|
|
26.06.2005 - 18:46
|
[ 1778 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Zimanê me hebûna me ye, divê em bijîn Kampanya boykotkirina bikaranîna zimanê tirkî ji aliyê dezgehên kurdî ve
Rojda Çeliker - Swêd
 "Rewşenbîrê ku bi tirkî dinivsîne, ji xwe ne bawer e, tirsonek e." |
Ev demek e ku ji alîyê kurdên Bakur ve li ser zimanê kurdî, giringîya wî ji bo hebûna me û bikaranîna wî ji alîyê kurdan ve tê nîqaşkirin. Kêm zêde herkes li ser hem fikir e ku "zimanê me hebûna me ye". Hin deng derketin, ku bi ya min bêedebiyê dikin û tinazên xwe bi destnîşankirina giringîya zimanê kurdî û talûkeya bikaranîna zimanê tirkî tînin. Hinekan got ku "ziman ne her tişt e" û hinekan got ku "dema em azad bibin û bibin dewlet, ewê her tişt çareser bibe".
Gotara klasîk, a ku bi taybetî ji alîyê rêxistinên sîyasî ve tê îfadekirin, ew e ku "gelek ji kurdan kurdî nizanin û em mecbûr in dîtinên xwe bi zimanê tirkî bigihînin wan ku wan şîyar bikin". Lê meriv dikare bêje ku encama nîqaşên li ser zimanê kurdî a bi dehan salan û ya van çend mehên dawî ev e:
Bikaranîna zimanê tirkî ji alîyê dezgehên kurdî ve xizmeta sîyaseta dewleta tirk dike, ku ji destpêka avakirina xwe hetanî îro xwestîye me têke tirk.
Bi dîtina min hatina vê encamê tiştek pîroz e û helwestek pêwîst û pêşverû ye.
Perçeyek doza me ya bi sedan salan e ku em xwedî li nasnameya xwe dertên. Bi taybetî li bakure Kurdistanê serkeftina me, bi dîtina min, bi vî yekê re yekser girêdayî ye. Ji van çar dewletên dagirker tenê dewleta tirk xwestîye û hin jî dixwaze ku me bike tirk. Dewleta tirk hebûna xwe li ser tunebûna me ava kiriye û ji roja yekem heta îro hewl daye ku taybetî û rûmetên me ji rûyê dinyê hilîne, da ku bikaribe xewn û xeyala xwe bi cîh bîne. Zimanê me rûmet û taybetîya me ya esasî ye, ku hem me dike em û hem jî serêşayî li cem dewleta tirk peyda dike û wê hîn hartir dike. Dema em zimanê wan bi kar bînin (em çi bêjin ji bo wan ferq nake), kêfa wan tê, ji ber ku ew zanin ku em bi her gotinek tirkî rê li ber gotinek kurdî digirin û di dema dirêj de xizmeta sîyaseta wan dikin. Dilê wan bi vîya şa dibe.
Kurdên ku bi zimanê tirkî gotinên xweş û mezin dikin, ji wan şitirê xizmeta doza kurdî dikin, lê di eslê xwe de nabînin ku derbê li doza kurdî dixin, mezelê Celadet Bedirxan dikolin û ruhê kurdayetiyê dişkînin. Rewşenbîrê ku bi tirkî dinivsîne, ji xwe ne bawer e, tirsonek e. Ew nizane ku dema bi kurdî bêje wê bêhna wî derê û bi wê kirinê wê xwe ji wê çarçeweya ku dagîrker li dor mêjîyê wî raxistîye, rizgar bike. Ditirse, ji ber ku dema ew dev ji tirkî berde û dest bavêje kurdî, wê mecbûr bimîne ku rastîya tiştên ku zane wê ji nû ve bide ber çavan. Bi her zimanek ve rastîyek tê. Dema mirov dibêje "ziman hebûn e", maneya wê ew e. Yekî ku kurdî zane û difikire, wê hin tiştan bibîne ku yekî ku kurdî nizane, nabîne. Ew nêrîna kurdayetiyê ye. Ferqa kurd û tirkek, an kurd û ingîlizek di nêrînê de ye. Yan na, em tev mirov in, laş in. Lê jîyan ne tenê materya ye; rûmet û şirovekirina ferdî/qewmî ye jî. Yê ku mirovek/qewmek ji mirovê/qewmê dî cuda dike, nasnameya wî ya şexsî/qewmî ye. Yê ku tamê dide jîyana materya, nasname ye. Nasname nêrîn e. Hebûna taybetî (kurdî an ingilîzî) di nuansên nasnameyê de veşartî ye. Hebûna bê nasname hebûnek vala ye û ji manîpulasyona ”pisporan” re vekirî ye. Dema dewleta tirk dibêje ”pirsgirêka kurdî” pirsgirêkek aborî ye, ew ji vî nêrîna wî tê ku hebûn tenê materya ye û tu rûmeta nasnameyê tune ye. (Helbet di eynî demê de ji bo vê dewletê nasnameya tirkî bi rûmet e û dixwazin ku kurdan bi wê nasnameyê dagirin, da ku em wekî tirk binêrin, tiştên ku ew dixwazin em bibînin. Ev di gel tiştên din, durûtîya wê dewletê ye jî)
