|
|
14.04.2005 - 00:02
|
[ 1743 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Eger Ereban çipkeke wefayê hebaye..!
Silêmanê Alîxan
 Silêmanê Alîxan | Bi dîtina Ereban bi giştî û ya Erebên Iraqê bi taybetî, herêma Kurdistanê perçeyeke ne cudakirî ye ji axa Iraqê û gelê Kurdistanê jî beşek e ji gelê Iraqê. Ji ber vê yekê gelek ji kesayetiyên siyasî û xelkên sade yên ereb navê Kurdistan an herêma Kurdistanê bi kar naynin û li şûna wê peyva bakurê Iraqê bi kar dînin, wek îşaretek ji bo yekparçeyî û yekgelî ya Iraqê û Iraqiyan.
Lê ev tenê dîtine û wan bi xwe jî bawer pê nîne û çi caran bi kiryar peyrew nekirye. Hemû deman wek dagîrker reftar digel xak û gelê Kurdistanê kiriye, bi rêka tepeserkirina xelkê welatî, dizîna saman û xêr û bêran, bêbar û bê desthelat hêlana xelkê welatî û ev reftar heta niha jî di hemû kiryarên Ereban de diyar û xweya ye.
Li van dawiyan, piştî serketina lîsteya hevpeymaniya Kurdistanî di helbijartinên Kurdistanê û Iraqê de, Ereb neçar in ji bo pêkanîna hikumeteke nû di Iraqê de hevpeymaniyê digel Kurdan çêkin, lê bi kêmtirîn daxwaziyên Kurdan jî razî nînin, ku yek ji van daxwaziyan mana Pêşmergeyê Kurdistanê ye.
Helbet Pêşmerge her ji roja jidayikbûna xwe û heya niha parêzer û zêrevanê xak, jiyan û samanê bi milyonan mirovan in. Dîsan Pêşmerge bû bi serokatiya Mistefa Barzanî li salên şêstan de, bi mezintirîn şoreş rabûy ku dirûşma wê "Demokratî ji bo Iraqê û otonomî ji bo Kurdistanê", wate xebat ji bo Iraqê û Kurdistanê dikir. Herweha her kesayetiyeka siyasî ya erebî ya iraqî dema ku dinya lê teng dibû, çi cih nebûn biçinê û çi kes nebû wan ji rêjîma Seddamê dîktator biparêze, ji bilî Kurdistan û Pêşmergeyan. Dîsan Pêşmerge bûn rêber û harîkarên xelkê Kurdistanê di serhildana bûhara 1991ê de. Herwesa ji bîra me naçît rola mezin a Pêşmergey di harîkarîkirina leşkerên hevpeymanan de di kiryara azadkirina Kurdistan û Iraqê de. Dîsan Pşmerge bû ji bo pitir ji 12 (duwazde) salan herêma Kurdistanê ji dirindetirîn rêjîm diparast, di demekî de ku niha hêzên hevpeymanan û hikumeta iraqî jî nikarin xwe û gelên Iraqê ji hinek terorîstan ku bermayiya vê rêjîmê ne, biparêzin! Ev jî zîrekî û qehremaniya Pêşmergey nîşan dide.
Bêgoman eger Ereban bi dirustî Kurdistan û Kurdistanî bi beşek ji Iraqê zanîbane, da leşkerê Kurdistanê jî ku Pêşmerge ye, bi beşekî ji leşkerê Iraqê li qelem dan, ne ku behsa man û nemana wî bikin û da ji roja yekê ya rizgarkirina Kurdistan û Iraqê li ser wan qurbanî û wê xebata dûr û dirêja wî, xelat kin û heta heta Ereb berî Kurdan şanaziyê pê kin.
Dîsan eger Ereban çipkeka wefayê hebaye, ne diçûn ji bo leşkerê nû yê Iraqê li çi navan bigerin, belkî da navê leşkerê nû yê Îraqê kene "PÊŞMERGE", ku leşkerekê rêkxistiye û ji kurên Iraqê pêk hatiye.
Ez bawer im û hîç goman jî di vê baweriya min de nîne, eger Ereban leşkerekê weku Pêşmergey hebaya, da navê wî leşkerî danin ser leşkerê nû yê Iraqê.
Li vir divê Kurd wek gel û wek serkirdayetî jî gelek bi hişyarî reftarê digel daxwaziyên Ereban bikin û bi taybetî li ser meseleya nemana Pêşmergey, çonkî hîç egerek nîne ku Ereb vê daxwazê bikin, ji bilî ku eger niyeteke ne paqij di dilê wan de hebe.
silemani_alixani@yahoo.com
|
|
|
|
|
|