www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
23.07.2006 - 17:13 [ 1930 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Canda: Xwendevaneke kurd a serketî

Sîrwan Hecî Berko


Canda Bimbaşî belgeyên serketina xwe nîşan dide
Di dema dawî de, li Elmanyayê guftûgoyên germ li ser zarok û ciwanên bianiyên li Elmanyayê pêk tên. Van guftûgoyan dest pê kir, piştî ku pirsgirêkên di dibistaneke li Berlînê de eşkere bûn. Mamosteyên dibistana “Rütli” ji ber bêciriya şagirtinên xwe berê xwe da wezareta perwerdeyê û gilî kirin. Bi taybetî şagirtên tirk û ereb jiyana mamosteyên xwe kiribûn dojeh. Wan ne tenê guh nedida dersên xwe, lê herweha gelek caran kêr û demançe bi xwe re dibirin dibistanê û mamosteyên xwe tehdîd dikirin. Problêma dibistana “Rütli” demeke dirêj bûbû mijara herî germ a çapemeniya elmanî.

Di nav xwendevanên biyanî li Elmanyayê gelek nimûeyên baş jî hene. Keça kurd Canda Bimbaşî yek ji wan şagirtan e, ku di xwendina xwe de pir serketî ne. Berî çend hefteyan, Canda bi serfirazî pola 10ê bi dawî anî û di dibistana xwe de yek ji şagirtinên herî serketî derket.


Canda ji ber serketina di xwendina xwe de hate xelatkirin.
Wekî hersal, rêxistina “Lions Club” li bajarê Wanne-Eickel îsal jî şagirtên herî zîrek xelat kir. Canda jî xelatek stend. Ew yek ji wan xwendevanan bû, ku di nav hemî dibistanên bajêr de, yên herî jêhatî û serketî bûn.

Canda 17 salî ye. Ew berî 4 salan ji Kurdistana Suriyê koçberî Elmanyayê bû. Ligel ku hînbûna zimanê elmanî pir dijwar e, lê wê karî di nav 6 mehan de xwe fêrî vî zimanê biyanî bike. Vê yekê alîkariya wê kir, ku ew bikaribe zû ciyê xwe di nav civaka nû de bibîne û serketina xwe ya li welatê xwe li vî welatê biyanî bidomîne.

Di sala xwendinê ya dawî de, ji Canda hate xwestin ku lêkolînekê amade bike. Wê ji xwe re “Kurdistan” wekî mijar hilbijart. Ji bo lêkolîna xwe ya li ser welatê xwe, Canda xalên herî bilind stendin.

Li ser pirsa bê ma ew ji bilî xwendinê çi dike, Canda bersiv da û got: “Xwendin û kar û hew.” Piştî dibistanê, ew diçe cem textorekî diranan kar dike. Hezkirina wê ji vî karî re hişt ku ew bixwaze ku bibe textora diranan. Ji bo vê yekê xwendina bakaloriya gerek e. Canda niha xwe ji bo vê xwendinê amade dike.

Canda keça siyasetvanê kurd Welîd Bimbaşî ye. Hêviyên wî di keça wî ya biçûk û delaliya malê de pir mezin in.

Serketina Canda nîşan dide, ku herkes dikare bi ser keve, eger ew bi rastî jî bixwaze.

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000