www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
17.12.2004 - 10:27 [ 1738 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kemalîzim û Sîvera duyemîn

Mervanê Keleş - Ingilistan


Mervan Keleş
Bi rastî ji roja ku xanima hêja Leyla Zana ji zindana Tirkan derketiye ta îroj, wê ti nerînên hişmend derbarê çareserkirina Kêşeya Kurd de pêşkêş nekirine. Xanima ku ji bo çend gotinên bi zimanê kurdî li Parlamenta Tirkan deh salan ji temenê xwe yê ciwan gedayî gelê kurd kir, ji roja ku ji zindanê derketiye, pir gotinên şaş û helwestên ne rast diyarî me kirine. Gotina wê ya di Parlamenta Ewropayê de em kirin çûk û çivîk û ti nerînek giring, bingehîn û zanyar ji bo çareserkirin û bidestxistina mafê gelê kurd ne anî ziman.

Leyla Zana berî çenad rojan di pêşwaziya serokê Parlamenta Ewropî de li Stanbolê got: "Em tirk pir mêvanperwer in.."!!! Ez ti şiroveyê nadim vê hevokê, lê ji Leyla Zana hêvî dikim ku bêje "min ev gotin negotine", yan vê gotinê ji me re şirove bike!

Berî çend rojan, 200 rewşenbîr û siyasetmedarên kurd di rojnemey "Herald Trîbun", Le Monde û "Frankfurter Allgemeine Zeitung" de daxuyaniyek bi imzeyên xwe weşand, ku tê de diyar e ku ew mafê federalî ji gelê kurd ê Bakur re dixwazin. Lê piştî ku berpirsyarên dewleta tirk bi tundî êrîşî vê daxuyaniyê kir, xanim L. Zana û grûpa wê, ku wan jî ev daxuyanî imze kirbû, xwe ji naveroka wê dan paş û got ku hayê wan ji naveroka wê tune bû. Lê kesên ku bi kar û barê wê daxuyaniyê rabûbûn, got ku her kes ji naverokê agahdar bû.

Xuşka Leyla, ma naverok tiştekî hêja bû, yan na? Tu çawa daxuyaniyekê bi vê giringiyê imze dikî "bê ku hayê te ji naveroka wê hebe"? Ma lîska zarokan e? Ji kerema xwe re vê helwestê ji me re şirove bik!

Mirovên di asta te de gereke bi berpisyariyeke dîrokî bilivin û biaxivin, ji ber ku milletê me te wek simbolekê dibîne. Bela ev simbol çak û kurdewar bimîne. Bela miletê me careke din neyê xapandin û pêrgî têkçûnên kambax nebe!
Ez ji dil û ji hiş ji te hêvî dikim, ji ber ku tu li ber dilê me şêrîn û xwedî rûmet î, ku tu li xwe, gotin û helwestên xwe vegerî û hûr hûr li ser wan rawestî berî ku dem dereng bibe û em rastî Sîvera duyemîn bibin!

mervan111@hotmail.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000