www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
01.02.2005 - 23:09 [ 2239 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nivîskar nûnerê ramana azad e

Hasan Kaya - Stenbol


Hasan Kaya
Berî her tiştî, ez dibêjim divê em kurd xwe êdî li ber çavê cîhanê rezîl nekin. Ew gotin û kirinên ku li gorî cihanê ne meşrû, rewa û paqij bin, divê em dest navêjin wan. Rêzik û rêznameyên cîhana medenî ku heta niha bûne destkeftin u malê hemû mirovahiyê, divêt ji bo me jî bibin prensîb. Em nikarin ji nû ve biçin nirx, rêzik, teorî û tiştên wisa li gorî xwe şirove bikin û xwe di çavên cîhanê de biçûk bikin û xwe margînal nîşan bidin.
Ger çewtiyên wiha ji aliyê kesên nexwende, siyasetmedar û kesên ji rezê ve bêne kirin, heta derceyekê, dibe ku em çavê xwe jê re bigirin; lê ger çewtiyên wiha ji aliyê xwende, nivîskar û rewşenbîran ve bêne kirin, ev karesateke ku neyê telafîkirin e.

Ev ji aliyê dinyayê ve wisa. Em werin ser têkiliyên kurdan. Kî radibe, dibêje min ji sifrê dest pê kiriye. Bavo, ma ev sifir bû çi? Ma sifir naqede? Apê Mûsa bersiva vî tişti da. Ew defter hate girtin. Hinek dostên me yên nivîskar li Amedê xebatên giranbiha dikin. Lê ji ber ji nû ve keşfkirina cîhanê, ji ber teoriya ji sifrê destpêkirinê, her tiştî dibehdilînin. Ma heta PENa Navneteweyî destûrê nede, ew dikarin navê PENê bi kar bînin? Ev tiştekî sosret e.
Çawa bêyî destûr navê UNO, UNESCO, Coca Cola û hwd. kes nikare bi kar bîne, navê PENê jî her wisa.
Dema li gorî rêz û rêçikan bimeşin, ji xwe ewê wî navî bi rehetî bikaribin bi dest bixin. An gelo em îhtîlalparêz in, bi zorê qezenckirin, tameke xweş dide me?

Ji aliyê din ve, va ye Navenda PENa kurd li Elmanya ye. Heta wan camêr û canikan kar aniye vê pengavê, gelek ked lê dane. Ma qaşo em hemû internasyonal in! Kanî rêza li hemberî kedê. Ger em dilpaqij bin, em sebrê bikişînin û wê heqê we be, hûn doza çi dikin, ji xwe hûnê bi dest bixin.
Yanî armanca me, anîna Navenda PENa Kurd a Amedê ye? Çima hûn pêşî wekî nivîskar xwe bi berhemên giranbiha, bi helbest, roman, çîrok û gotarên xwe nadin naskirin. Ka bila carekê ev xwişk û braderên me wekî komel hinek xebatên wêjeyî, çandî, zimanî, hinek xebatên sîvîl di binê banê komeleya xwe de bikin û bala me hemûyan û bala PENa Navneteweyî bikişînin ser xebaten xwe yên giranbuha. W demê, bi rehetî dikarin doza navendbûna komeleya xwe bikin.
Heqê tu kesî tune dubendiyê û nexweşiyê bixe navbara nivîskarên kurd. Kesên ku rabin li ser navê îdeolojî û siyasetê, saziyên bi nirx bi kar bînin, wan pûç bikin, aloziyê bike navbera kurdan û rewşenbîrên wan, ew ne ji kurdan re dixebitin. Keda wan kesan belesebeb , bi avê de diçe.

