|
|
06.10.2005 - 15:24
|
[ 1928 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nameya min ji bo kongireya HRKRD a duyem
Mervanê Keleş - Ingilistan
 Mervan Keleş | Ez jî mîna kesine din bi dilekî pak, spî û vekirî beşdarî kongireya damezirandinê û kongireya yekem a Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Rojava li Derve (HRKRD) bûm.
Mîna hin kesan, me jî got em tiştên çûyî û “pevçûnên” xwe yên kesayetî û siyasî li paş xwe bihêlin, ji ber ku dem bi lez tê guherîn û ji bo ku em li gel hev û bi hev re karekî rewşenbîrî bikin!
Li tev ku gumanên me hebûn, berî kongirê û di dema kongirê de, ew guman mezintir bûn, lê dîsan me ji bo lihevhatinekê û ji bo ku kongire bi ser keve, me pêl gumanên xwe kir û bi wî awayî HRKRD hate damezirandin.
Bi dû ku kongire bi ser ket û herkes çû mala xwe, min têkilî bi piraniya endamên komîteya birêvebir re danî û ji wan re got ku ez amade me ji çi alîkariya ku ji min bê xwestin û min ji wan hêvî kir ku HRKRD nekeve bin destê birêz Ehmed Huseynî, ji ber ku tiştekî wiha li gor baweriya min wê bibaya sedemê tevliheviyekê. Lê bedaxewa ez bi ser neketim û tiştê ez jê ditirsiyam, bû û ew tişt tiştin din ku ez jê bitirsi bûm, bi xwe re anîn.
Ev bindestbûna han li gor xwendina min bû sedem ku tevlihevî çêbûn û hin kesan dev ji hevgirtinê berda û hin kesên din jî ku dixwestin bibin endam, xwe dan paş.
Tiştê ji min re pir seyr ew bû, ku endamên HRKRD li ser rewşa wê ya bi dû kongirê de bêdeng bûn. Tevlî ku min dibihîst ku pir kes ji wê rewşê ne razî bûn û bi taybetî bêdengiya birêz serokê HRKRD, hêja Zagrosê Haco, û hêja Kamîranê Haco, ku endamê komîta çavdêr e, ne li cî dibînim û ez bawer im ku ew ne bêdeng bana, wê rewş negihaba vê asta xerab û bişerm.
Îca dema tevliheviyan dest pê kir, û min dev ji HRKRD berda û bi şûn de birêz Dr. Ebdilbasit Seyda û hunermend Z. Yûsiv û rojnamavan Sîrwan Hecî Berko jî dev jê berdan û li ser rewşê nivîsandin, ji aliyê hin kesan ve û bi rêberiyek veşirtî ji aliyê E. Huseynî ve êrîşên terorîstyane hatin ser me; êrîşek ku qet ne li gor pîvanên rewşenbîriyê bûn û mîna ku em endamên rêxistineke mafyayê bin û tu mafê me tune be, ku em dev jê berdin an rexneyekê lê bikin, em di bin êrîşên ”Terorîstên” çanda kurdî de man û bê hesab sixêf û gef bi ser me de bariyan û heta em wekî xayin jî hatin binavkirin û wêneyê min û yên hin kesên di ji aliyê dilxwazên PKKê ve li gel wêneyê dîktator Sedam û hin zilamên wî di intirnêtê de hatin belavkirin û li jêr wan hate nivîsandin, ku em mîna wan xayin û xerab in! Ji bo ku me bitirsînin û bêdeng bikin!
Ma gelo ku rewşenbîr sînga wan ji rexnê re ne vekirî be, wê sînga kê jê re vekirî be?
Ma gelo ku mafê rewşenbîr nebe ku dev ji rêxistina xwe berde, wê gavê wê çi wê rêxistinê ji Mafyayê cuda dike?
”Pevçûna” me ne bi HRKRD re bû, lê bi hin kesan re, ku wan rêxistina me ji xwe re bi kar dianîn.
Ez hêvîdar im ku kongira duyem ji wan ”pevçûnan” sûd werbigire û HRKRD bi şêweyekî din, bi giyanekî nû, bi hêvî bi ramaneke din amade bike.
mervan111@hotmail.com
|
|
|
|
|
|