Dibe ku wê henek kiribe jî, lê dema mirov Kurdên beşekî Kurdistanê wekî "eskerên tirk" bi nav bike, hingî mesele ji asta henekan derdikeve û dibe bêzoqiyek bêsînor. Em tevde dizanin bê eskerên tirk li dijî gelê kurd çi kirine û çi dikin. Eskerê tirk êdî bûne têgeheke ji bo hôvîtî û xwînmjiyê. Xuya dike ku Rojîna kurd ev tişt giş ji bîr kirine.
Pêwîst nake ez li vê derê bêjim bê Kurdên Kurdistana Suriyê ji gelê xwe yê li perçeyên Kurdistanê yên dî re çi kiriye û çi nekiriye. Li şûna peyveke xweş, li şûna straneke xweş ji vî beşê jibîrkirî re, Rojîn dev davêje xelkên wê derê, şeqamekê li rûyê gelê xwe yê li wê derê dixîne. Ev ne exlaqê hunerî ye!
Piştî ku Rojîna kurd hevpeyvîneke dirêj da kanaleke televizyonê ya tirk a bi navê "Yol Tv", ez çûm cem wê û min jê xwezt ku ez hevpeyvînekê pê re bikim, da jê bipirsim bê ma çima wê ew tişt li dijî Kurdên Binxetê got. Rojîn kêfxweşiya xwe anî ziman û xwezt bersiva pirsên min bide. Lê dema min jê re got bê ez kî me, maadê Rojîna kurd tirş bû, rabû ser xwe û bi hêrs ji min re got ku ew naxwaze bi min re biaxive. Lê ne tenê ev: Wê ji Kurdekî li wê derê re - ku bi kurdî jî dizane - bi hêrs û bi zimanê tirkî (!) çend tişt li ser min got. Ji ber ku ez bi tirkî nizanim, min fêm nekir bê xanima hunermend çi got, lê ez bawer im ku ne tiştin xweş bûn.
Min xwezt bizanibim bê ma çima wê wilo kir, Rojîn bersiva min neda û ji min xwezt ku ez ji salonê derkevim, mîna ku salon a wê be. Min xwezteka wê bi cî nenanî, rabû Rojîn pişta xwe da me û ji salonê derket. Ew Kurdê ku Rojîn pê re bi tirkî axivî, ecêbmayî ma û da dû wê.
Piştî ku çalakî bi dawî hat û ez ji salonê derketim, min fêm kir bê çima Rojîn ew helwest nîşan da. Di 20.02.2006ê de, min di Malpera Amûdê li ser malpera Rojîn rexneyeke biçûk (Biner: www.amude.net/Nivisar_Kurdi_deep.php?newsLanguage=Kurdi&newsId=4465) nivîsandibû. Hingî Rojîn pir aciz bûbû û e-mailek pir xerab ji min re şandibû, ku ta niha jî li cem min erşîvkirî ye.
Min bawer nedikir ku Rojîn ewqasî ji rexneyan aciz e. Min bawer dikir ku jiyana wê ya li Stenbolê, ku rojane bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan û herweha çewisandina ramana azad pêk tên, wê Rojîn hîn kiribe bê çiqasî pêwîstiya mirovî bi mafê raman û peyva azad heye. Lê hunermenda me jî xwe weke dijmineke peyva azad nîşan da, ku min ev hêvî qet jê nedikir.
Rojîn têra xwe dem da televizyona tirkî ku pê re hevpeyvînekê pêk bîne, lê di heman demê de wê kerta sor da rojnamevanekî kurd, ku bi zimanê kurdî diaxive û dinivîsîne! Wilo diyar e ku işqa tirkbûnê zora xwîna kurdî ya di laşê Rojînê de biriye.
Rojîn di demeke kurt de du şaşitiyên mezin kirin. Eger ew bixwaze hunermenda hezkirî ya gelê xwe bimîne û xelk berdewam jê re bêjin "hêjayê, hêjayê", divê ew zû lêborînê bixwaze, ji Kurdistana Suriyê û herweha ji medyaya kurdî, ku bi zimanê wê yê dayikê weşanê dike!
E-Mail: sirwan@amude.com
-------------
- »DOL« kete sînemayan û Rojîn dev avêt Kurdên Suriyê (amude.com, 26.04.2007)
|
|
|
|
|
|