|
|
23.09.2004 - 11:16
|
[ 1746 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Nesrîn -el-Yawer-: Hêvî û bêhêviya keça azadîxwaz
Silêman Alîxanî
 >> Silêman Alîxanî | Nesrîn Berwarî keça malbata xebatkar û eşîreta navdar bi helgira alayên şoreşên rizgarîxwazên kurdî, endama Partiya Demokrat a Kurdistan û derçûya Zanîngeha Harvord û wezîra berê ya hikumeta Herêma Kurdistanê û yek ji şeş wezîrên kurd ên hikumeta Iraqê ya niha, ew keça azad û aza ya ku qeydên eşîretgeriya bajarê Duhokê qetandîn, her ji wê roja ku tirombêl di nav cadên bajarî de ajotî, ku eger ez şaş nebim, yekem keç bû yan jî ji yekeman bû, heya ku bûye wezîr.
Nesrîn xan nimûneya keça azadîxwaz û pir şiyan bû, hemû day û bavên pêşkeftinxwaz hêvî dikirin, ku Nesrîn Berwarî keça wan be û keçên wan jî mîna Nesrîn bin.
Ev keç hêza paldera keçên azadîxwaz û mînaka hemû daxwazkarên azadiya jinê bû. Her wesa bersivdana hemû derew û propagandayên dijminan bû, ku miletê kurd wek miletekî paşketî û Kurdistan wek daristanekê nîşanî cîhanê daye. Loma ew roj bi roj di dil û çavên kurdan de mezin û bilind dibû û roja Nesrîn xan li şûna wezîrên kurd ên hikumeta iraqî ji bo dezgehên mîdyayên cîhanî axivî û gotî: “Em fermanên xwe ji serkirdayetiya siyasî ya kurdî werdigirin û her dema wan ji me xwast, em dê xwe ji hikumeta iraqî vekêşin”. Wê demê, hêjayî û rêzaniya Nesrîn xanê gihişt gupîtkê.
Lê piştî ku dezgehên ragihandinê yên cîhanî peyama şûkirina Nesrîn xanê bi serokê Iraqê yê ereb Xazî el-Yawer re belav kirî - her çende ku ev mafekî wê yê sirûştî ye, ku hevalê jiyana xwe helbijêrît -, lê ev peyam wek babelîskek reşbîn bû bi ser geşbîniya keçên azadîxwaz de hat. Nesrîn xan bû nimûneya jinên ku bi dilê xwe, ne bi aqilê xwe hizir dikin û ji ber ku el-Yawer serokê Iraqê ye, loma Nesrînê şû pê kir. Ev yek di demekê de hat, ku pêwîst bû ew hemû hêza xwe ji bo xizmeta gel û nîştiman terxan bike, bi taybetî wê wekî wezîrekê dikarî vê rolê baş encam bide. Lê wê hemû dema xwe ji bo peywendiyeke romansî terxan kiriye û misoger xemsariyê jî di karê xwe de dike. Çêdibît ku damezirandina wê wek wezîr şaşî be, çimkî ewê nekarî berevaniyê ji xwe bike wek jineke azad û şû bi kesekî kir, ku du jinên wî yên din jî hene, berevajî bîrûbaweriyên jinên azad. Evca ew dê çawa berevaniyê ji mafê gelê xwe bike. Çêdibît li vir rola wê wek wezîr jî bi dawî hatibe û êdî ew dê rola jina serok eşîretî bigêre û dê konek li tenişt konên herdu jinên din yên serok eşîretî ji bo Nesrîn xanê jî bihête danîn û weha jiyana jineke azad, ku navê wê Nesrîn Berwarî ye, bi dawî were.
Li dawiyê, em ji Nesrîn xanê re dibêjin: ta bi dest ve anîna hemû mafên gelê kurd, mana te di meydana xebatê de weke kurd, afretek azad û wezîr serkeftin e, berevajiya vê jî şikestin e. Ne ji bo te bi tenê, belkû ji bo hemû civaka kurdî, çimkî bi şikestina te, êdî xweş xweş çi day û bav û partî û grûp rêkê ji kiçên xwe re nadin, ku nûnerîtiya wan bikin, û dê ji wan re bêjin: hûn jî dê wek Nesrinê bikin! Weha, dema ku afreta ku nîva civakê ye, rola xwe di jiyanê de negêrit, civak paşkeftî dimîne û wek dibêjin: destekî bi tenê deng jê nayê, û ev jî gunehê hemû afretên mîna Nesrîn Berwarî, yan jî em bêjin Nesrîn el-Yawer, e.
silemani_alixani@yahoo.com
|
|
|
|
|
|