|
|
04.01.2007 - 02:50
|
[ 1947 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Binxet jî morîkek din li tizbiha salên xwe zêde dike
Kerem Yûsiv - Qamişlo
 Kerem Yûsiv | - Ma qey sibe sersal e...?
- Bi Xwedê hayê min jê tune ye...!
Ev kurtahiya hevpeyvîna roja berî sersalê di nav min, Aras, û Usama de çêbibû, dema behsa sersalê di civata me de hate kirin.
Teqez wateyek sersalê li nik her kesî ji me heye, piraniya van wateyan di aştî û gihaştina hêviyan de têne civandin.
Teqez gelek kes hene ku meraqa xerabî, kuştin, tevlihevî û gelek tiştên xerab ên dî dikin, bi wateya ne tenê hêviya tiştên qenc têne kirin, lê hêviya tiştên kirêt jî têne kirin.
Di vir de divê em ji bîr nekin ku hin kes hene gotina sersalê wan aciz dike, naxwazin ku ti kes vê meselê ji wan re behs bike, û ji aciziya ji sersalê ji şevan tevan di sersalê de zû dirazin.
Sersala min:
Ê min bi xwe, ez kesek im ku teqandina fitaşeyan sersalê tîne bîra min, û ji ber fitaşe berî sesalê jî têne teqandin, wisa berî hatina sersalê ez nas dikim sersal nêzîk e... Lewra ez jî hewil didim fitaşeyan di her deverekê ji gewdeyê xwe de biteqînim. Lê bela ev fitaşe tenê mirovahî û hezkirinê di hundirê min de bihêlin.
Sersala 2007an derbas bû bê ku mey silavê li nava min bike, ji ber di rojên hestdar mîna sersalê yan cejnan de, dayika min li hêviya min dimîne û min bêhn dike.
Sersala dapîr û bapîrê min:
Di sersalê de min dapîr û bapîrê xwe serdan kirin, min xwest nas bikim bê sersala wan çawa ye, çilo lê dinerin, çawa bû li nik wan... Serdana min bû hûde bû, ji ber ew zû razan, da ji bo nimêja sibehê şiyar bibin.
Sersal li nik Kurdên Binxetê:
Berî ez vê gotarê binivîsînim, ez bi gelek yixityarn re rûniştim, min hin agahî ji devê wan li ser rewşa sersalê li nik Kurdên Binxetê dan hev, û herweha wateya sersalê li cem wan.
Du dîmenên balkêş li nik Kurdên Binxetê di sersalê de dihatin naskirin: Dîmena yekemîn girêdayî bi zarokan bû:
Tê gotin ku zarokên gund di êvara sersalê de rûyê xwe tenî dikirin, cilên mezinan an cilên qetyayî û rizyayî li xwe dikirin, li malên gundiyan digeriyan, û her li dergehê malekê xistibana, sirûdek wan hebû digotin, û ev sirûd jî ev bû:
Serê salê binê salê
Xwedê lawekî bide kebaniya malê
kebaniya malê dest bi zêrîn e
destê xwe bavêj kulîna
pera qirdik virde bîne
Dûvre xwediyê malê pere an hinek savar, nîsk, fêkî, mewîj, dendik an tiştek dî didan zarokan, û dûvre zarokan gera xwe ya li gund berdewam dikir.
Sersala xort û zilaman:
Di şeva sersalê de çend zilam û xort ji gund digihan hev, diçûn gundekî cîran, dîkên gund didizîn, dianîn gundê xwe û serê xwe bi diziya dîk li pêş gundî, jin an zarokên xwe mezin dikirin û diziya dîk dibû nîşanek ji mêrantî û cegerê wan re!
Sersala keç û jinan:
Ti agahî tune ne li ser pişikdariya jinan di sersalê de, lê hêja ye em bêjin ku keç û jin piştevaniya bira, mêr û zarokên xwe dikirin. Wate dema zilaman dîk didizîn an zarok li malan digeriyan, armanca wan ya sereke ew bû ku karê xwe pêş xuşk û dayikên xwe bikin; armanca zilam û xortan jî mîna ya zarokan bû.
Sersala belengazan:
Dema zarok li malan digeriyan an zilam diçûn diziya gundekî, belengaz ji sersala wan nedifiltîn, bi wateya ku ew jî di sersalê de pişikdar bûn; eger bi rengekî tiravlî be yan ne tiravlî.
Tê gotin ku di sersalê de hin kesên dewlemend an ên ku rewşa wan ya aborî baş, fêkî û xwarin dixistin pancereyên malên belengazan û dibezîn. Yanî sersal derfetek bû ku belengaz jî bêne bibîrxistin.
keremyusiv@hotmail.com
|
|
|
|
|
|