www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
04.01.2007 - 01:22 [ 1917 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Sedam ne ji bo Kurdan hate sêdaredan

Selwa Gulî


Selwa Gulî
Ev sersal ji hemû sersalêt din taybetir bû ji bo Kurdan û tevaye Iraqê. Cejin û sersal û sêdaredana Sedam ketin ber êkda. Gelo çi giha Kurdan ji vê roja hinde dîrokî û giring? Çi li me zêde kir?

Em bikenin ji ber xwînmijê gelê me bi dawî hat, yan bigirîn ji ber bab û birêt me nehatin beramberî sêdaredana Sedam? An em rexne bikin, an bêdeng bimînîn li ser vê rotînê û tevlihevya siyaseta gelê me?

Ev roj umêda hemû Kurdan bû. Hindî bîra min tê
Kurdan daxwaza nebûna Sedam dikir bi çi şêwe ba, ne giring bû.
Piştî azadbûna Başûrê Mezin, gelek tişt hatin guherîn. Kurdan dixwest bi destên xwe Sedam mehkeme bikin û biryarê li ser bidin. Piştî girtina Sedam, diviya Kurdan bi zanebûn danûstendin li gel dadgeh
û parêzeran kiriba, bê ka ewê çawa heq û hiquqêt Kurdan danabana pêş her tiştî.

Sêdaredana Sedam bi destên Ereban û bo bûyerêt ku bi serê wan hatin, diyar bû û di bin nav û navdarêt û xîtabêt wan bi dawî hat.

Min gelek guhdarî dengûbasêt Kurdan kir. Xelkêt zana û yên sîvîl bi tevayî digot: "Heqê me ji Sedam cê bû".
Gelo heqê Kurdan ji Sedam çêkirin an ne?

Her ji gilawêjê ez li ber tb û hemû ajensêt ewropî u erebî û kurdî mabûm, heta kêlîka dawî ji jîna Sedam. Ez ji hemû dilê xwe li benda rojek wisa bum. Lê mixabin qet keyfa min nehat..!

Dema ez temaşey dîroka Kurdan dikim, xebata ku wan û qurbaniya wan ji bo azadbûna ziman û welatê xwe kirî, û em yek bi yek şehîden xwe û rojên xebata wan jî bihejmêrin, gelo divê em gihabin çi armanc û em niha li kîjan gonaxê bana?

Ev hemû Enfal û qurbanîdan û zindan û sêdaredan û komkujî, sutina gundan û her tiştê hatî serê me, hemû neketin beramberî bûyera Ducêl! Gelo xelkê Ducêl pitir ji Kurdan qurbanî dane?

Ev jî giranîeke di dilê me de: Ewqa siyasetmendên me Kurdan xav û sist bûn; ewqas parêzer û qaziyêt me sist û xav bûn...!

Diviya Sedam maba heta bûyera Helebçe û ya Enfalan jî
hatibana holê. Ev jî bo Kurdan kêmasiyek e.
Sedam li ser bûyera Ducêl hat sêdaredan û navê wî li mêjûya erebî û ya cîhanî hat çesipandin. Di bawerya min de ewê bibe qehreman û di pêşeroje de jî mezarê wî wê ji bo gelê ereb bibe cihê şnaziyê.

Vî tiştî hişt ku xwîna Kurdan winda bibe. Diviya bû ku Sedam berî hertiştî li ser bûyera Helepçe û Enfalan û komkujiyê hatiba dadgehkirin û sêdaredan. Bila navê Kurdan û xwîna wan jî li çapemenî û mêjuya cîhanî hatibna çesipandin. Ew dibû kêmtirîn maf ji bo malbatên şehîdan.

Me hertiştê xwe winda kiriye: xwîna xwe, mêjûya xwe û zimanê xwe: mafê me bû ku Sedam li ser xwîna gelê kurd hatiba sedaredan.

selwa_guli@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000