Di destpêkê de, divê em di nav xwe de demokrasiyê saz bikin û pîvanên êtîk bikin rewacê. Em ji biyaniyan re zêde zêde nazik û delal in. Ev çend sal in, demokrasî bûye qajikê devê me. Lê em diranên xwe li birayên xwe disîqirînin. Wa ye zêdeyî deh salan e, PENa Kurd li Elmanya dixebite. Dema van birayên me xebata kurdewarî dimeşandin, gelek camêrên ku niha dibêjin em nivîskarên kurd in, wê demê alfebeya kurdî nedizanîn. Heta hinekan ji wan silav li zimanê kurdî nedikir.
Ev çi serûbinbûneke sosret e. Pîvan neman. Wijdan nema. Pisûle ango cihêtname hemû xera bûne. Pîvanên dema qewmê Lût îroj rewa bûne.

Ew kesên ku niha li Amedê bê destûr dibêjin “em PENa Kurd in”, bila li gorî pivanên PENa Navneteweyî bimeşin, heta ku rewşa wan rewa ango fermî bibe, vî navî bi kar neynin. Wekî komele çi navî li xwe dikin, azad in. Ji xwe ew li gorî yasayên tirkî hatiye damezirandin, ji wir destûr standine. Çawa ku bêyî destûra dewleta tirkî nikaribûne komeleyê damezirenîn, bêyî destûra Navenda PENa Kurd nikarin navê “PENa Kurd” û bêyî destûra PENa Navneteweyî jî nikarin peyva “PEN” bi kar bînin.

Lê em bibêjin pêwistî hebe, derfet hebin, kesên jêhatî ku bikaribin xwe bidin ber vî barî, hebin û helbet ku îradeya raya giştî ya nivîskarên kurd bixwaze, di pêşerojê de, Navenda PENê dikare were Amedê jî, dikare biçe Hewlêrê jî. Ew li gorî mercan û lihevkirina nivîskaran e. Heta dibe ku PEN awayê rêxistinê biguhere.
Mînak: ji her çar beşên Kurdistanê nivîskar bîr, ray û vîna xwe tevlî Navenda Elmanya bikin, lê kar û barê xwe li cihê xwe bi rê ve bibin. Rûyê PENê yê cîhanê, çawa ku neynik tê gotin, li Elmanya be, li her beşekî Kurdistanê şaxeke were vekirin; ev şax di xebatên xwe de otonom bin, lê girêdayî navendê bin.

Heta ger destûrnameya PENa Navneteweyî destûrê bide, pêkan be, li beşê din PENê kurd ên serbixwe dikarin bêne damezirandin.
Her çi rê dibe, bila bibe, divê ev yek bi hevkarî, destûr û raya Navenda PENa Kurd-Elmanya bibe. Lewre heta niha mîsyona wan bûye. Paşgotinî, lawazkirin, dijberiya li hemberî PENa Kurd tu payeyê nade hîç yek nivîskarî.

Gelo kîjan nivîskar naxwaze li welatê wî sazî û dezgeh bêne damezirandin? Nîqaşeke welê bêwate ye. Kesên vê nîqaşê vedikin, siyaseta demagojî û hemasetê dikin.

Bila tu kes welatparêziya kesekî din nepîve. Ne eşkere ye ka îmana dilê kê xurtir e. Lê pîvana xebatê heye. Ew pîvan “berhem” in. Gel û dîrok incex di nava demê de dikare van berheman binirxîne. Îroj jî ne roja wê ye. Îroj roja xebatê ye. Kî bixebite, dîrok dê keda wî/wê hîç veneşêre.
Nivîskar incex dikarin tovê aştiyê, hezkirinê, li hev hatinê, konsesusê bireşînin. Li ser nivîskarkan ferz e ku ew kîn, nefret, dijminahî, nexweşiyê ji cîhanê û ji nav gelê xwe rakin.
Ji xwe bi salan hinek ramanên stalînîst ên ku di nav rêxistinên kurdan de xwe veşartibûn, her tim dijberiya rewşenbîr û nivîskarên kurdan kir, nivîskar bê qîmet kir, nivîskarî wekî karekî biçûk hate dîtin. Her dem ji wan re “kesên nazik”, “kesê bi qerewat” û “birjûwayên biçûk” hate gotin. Xwestin wan li ber çavê gel bê qîmet bikin.
Heta radeyekê fikira li dijî rewşenbîrî, ronahî, nivîskarî, ramana li dijî “hibrê” bi ser ket. Di serê gelek kesan de, nivîskar wekî kesên beredayî, kesên ku “diaxivin” , “dinivîsin” bi cih bû. Ango peyvên ku li ba neteweyên din bi nirx in û têne pîrozkirin, li nik me hatin kanetkirin. Toqê lanetê kirin stûyê “axavtin” û “nivîsandin”ê. Ma peywira nivîskar ne ew e ku biaxive an binivîse. Gelo nivîskarên cîhanê çi dikin? Berikan ji devê xwe diavêjin?

