|
|
20.11.2005 - 02:21
|
[ 1962 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Medya kurdî û kultura danûstendinê Çend mînakên balkêş (4)
Suleiman Sulêvanî
 Suleiman Sulêvanî | Di nameya xwe ya dawî ya bi navê "dialog 3" de, min hine pirsên gelek konkrêt û zelal ji redaksiyona Netkurdê kiribûn û daxwaza bersiveke zelal û konkrêt kiribû. Lê mixabin ew name bê bersiv ma. Piştî du hefteyan bo bîranîna wan min nameyeke din bo wan şand. Camêran bersiv da û bi bersiva min bo bersiva wan dawî bi vê dialogê hat. Piştî vê dialogê, ez ê bi nivêsînekê hine dîtin û boçûnên xwe derbarê hunera dialogê û wan nameyan bînim ziman.
* * *
Dialog 4
1/10/2005
Dema te xwesh kekê Murad,
Berî nêzikê du hefteyan min e-mailek bo we, wek redaksyona Netkurdê şand lê mixabin heya nuha ew name bê bersiv maye.
Ez nizanim e-maila min gehisht destên we yan na û jiber hindê ez wê namê careke din bo we dishînim. Hêvîdarim vê carê hun bersivek ron û konkret bidin me.
Digel rêz û hurmetan
Suleiman Sulêvanî
--------------------------
2/10/2005
----- Original Message -----
From: Murad Ciwan
To: sulevani
Sent: Sunday, October 02, 2005 8:08 PM
Subject: Re: Balkêshandineka pêwîst
Kek Suleiman dema te xwesh
Di nameya xwe ya dawin de min gotibû ku nivîsa te ya ku hatiye em ê biweshînin û ji wir pê ve ji bo ku prensib, meyl û metodên me û te yên ku me berê bahs kiribûn li hev nayên em xatir ji hev bixwazin.
Em hîn li ser wê biryara xwe ne, îdî nivîsên te em nikarin biweshînin.
Em serkeftinê ji bo te dixwazin
Murad Ciwan
----------------------
4/10/2005
Dema te xwesh kekê Murad,
Diyare hun naxwazin bersiva pirsên me bidin. Ez di her nameyekê de dibêjim bersiveke konkret bidin me ka çawa û çima hun bêbextiya li min dikin. Û hun di her nameyeka xwe de dibêjin ku prensib û metodên me li hev nakin û em êdî nikarin nivêsînên te biweshînim.
Birayê hêja ma min kengî lavelava weshandina nivêsînên xwe kirîye jixwe ji bersiva min ya yekê bo e-maila we min gotiye OK, hun wek rêvebirên Netkurdê bashtir karê xwe dizanin. Ev dialoga nameyan wê ya dawî be ji alê min bo we lê rexneyên min wê berdewam bin.
her çawa be mala we ava û spas bo wê dema ku me bi hev re kar kirî. Di Netkurdê de kesên pir hêja û kurdperwer dinivêsin ku cihê rêz û hurmet in.
Jidil daxwaza serkefttinê bo we û Netkurdê dikim.
Bi silavên biratiyê
Suleiman Sulêvanî
suleimansulevani@yahoo.se
--------------
- Medya kurdî û kultura danûstendinê - Çend mînakên balkêş (3)
- Medya kurdî û kultura danûstendinê - Çend mînakên balkêş (2)
- Medya kurdî û kultura danûstendinê - Çend mînakên balkêş (1)
- Têbînî ji Malpera Amûdê:
Berî ku ev nivîs bête weşandin, Malpera Amûdê têkiliya nivîskar Murad Ciwan kir û ew agahdar kir, ku nivîskar S. Sulêvanî dixwaze e-nameyên ku jê re hatine şandin, bi nivîseke xwe re biweşîne. Birêz Murad Ciwan di bersiva xwe de eşkere kir, ku biryara weşandina e-nameyên wî ne ew, lê birêz S. Sulêvanî dide.
|
|
|
|
|
|