Li welatên Ewropayê, dîtina sereke û rûniştî ev e ku zarokên ku zimanê xwe yên zikmakî dizanin, li dibistanê bêtir serkeftî ne, çêtir beşdarê civata bîyanî dibin û bi giştî ferdên tendurust in. Li gor vê rastîyê, dagîrkerîya li Kurdistanê ferdên nexweş ava dike û yek ji dermanên vê nexweşîyê zimanê kurdî ye.
Netkurd.com, rojnameya kurdî ya internetê, bangek kir ku kurd di hemû qadên jîyanê de kurdî bi kar bînin. Min li cem xwe xwest laşekî bidim vê gavê û kampanyayek boykotkirinê vekir. Ev kampanya li ser vî esasî ye:
Dewleta tirk îmkanan ava nake ku zimanê kurdî bijî û geş bibe. Tersî wî, ev dewlet tiştê ku ji destê wî tê, dike ku ev ziman bimire. Belê, bimire! Ji ber vî yekê, erkê me teva ye ku em haydar bin û em bi xwe jîyanê bidin zimanê xwe. Em zanin ku em nekin, wê kesek dî neke. Dezgeh û rêxistinên civatekê tesîrek sereke li wê civatê dikin. Ango, rola wan a tayînkirina karakterên wê civatê sereke ye, di gel hin faktorên dî. Li gor vî, berpirsyarîya wan a li hember civatê heye û giring e. Medya (rojname, televizyon, internet ûwd) yek ji wan dezgehan e ku yekser tesîrê li civatê dike û yek ji wan aktorên esasîn e ku îstiqameta civatê tayîn dike. Ji ber wê giring e ku medyaya kurdî ji kirinên xwe haydar be. Eşkere ye ku em çiqas zimanê tirkî bi kar bînin, em hewqas zimanê kurdî bi kar naynin. Her gotinek tirkî ku em bi kar tînin, em wê şûna gotinek kurdî bi kar tînin. Zimanek ku neyê bikaranîn, najî û pêş ve naçe. Zimanê ku nayê bikaranîn, xwe li gor hewcedarîyên demê û civatê naguhure, pêş ve nabe. Zimanê ku neyê bikaranîn, ne dînamîk e. Ji ber wî, em çiqas zimanê xwe bi kar bînin, emê hewqas nefesê bidin zimanê xwe, emê hewqas zimanê xwe pêş ve bibin, emê hewqas xizmeta nasnameya xwe bikin û emê hewqas xizmeta doza xwe bikin. Em çiqas zimanê tirkî bi kar bînin, emê hewqas nefesê bidin zimanê tirkî, emê hewqas wî zimanê di nav xwe de belav bikin, emê hewqas nasnameya xwe qels bikin û emê hewqas xizmeta sîyaseta dewleta tirk a asîmîlasyona kurdan bikin.
Teko teko wekî ferd, wekî mirovên gihîştî û dilsoz, em dikarin çi bikin? Em dikarin ji xwe dest pê bikin û zimanê xwe fêr bibin û bi kar bînin. Em dikarin wekî dê û bav bi zarokên xwe re kurdî biaxifin, wan hînî kurdî bikin. Em dikarin bi nas û dostên xwe re kurdî biaxifin. Bi vî awayî em rê li ber digirin ku dewleta tirk me, wekî ferd û malbat, dagîr bike, li ser me xwedî tesîr be. Bi vî awayî em dikarin mêjîyê xwe ji îdeolojîyên wê dewleta hov biparêzin û azad bihêlin. Lê divê tiştek hebe ku em wekî civat, an koma ferdan, jî bikin. Sîyaset ji alîyê ferdan, di civatê de tê kirin û divê bi rêxistin be. Koma ferdan ji bo berjewendîya koma xwe biparêzin û pêşve bibin, sîyasetê dikin. Pêwîstîya sîyasetê ji wir tê. Em nekin, yên ku dikin hene û eger ew bi ser bikevin, emê têk herin.
