www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
21.12.2005 - 16:18 [ 1945 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Ji Hewlêrê heta bi Hewlêrê
«Wexta Kurdistana ku du agahdarîname bi 30 sal zindan werin xelatkirin!!!»


Hoşeng Broka


Hoşeng Broka
Paş weşandina çend „agahdarînameyan“ ji hêla Dr. Kemal Seyid Qadir ve, ku rêzdar Mesûd Barzanî û binemala Barzaniyan bi giştî, li seranserî wan, wek ciyê „cinêwbarankirin“ û „rexnebarankirinê“, tên xwendin, xwediyê wan, „soz û soz“ (herwekî çawa xwênerên xwe agahdar dike) „gefxwendin û gefxwendin“, „dadgeh û dadgeh“ û „siza û siza“, berê xwe dide Kurdistana „azad“, daku li wir, ku Kurdên wî „azadî û demokratiyê difiroşin yan jî dikirin“, ew jî wek hemwelatiyekî kurd, ku ji „Vîyêna heta bi Hewlêrê be“, „azadî û demokratiya“ xwe, bibêje.

Paş vegera wî ya azad, bo Kurdistana „azad“, Dr. Kemal Seyid Qadir di 26.10.2005an de, ji hêla „istixbaratên bi kurdî“ ve, ku li jêr navê „Paraztin“ xelkên Kurdistanê, hînî „azadiya bi kurdî“, dikin, tê revandin1.

Jixwe „aghdarînameyên“ Dr. Kemal („agahdarînameyek“ & „welamek bo berêz Mesûd Barzanî“, ku di „kurdistanpost.com“ê de hatine weşandin) ji „agahdarkirina xwênerî li ser belgeyan“ bihtir, ew agahdarkirinek li ser „gefxwendin“, „dijûnxwendin“ û „heyfxwendin“a wan „belgeyên ku xwedêgiravî, di destên wî de ne“, li ser „hikumeta herêma Barzaniyan“ û serokê wê Mesûd Barzanî ye.

Heta ku ev „belgename“ ji sîha xwe neçin navên xwe û ji destên Dr. Kemal neçin destên yasayê, heta ku ev „erşîva mezin“, ya „Barzaniyên bi dizî û hikumeta wan ya bi dizî, ku li gora Dr. Qadir ji KGB heta bi şêx Zana ye“, ji wexta „dijûnavêtin“, „sixêfavêtin“ û „devavêtinan“ negihe wexta rexnekirin û dokûmentkirinê; heta ku destên Dr. Qadir yên „agahdar“, ji tehdîdkirina „efsanekirina Barzaniyan“, neçin rêyalîzekirin û belgeeşkerekirinê; heta ku „agahdarîkirinên“ Dr. Qadir ji „çîroka“ „KBG-kirin“, „CIA-kirin“, „Mosad-kirin“, û „STASI-kirin“a 2 „tevger û hukumraniya Barzaniyan“ , neçin dîrokkirin û lêkolînkirina wan „casûsîkirinan“; heta ku „rêzgirtina“ Dr. Qadir ji „Hikumeta Barzaniyan û serokê wê re“, ji „gefxwendin“ û „tolvegirtinê“, neçe „birîn-xwendin“, „maf-xwendin“, „Kurd-xwendin“ û „Kurdistan-xwendinê“; heta ku Dr. Qadir ji „dadgehên Hukumranî-Paraztinê“ neçe dadgehên gel- û mafparaztinê; û….. heta ku darizandina „agahdarîname“ û „welamnameyan“ û xwediyê wan ji biryara „serok“ û biryarên „çekmaçeyên ewlekariyê“ neçe biryara dadgeha sivîl; mirov nikare navê Dr. Qadir, wek „gotareke rewşenbîrî“, ne tam reş, ne jî tam sipî, ne tam „cinêwkar“ ne jî tam „rexnekar“ bibe nivîsandinê.

Lê ya ku ji reş reştir, û ji cinêwkariyê cinêwkartir ew e, ku dadgeheke „kurt û kurmancî“, du „agahdarînameyan“, du „welamnameyan“ yan jî du „cinêwnameyan“ û „erê“yek kurt di guhên Hewlêra „azad“ de, ji bo wan, wek bersiva du pirsên kurttir ji dadmendekî „azad“, bi 30 sal zindanên „bi kurdî“, bihinêre xelatkirinê!!!

