|
|
11.04.2006 - 20:11
|
[ 1935 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Kulîlkên reş
Miço Kendeş
 Peyama Kurd, hejm. 83, 07.04.2006
| Gava çavê min li ser rûpela rojnameya Peyama Kurd li wêneya zarokê kurd, yê li Diyarbekrê bi fîşeka hêzên tirk hatibû kuştin, ket, ez veciniqîm. Gelo çawa yekî kurd dikare foto-montaceke bi vî rengî çêbike û raberî cîhanê bike bêyî ku bi kûranî di encam û amancên wê de birame!?
Eger em bi çavê yekî ku bûyerê ji nêzîk ve naşopîne, li wêneya termê şehîdê xwe yê biçûk yê di nav gulan de ramedayî binerin, mirov dibêje qey westiya ye û ketiye xeweke şîrîn.
Ev termê ku bi kulîlkên buharê hatiye dorpêçkirin, ji hêrs û girê me û cîhanê kêm dike û dihêle ku mirov wêneyê bûyerê ya reş ji bîr bike û ji hovayetî û nemirovayetiya di hundirê bûyerê de û kuştina zarokekî bêguneh dûr bikeve.
Gerk e em Şehîdên xwe di dilê xwe de bi gul û kulîkan dorpêç bikin. Divê em di medyayê de rûyê herî reş yê kiryarên hêzên Tirkiyê yên hovane ji xwe û cîhanê re pêşkêş bikin.
Bi kurtî: çêkirina foto-montajeke wisa yan destê MÎT û ewlekariya Tirkan tê de heye, yan jî yê ku ev foto-montaj çêkiriye û amade kiriye ji tehlûkeya karê xwe ne haydar e (wê baştir ba eger wî dosta xwe li şûna termê Şehîd bixista nav gul û beybûnan). Bi ser de medya kurdî jî radibe bê zanebûn vî wêneyî belav dike, di encamê de ji sertî û reşbûna bûyerê kêm dike.
Di bûyereke wisa de, divê medya bi karê xwe rabe û li hember hovetiya dijmin berpirsiyar be û bûyereke wisa têxe berjewendiya doza Kurdan, ne hewil bide bi mebest û bê mebest xusetê hovane ji ser dijminê mirovan rake û bi nezanî armancên hovan pêk bîne û xizmeta wan bike.
Divay bû ev wêneyê reş dunya bida hev.
Dema yekî ne kurd vî zarokê şehîd yê ku di nav taxeke Kurdan a tijî kevir û herî û toz de, taxeke ku mîna xelkên xwe ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve hatiye jibîrkirin û piştguhkirin, zarokê ku li bin solên hêzên tirk hatiye kuştin, dibîne, pê re êşa miletkî jî dibîne û neadilmendiya hikumeta Tirkiyê jî dibîne; zarokê ku di nav tozê de hatiye kuştin, wêneyê reş a li holê raber dike.
Ji ber vê yekê em dibêjin: termê zarokê me di nav tozê û li ber botên leşkerên tirk bihêlin, ta em û xeyrî me jî bizanibin bê ta çi radeyî dijminê me hov û ne mirov e, û gulên xwe bidin serok û rêberên xwe, belkî nên ji ser we qut nekin.
|
|
|
|
|
|