|
|
25.09.2004 - 01:22
|
[ 1722 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Garantiya keçkaniyê
Sîrwan Hecî Berko
 Sîrwan H. Berko
 "Garantiya keçkaniyê" | Yekşema borî, li Amûdê zemawenda kurê xalê min bû. Di heman şevê de, kurxalekî min ê din hin wêneyên şahiyê ji min re email kirin. Wêneyê pêşî ku min lê temaşe kir, ê bûk û zaveyî bû. Tiştê ku yekser bala min kişand, terîşeke sor bû ku li dor newqa bûka sipehî û fedyokî ya di kirasê bûkan ê sipî de hatibû girêdan. Vê yekê bala min kişand, ji ber di nav kurdên Binxetê de ne adet e, ku bûk xwe bi vê terîşa sor ji her kesî re “keçkaniya” xwe diyar bike. Min ev adet li Elmanyayê di hin zemawendên kurdên bakurê Kurdistanê de nas kir û her car jî ji vê yekê aciz bûme. Pir bi min nexweş hat, dema min ew kembera sor li ser wêneyî dît. Bi wê nîşanê, bûk ji tevaya cîhanê re eşkere dike: “Binerin, ez hîn keç im; ez ji keçkaniya xwe neketime; serê min û malbata min bilind e!” Li gorî wan, ev terîş “garantiya keçkaniyê” ye. Lê ez bo keçekê destê xwe naxim nav êgir, ku berî zewaca pêşî têkiliyên wê yên cinsî bi ti kesî re tune bûn. Ji xwe ti cudahî di navbera têkiliyên cinsî de tune ne, ji maça bi devan ta xewa bi hev re.
Roja din, min ji diya xwe pirsa wê terîşa sor kir, wê jî ecêbmayî ji min re diyar kir, ku ev yek ne ji adet û kultura me ye.
Li gorî agahiyên ji hin biraderên ji bakurê Kurdistanê, ev adet tenê li hin herêman heye, lê ne li tevaya bakurê welêt. Li başûrê welat jî ti kes vê kemberê bi kar nayne. Lê hin kurdên li Rojhilat wê bi kar tînin.
Ger mirov li dîrok û kultura kurdan vegere, mirov dê bibîne ku piraniya adetên li dijî jinê, yên ku jinê mîna miroveke ji mêrî kêmtir, qelstir, bindest, çewisandî, kêm maf, bi kurtî: miroveke dereceya duyem, dibînin, ji bin bandora ereb, tirk û eceman û herweha ola islamî hatine. Lêkolîneran eşkere kiriye, ku jina kurd xwedî kesayetiyeke xurt e, çavvekirî û şareza ye. Lê wêneyê wê li jêr bandora sedemên jorîn hatiye guhertin.
Nîşanên mîna wê terîşa sor an paçikê xwînê piştî xewa pêşî di navbera bûk û zaveyî de ji bo jinê îhanetine mezin in û wê her mîna miroveke dereceya duyem dihêlin. Rizgarkirina ji wan dibe gavek ber bi azadiya jinê ji xelekên girêdanê yên civakî ve. Ey yek erkê me tevan e û bi taybetî yên jinan bi xwe, ku divê ew bi xwe dengê xwe bilind bikin û azadiya xwe bi dest bixin. Azadî nayê dayin, ew tê standin!
>> sirwan@amude.com
-----------------------
Ev nivîsar di rojnameya hefteyî "Peyama Kurd" (hejm. 3, 24.09.2004) de hatiye weşandin.
|
|
|
|
|
|