www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
28.05.2005 - 01:33 [ 1846 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nameyeke vekirî ji bo Mesud Barzanî

Sîrwan Hecî Berko - Dortmund


Mesud Barzanî
Rêzdar Mesud Barzanî, serokê PDK-Iraq,

Wek ku tu dizanî, berî çar mehan parlamenteke nû ya Herêma Kurdistana Iraqê hate hilbijartin. Ta niha jî hîn Parlamentê civîna xwe ya pêşî li dar nexistiye. Nakokiyên di navbera partiya te û ya YNKê de sedema wê yekê ne, ku endamên parlamentê nikarin bi karên xwe rabin û hikumeta Herêmê ya heyî jî dimîne hikumeteke ku xebata xwe ne li gorî zagonan pêk tîne, ji ber ew ne hikumeteke hilbijartî ye. Parlamenterên ku dixwazin bicivin jî, derî di rûyên wan de têne girtin. Gelo ev e demoqartiya ku hejmareke mezin ji Kurdan serê xwe pê bilind dikin û wê ji bo Rojhilata Navîn wekî baştirîn nimûne dibînin?

Li gorî ku me fêm kiriye, zagona serokatiya Herêma Kurdistanê sedema nelihevkirina we û YNKê ye. Çar meh derbas bûn û hîn jî we li hev nekiriye. Ev demeke dirêj e ku partiya te, bi taybetî di Kurdistan Tv de, propagandayeke pir mezin ji bo serokatiya te ya Herêma Kurdistanê dike. Kamîreyên Kurdistan Tv çûye cem hejmareke mezin ji kesayetiyên kurd ên li Ewropayê – bi taybetî yên ji Kurdistana Tirkiyê – û herroj komekê ji wan derdixînin ser ekranên KTv, da ku bêjin bê çiqasî ew dixwazin û baş dibînin ku Mesud Barzanî bibe serokê Herêma Kurdistanê. Ev xebat û xebatine din ên KTv televizyonên rêjîm û sîstemên dîktator û totalîtêr tînin bîra mirovî, ku ji bilî propagandaya ji bo serokên xwe, ti xebateke wan a din tune.

Birêz Mesud, gelo tu li televizyonê temaşe nakî? Tu xebatên wilo ji bo xwe baş dibînî? Ne tenê ji ber ku tu kurê Mele Mistefayê nemir î, lê herweha ji ber helwestên te yên neteweyî û welatparêzyane yên xurt û hêja, ez dibînim ku propagandaya ku ji bo te tê kirin, bêtir ziyanê digihîne kesayetiya te û te di çavên hezkirên te de bi kêmanî mezin nake, eger ez nebêjim reş dike. Pêwîst nake em wekî rêjîmên Bees ên dîktator bikin; ez bawer im medya wekî din jî dikare bixebite û armancên xwe pêk bîne.

Piştî vê teqereqa mezin derbarey zagona serokatiya Herêmê, tu radibî dibêjî ku mesela serokatiyê dikare bête bipaşxistin û kêşeyên mîna ya Kerkuk û herweha ya destura Iraqê û bidestxistina mafên Kurdan jê giringtir in. Ez naxwazim îşê xwe ji siyaseta we bînim û ne jî ji mafê xwe dibînim ku di vî warî de şîretan li we bikim, lê gelo pêwîst bû ku çar meh ji ser- û dilêşiyê û herweha rawestandina jiyana siyasî ya Kurdistanê ya demoqratyane derbas bibin, ta ku hûn vê biryarê bidin?

Hîn jî em nizanin bê çi mesela we û YNKê ye. Wek ku em dizanin, PDK û YNK di 01.12.2004ê de peymanek imze kir, tê de we li hev kiribû ku hûnê Celal Talabanî bikin serokê Iraqê û YNKê jî wê piştgiriya serokatiya te ya Herêma Kurdistanê bike. Lê ne diyar e bê çi di wê peyamnê de hatibû nivîsandin û herweha ne diyar e bê çi sedemên nelihavtina we ne. Nameya te ya ji bo Talabanî ya derbarey bipaşxistina meseleya serokatiya Herêma Kurdistanê tê wê wateyê ku ti hêviya te nema ye, ku hûnê bikaribin li ser vê xalê li hev bikin.

Kurd bi kêfxweşiyeke mezin dibînin bê çawa îroj roj li Iraqê Kurd roleke mezin û giring di çêkirina siyaseta Iraqa federal de dilîzin û çawa li Kurdistana Iraqê stûnên dewleteke Kurdistanê hatine çêkirin. Ew bi hemî hêza xwe piştgiriya we dikin û serketina we wekî serketina xwe dibînin. Kêfxweşî û piştgiriya Kurdan gelekî mezin bû, dema wan dît bê çawa hûn bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Iraqê bûn û li Bexdadê xwedî yek siyaset û yek deng in. Em tevde dizanin ku eger li Iraqê Kurd bi yek dengî biaxivin, ewê pir xurt bin û bikaribin daxwazên xwe pêk bînin.

Ji ber vê piştgiriya mezin ji aliyê Kurdan ve, ji we tê xwestin ku hûn wan agahdarî sedemên nakokiyên di navbera xwe de bikin. Divê hûn kertên xwe li ser masê raxînin, da ku her Kurdek zanibe bê kê sozên xwe bi cî neanîne û kî li dijî lihevkirina we ye. Ji erkê her Kurdekî/e welatparêz e ku piştgiriya serketinên li Kurdistana Iraqê bike, lê di heman demê de ji mafê wî/ê ye ku derbarey nakokiyên li Kurdistanê bête agahdarkirin. Eger ev yek pêk neyê, demoqratiya ku min li jor behsa wê kir, dê tenê bibe peyveke vala û baweriya di we û siyaseta we de dê qels bibe, eger bi temamî winda nebe!

Ez bi hêvî me ku hûnê bikaribin di demeke nêzîk de hemî nakokiyên xwe tune bikin û hikumetek nû ji bo tevaya Kurdistana Iraqê hilbijêrin.

Ligel rêz û silavan

Sîrwan Hecî Berko
Welatiyek kurd

Elmanya, 28.05.2005

sirwan@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000