|
|
01.04.2006 - 02:09
|
[ 1926 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ax Diyarbekir, axx!
Felat Dilgeş
 Felat Dilgeş | Bûyerên ku ji serê çend rojan ve ye li Diyarbekirê rû didin, bala tevê dinyayê dikşînin. Piştî rakirina cenazên hin xortên ku li Mûşê hatibûn kuştin, li bajêr bûyeran dest pê kirin û heta niha 6 kesên sîvîl, ku yek ji wan zarokekî 10 salî ye, hatin kuştin. Tevî 14 gerîlayên ku li Mûşê hatibûn kuştin, hejmara kuştiyan gihuşt 20 kesî. Di dema rakirina cenazeyan de, bi hezaran mirov derketin kuçe û kolanan, di encama şerê navbera polîs û protestokiran de, bi sedan mirov birîndar bûn, bi sedan dikan hatin şewitandin. Bûyerên ku li Diyarberkirê dest pê kirin, piştre peşkiyan bajarên wek Wan, Sêrt û Batmanê jî.
Li hember şer û kuştinê derketin wezîfeyek mirovî ye. Tu kesî bi qasî kurdan ji şer nekişand. Li cenazeyên kesên ku bi hovîtî hatine kuştin jî, divê mirov xwedî derkeve. Yên ku dikujin, divê qet nebe hurmetê ji şîna yên kuştî re nîşan bidin. Belê mixabin ku ev adet li ba dewleta tirk, çaxê yên kuştî kurd bin, heta li ba gelê tirk jî tune. Bînin bîra xwe bê ka çend sal berê li Antalyayê cenazên sê xortên kurd çawa ji gorê deranîn û li ser axa xwe qebûl nekirin.
Rast e, divê em li cenazeyên xwe, li kuştî û miriyên xwe xwedî derkevin. Eger yên kuştî di ber dozekê de hatibin kuştin, divê em li doza wan û xwe xwedî derkevin. Îcar rê û qaîdeyên her tiştî hene. Li Diyarbekirê bi rojan girtin û şewitandina dikanan, gef li kesên ku dikanên xwe nagirin, xwarin. Gelo heta kû derê ji doza gelê kurd re xizmetê dike? Yeka din: di vê raperînê de kîjan daxwaza gelê kurd hat rojevê. Bila kes xwe nexapîne, mesela kurd a ku siyasî ye, bi sloganên "bijî serok Apo" an "em şer naxwazin" çareser nabe.
Hin kes dibêjin ku li Diyarbekirê "bêîtaetiyek sîvîl" heye. Baş e, ev "bêîtiatiya sîvîl" ji bo kîjan daxwazê ye? Em tev dizanin ku DTP û hêza li pişt wê di lidarxistina "raperîna" Diyarbekirê û derên din de rola sereke leyistin. Ne Diyarbekir û ne jî bajarên Kurdistanê yên din, her gava ku em bixwazin, dikarin rabin ser lingan. Belkî ev gel sê çar caran ji ber neheqî û kuştinê rabe ser lingan, belê her û her tiştên weha çênabin. Ji merheleyekê bi şûn de, gava ku daxwazek siyasî ya maqûl tune be, gel jî dikerixe.
Niha li Diyarbekirê bi sed hezaran mirov derketine, li kûçe û kolanan rûniştine û bêyî ku fîska xwe jî bi kesî bikin, daxwaza bi zimanê kurdî perwerdehiyê bikirana, wê dewleta tirk çi bikira? Bi sed hezaran mirov sê rojan li ser hev ji bo zimanê kurdî li kuçe û kolanên Diyarbekirê rûniştana û piştre ev kar bipeşkiya bajarên din, wê dinyayê çi bigota? Em hemû bajarên Kurdistanê bişewitînin jî, dewleta tirk wek muxatebên siyasî bi kesî re rûnanê. Belê gava ku em ji bo daxwazên xwe yên sîvîl û demokratîk bi awayên aşitiyane dakevin kuçe û kolanan, hingê ewê tevahiya dinyayê jî pişta me bigire.
Xwezî îrada siyasî ya li pişt van bûyeran di şûna ku efûkirenekê ji dewleta tirk bixwaze û doza başkirina rewşa şertên Abdullah Ocalan bîne ziman de, ji bo daxwazên sîvîl û siyasî yên ku ewê ji çareserkirina pirsê re xizmet bikirana, gelê kurd daxista kuçe û kolanan. Heyf e, heyfa vî gelî ye.
Îro mesela kurdan a herî bingehîn pirsa ziman û asîmilasyonê ye. Di çareserkirina pirsa ziman û asîmilasyonê de, bi hin lebatên sîvîl û demokratîk mirov dikare bi rehetî desteka tevê dinyayê bistîne û dewleta tirk neçar bihêle ku zimanê kurdî binase.
Eger belediyeyên Kurdistanê bi daxwaza ku dewlet karê perwerdehiyê ji wan re bihêle û perwerdehî bi zimanê kurdî bê kirin, gelê kurd derxista meydanan, gelo wê dewletê çi bikira? Eger dewletê ji bo ku kurd dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin, 6 kurd li kuçeyên Diyarbekirê bikuştana, ewê çawa ji bin vî barî rabûya?
Baş e, li Diyarbekirê û bajarên din, bi rojan e ku kurd ji bo çi rabûne ser lingan? Eger sedem kuştina gerîlayên li serê çiya be, bawer bin ev dewlet wê dîsa bikuje.
Xwezî kurdan hêz, enerjî û taqeta xwe di riya siyasetek baş de zihê bikira. Xwezî milyonek kurd ji bo ku bi zimanê kurdî perwerdehî bê kirin, daketa kuçe û kolanên bajarê Diyarbekirê û doza zimanê xwe bikira. Xwezî kurdan bizanibûya ku ziman namûs û welat e.
Ax Diyarbekir, axx!
-----------
Ev nivîsar ji malpera nefel.com ve hatiye girtin.
|
|
|
|
|
|