|
|
15.07.2007 - 15:59
|
[ 2062 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Pênc astengiyên li pêşiya nivîsandina rastiyê (2)
Bertolt Brecht
 Bertolt Brecht | 2. Zîrekiya naskirina rastiyê
Ji ber ku nivîsandina rastiyê zehmet e, çimkî ew li her derê tê binpêkirin, ji bo piraniya kesan pirseke kesayetiyê dixuye, ger rastî hatibe nivîsandin an na. Ew di wê baweriyê de ne ku ji bo vê yekê tenê wêrekî pêwîst e. Ew astengiya duyem ji bîr dikin: astengiya dîtina rastiyê. Ne gengaz e ku mirov bêje ku dîtina rastiyê hesan e.
Berî her tiştî teqez e ku naskirina bê kîjan rastî hêjayî gotinê ye, ne hesan e. Weke mînak, niha li ber çavên cîhanê dewletek şaristanî ya mezin bi dû ya dî de dikeve hovîtiyê. Herweha herkes dizane ku şerê navxweyî, ku bi hemî şêweyên kirêt tê kirin, dikare di her deqeyê de bête veguhestin bo şerekî derve, ku dibe qara (kontînenta) me wekî komek xerabiyan li dû xwe bihêle. Bêguman ev rastiyek e, lê hîn bêtir rastî hene. Wilo, weke mînak, ne ne rast e, ku di kursiyan de ciyên rûniştinê hene û ku baran ji jor ve dibare. Gelek helbestvan rastiyên wilo dinivîsînin. Ew mîna nîgarkêşên ku dîwarên gemiyên ku binav dibin, bi jiyanek bêdeng dixemilînin, in.
Yekemîn astengiya me serêşiyê ji wan re çênake û wijdanê wan jî rehet e. Ne desthilatdar dikarin wan gendel bikin, ne qêrînên kesên çewisandî wan tevlihev dikin; ew berdewam nîgarkêşiyê dikin. Bêwateya di rabûn û rûniştina wan de di hundirê wan bi xwe de reşbîniyeke “kûr” çêdike, ku ew wê bi pereyine baş difiroşin û ku ev reşbînî bi xwe – li gorî van hosteyan û van firotinan – gerek li cem kesine dî çêbûbaya. Di heman demê de ne hesan e ku mirov nas bike ku rastiyên wan rastiyên li ser kursî û baranê ne; adeten dengê wan mîna dengê rastiyên li ser tiştên giring in. Çimkî gewdekirina hunerî hingî pêk tê ku mirov tiştekî giring bike. Lê mirov di temaşekirineke baş nas dike ku ew tenê dibêjin: kursî kursî ye û tikes nikare rê li ber baranê bigire ku ji jor bibare jêr.
Bertolt Brecht (10.02.1898 – 14.08.1956) wekî şanonivîser û helbestvanê elman ê xwedî bandora herî mezin di sedsala 20ê de tê binavkirin. Ew herweha di asta navneteweyî de jî xwedî navek mezin e û gelek caran hatiye xelatkirin.
Brecht di 28.02.1933ê de ji ber zordariya Naziyan ji ligel malbata xwe Elmanyayê revya û di Pragê re xwe gihand bajarê Zürich li Swêsrayê. Di 12.05.1933ê de pirtûkên wî ji aliyê Naziyan ve hatin şewitandin. Piştî jiyana li Parîs, Svendborg (Danemark), Swêd, Mosko, Kalîfornya, dîsa Parîs û Zürichê, Brecht çû Berlîna Rojhilat. Di sala 1935ê de Naziyan ew ji hemwelatiya elmanî avêt. Ji ber ku Elmanyaya Rojava nasnameya elmanî lê venegerand, wî jiyana xwe li Elmanyaya Rojhilat (DDR) berdewam kir. Versyona pêşî ya vê nivîsarê beşdariyek bû di rapirsekê de li jêr sernivîsa “Dichter sollen die Wahrheit schreiben” (“Helbestvan gerek rastiyê binivîsînin”) di Pariser Tageblatt (12.12.1934) de. Hingî Brecht tenê sê astengî bi nav kiribûn. Versyona dawî ya vê nivîsarê cara pêşî bi elmanî di kovara Unsere Zeit (Parîs, VIII, jim. 2/3, nîsana 1934ê, 23-34) de hate weşandin. |
Ev kes wê rastiya ku hêjayî nivîsandinê be, nabînin. Kesên dî bi rastî jî xwe mijûlî karên giring dikin, ji desthilatdaran û herweha ji feqîriyê natirsin, lê dîsa jî nikarin rastiyê bibînin. Agahiyên wan kêm in. Ew tije ne bi sihirbaziya kevn û bi pêşdîtinên binavûdeng ku di dema borî de baş dihatin şahîkkirin. Ji bo wan cîhan tije alozî ye; ew rastiyan nas nakin û girêdanan nabînin. Ji bilî bîr û boçûnê pêwîstî bi zanyariyên ku dikarin bêne qezenckirin û metodêrn ku dikarin bêne hînkirin, heye. Ji bo hemî nivîskarên di vê dema şeperzetî û guhertinên mezin de naskirina dialektîka materialîst, ya aboriyê û ya dîrokê pêwîst e. Ev zanebûn dikare ji pirtûkan û ji şêweyên praktîk bête peydakirin, bi şertê ku jêhatîbûna pêwîst hebe.
Mirov dikare gelek rastiyan, an beşine ji rastiyê, yan jî agahiyên ku mirovî didin ser rêya naskirina rastiyê, bi şêweyekî hesan diyar bike. Metod baş e ger mirov bixwaze lêgerînekê pêk bîne, lê mirov dikare bêyî metodê bigihê armanca xwe, yan bêyî ku mirov lêgerînekê pêk bîne jî. Lê bi vî şêweyê sudfeyê mirov hema bêje nikare bigihê şêweyekî wilo ji pêşkêşkirina rastiyê, ku mirov li ser bingeha vê pêşkêşkirinê bizanibin bê gerek ew çawa tevbigerin. Mirovên ku tenê rastiyên biçûk dinivîsînin, nikarin tiştên vê dinyayê bînin ber destan. Lê tenê ev e armanca rastiyê, ne tişteke dî. Ev kes negihane wê radeyê ku bikaribin wê xweztekê bi cî bînin, ku rastiyê binivîsînin.
Ger kesek amade be ku rastiyê binivîsîne û dikare wê nas bike, hingî sê astengiyên dî dimînin.
Berdewam dike
Wergera ji elmanî: Sîrwan H. Berko (sirwan@amude.com)
----------
- Pênc astengiyên li pêşiya nivîsandina rastiyê (1): Wêrekiya nivîsandina rastiyê (amude.com, 18.11.2006)
|
|
|
|
|
|