Nivîskarê kurd dikare Sakarovan, Salaman Ruştiyan, Milan Kunderayan, Beşikçiyan û Noam Chomskyan bişopîne, ne bibe wekî nivîskarên regezperest û hêzperêzên ên tirk, faris û ecem. Lê helbet her nivîskarek li dijî zilm, zordarî û desthilatdariya dagîrkeran jî radiweste.

Piştî tecrûbeyeke wisa xerab a bi salan, divê nivîskar tovê vê ramana xerab a ku rengê xwe ji Kemalîzim, Stalînîzim û Baasîzimê wergirtiye, ji nav xwe biqelînin. Digel bîr û rayên cuda jî, divê nivîskar qedrê hevdu bigirin, nîşanî siyasetmedarên kurdan û nîşanî yar û neyarên xwe bidin ku ew dikarin bi hev re kar dikin.
Incex nivîskar dikarin li welatê xwe bibin nûnerê ramana azad. Bêyî ku ew serî li ber tu partî, îdyolojî, hêz, dewlet, kes, komikên desthilatdar bitewînin…

Çawa ku li nav rejîmên dîktator ên wekî Sovyetên berê, li Îran, Emerîka Latîn û deverên din nivîskar bûne sembola ramana azad, li hemberî hemû otorîteiyan serbi we mane, bûne wijdanê gel. Ger li welatê me modeleke nivîskaran hebe, teqez dê ew modela wan welatan be.

Ew nivîskarê ku bi serê hêzê yan otorîteyê sund bixwe, naşê azad bifikire. Li hemberî zilmê mafê mezlûman biparêze, li dijî reşî û tarîtiyê, li nik rewşenî û ronahiyê cih bigre.

Helbet li Bakur, Başûrê Rojava û rojhilatê welatê me desthilatdariya gel tune û kurd nebûne xwedî statû. Lewre wekî îstîsna li hemberî çavsorî û çewisandina dewleta Tirkiyê nivîskar dikare mafê hemû partiyên kurdan biparêze, lê li hemberî neheqî, nelirêtî, zordarî û qedexekirina ramanê, li dijî partiyên kurdan jî helwesteke rewşenbîrî tevbigere. Ne ku bibe maşika siyasetmedar û partiyên kurd.

Çiqasî xurt bin, bila xurt bin, divê nivîskar çewtî, zordarî û nedemokratîkbûna partiyên kurd veneşêre, çavê xwe jê re negire. Di vê babetê de, li Bakur “takiye”, “melaqî, “şelafî” zêde ye. Ji nivîskarê xwedî wijdan û etîk re peywir e ku li dijî vê durûtiyê bi pênûsa xwe têbikoşe.

Lê li Başûr, wekî hemû dewletên medenî û pêşketî, nivîskar divê sînorekî bixin navbera xwe û dewletê, ango desthilatdariyê, bibin wijdanê gel, wekî neynikê kul, derd û azarên civakê di berhemên xwe de birengînin. Divêt li vir nebin şirîkê birêvebirina çewt, kêmasî û polîtîkayên li dijî demokratiyê. Lê li hemberî dagîrkerî, neyarî û nijadperestiya dewletên Rojhilata Navîn jî, peywira welatparêziyê bînin cih û li def saziyên neteweyî rawestin.

hasankaya47@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000