Ev girtina Dr. Qadir, ya „reş“ (heta ku sipî û sipî, neçe eşkerekirin, belgekirin û yasa-naskirinê) ku bi 30 salên „reştir” reşzindanî, lê hate birrîn, ji hêla PEN a navneteweyî û dora 60 navendên wê, yên li seranserî cîhanê, wek bûyereke „reş“ hate destnîşankirin, û hêvî ji serokatiya herêma Kurdstanê û PDK ê hatin kirin, ku Dr. Qadir azad, ji Kurdistana „azad“, Kurdên wê yên „azad“ û ramana azad re, bihêlin.

Aya gavên PENa bi kurdî, ya ji Berlînê heta bi Amedê, li pêjna vê azdiyê çûn, yan hîn qonaxa 60 PENên din, yên xerîb û „ne bi kurdî“, tên xwestin, heta ku ew azadî li ber pencereyên wê yên ji Hewlêrê heta bi „şaredariya Amedê“, doza azadkirina Kurdekî wan, ji zindanên bi kurdî, bike???

Gelo Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava li Derve (HRKRD) û serokê wê, yê „nîv-hewlêrî“, paş hewqas bangên azad, ji bo azadkirina azadiyek bi kurdî, dikarin bangeke xwe, wek hemî bangên wan yên din, ku azad diçûn azadiyê, ji bo azdkirina azadiya Dr. Qadir jî (yê ku navê wî, wek proseseke mafperwerane, hîn ne reş e, ne jî sipî ye) terxan bikin, yan hîn çend zindanên din yên bi kurdî, çend gemkirinên din, yên bi kurdî û çend „biedebkirinên“ din, yên bi kurdî gerek in, daku ew beşdarî bangkirina wê azadiya „Qadirî“ bibin???

Gelo rewşenbîrên bi kurdî, paş hewqasî Hewlêr, ku ew wek paytexteke bi kurdî „azad“, li pêş rewşenbîriya destên wan, li „agahdarîkirinên“ destên Kurdekî xwe (ku di heman „azadiyê“ de, Kurdê wan bi xwe ye jî), hate hev û lê bû 30 sal zinadan, 30 sal devgirêdan û 30 sal goristan, dê hîn çend „Hewlêrên“ din azadîgirêdan, çend başûr, çend bakur, çend rojava û çend rojhilatên çend Kurdistanên din qurbanîdanan, sebra azadiyê (ku dibe Kurdên wê, li bîra wê mabin yan jî nema bin), bikişînin???

Pirsa azadkirina azadiyê, ya ku îro bi kurdî „ji Hewlêrê heta bi Hewlêrê ye“, ji Hewlêreke bi kurdî, ji dadgeheke bi kurdî, ji 30 sal zindanên bi kurdî, ji rewşenbîrekî bi kurdî, ji serokekî bi kurdî û du „agahdarînemayan“ û wêdetir e.

Îro, ku dinya pirr dibe, ku dîrok pirr dibe, ku ceyografî pirr dibe, ku azadî pirr dibe, ku hukumranî pirr dibe, pirsa çûyîna azadiyê, wek kêşeyeke bi kurdî, pirsa çûyîna Hewlêreke bi kurdî pirrtir, dadgeheke bi kurdî pirrtir, rewşenbîrekî bi kurdî pirrtir, serokekî bi kurdî pirrtir û agahdarînameyeke bi kurdî pirrtir e.


hoshengbroka@hotmail.com


-------
1. Hêjayî gotinê ye, ku PEN a navneteweyî, di nameyeke xwe de (ku ji hêla 60 navendên wê, yên li seranserî çîhanê ve, hatiye pesendkirin), ku bo serokê herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî û niwênerayetiya PDK li Berlîn, Waşington, London û Enqere, wek bangekê ji bo serbestberdana Dr. Kemal Seyîd Qadir, hatiye hinartin, di wê nameyê de, PEN “girtina” Dr. Kemal wek “revandin li qelem dide.
2. Di nivîsa xwe de, ya li jêr navê „welamêk bo berêz Mesûd Berzanî”, Dr. Kemal Seyîd Qadir Dîroka Barzaniyan (ji Barzaniyê bav heta bi Barzaniyê kur, nevî û nevîçirk) wek dîroka “casûsîkirinê” bo KGB (Istixbaratên Sovîyêta berê), CIA (Istixbaratên DYA), Mosad (Istixbaratên Israyîl) û STASI (Istixbaratên Elmanya Rojhilat a berê), li qelem dide.
Bo agahdariyên berferehtir binêre: www.kurdistanpost.se/nuseran/k/Kamal_seyd/girtin.html
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000