Kampanya boykotê ji vî hewcedarîyê tê. Armanca wê ev e ku bibe wesîle ku ferdên ku wek hevdû difikirin, dengê xwe bilind bikin; bala rêxistin û dezgeyên kurdan bikişînin ser vê babetê; û bi giştî bi awayek bêtawîz helwesta xwe dîyar bikin. Armanc ne boykotkirina zimanê tirkî bi xwe ye, an redkirina wan ferd û dezgehan e ku zimanê tirkî bi kar tînin. Armanc destnîşankirna rastîyekê ye ku zimanê me kêmasî 82 sal e ku di bin êrîşên giran de maye, dem hatîye (tucar ne dereng e, ji ber ku emrek têr neke jî divê meriv ji bo xweşî û rastîyê têbikoşe) ku em kurd li ser xwe werin û çewtîyên xwe sererast bikin, û divê em ji pêşaneyên (priority) xwe haydar bin. Li gor vî, babet di eslê xwe de ne rêxistina A, rojnameya B, an malpera C ye. Mijar selehîyeta zimanê me, berpirsyarîya dezgehên me û bi giştî doza me ya azadîyê ye. Ji xwe eger ferd û dezgehên ku hedefa vî kampanyayê me di kurdayetîya xwe de samîmî bin, wê fahm bikin ku ev kampanya ji hewcedarîyek tê û divê were kirin. Ez hêvîdar im ku bi taybetî dezgehên ku hedefa vî kampanyayê ne, cî bidin vî dengî û piştgiriyê bikin.
Ev gavek e, ku were avêtin, ewê cîyê xwe bigire, pirsgirêkan teva çareser neke jî (ku ne mimkun e çareser bike, ji ber ku her tişt di carek de nabe, nikare bibe) ewê gavek li hember çareserîyê be. Çareserî ew e ku em kurd bêtir kurdî bi kar bînin û kêmtir tirkî bi kar bînin, heta roja ku zimanê me dibe zimanê sereke yê tevahîya jîyana me.
Ji ber van yekan, ji bo destnîşankirina zerarên ku em didin ziman, nasname û doza xwe, ji bo bilindkirina dengên kurd û kurdistanî, ji bo xatirê Celadet Bedirxan û keddarên ziman û doza kurdî; di navbera 1ê TÎRMEHÊ û 31ê TEBAXÊ, ezê:
- TU ROJNAME Û KOVAREK KURDÎ KU ZIMANÊ TIRKÎ BI KAR TÎNE, NESTÎNIM, NEXWÎNIM;
- TU MALPEREK KURDÎ KU ZIMANÊ TIRKÎ BI KAR TÎNE, ZÎYARET NEKIM;
- TU BELAVOKEK TIRKÎ JI DESTÊ PARTÎYEK KURD NEGIRIM;
- BEŞDARÊ TU CIVÎNEK BI ZIMANÊ TIRKÎ NEBIM;
- BI TU KURDEKÎ RE BI TIRKÎ XEBER NEDIM;
- TU SLOGANEK BI ZIMANÊ TIRKÎ NAVÊJIM;
Bi van şîaran min dest bi vê kampanyayê kir û heta nuha hin ferd piştgirî û tevlêbûyîna xwe îfade kirine. "Boykot" bi xwe hin dest pê nekiriye û şekilstendina kampanyayê berdewam e. Ji ber taybetî û îmkanên medyaya internetê, ez li benda piştgirîya malperên kurdan im ku cîh bidin vê kampanyayê. Her wisa ez li benda bi hezaran kurdan im, çi ji nava welat çi ji derveyê wî, ku dengê xwe tevlê dengê min bikin.
23 hezîran 2005
Têbînî: Ji bo beşdarîyê, navê xwe, navê bajar an welatê ku tu lê dimînî û meslegê xwe ji adresa min a internetê re bişîne: rojda.celiker@wtnord.net
|
|
|
|
|
|