|
|
05.03.2007 - 23:20
|
[ 2254 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Li ser hunera dawetan
Sîrwan H. Berko - Dortmund
Ji ber çewisandina gelê kurd li seranserî Kurdistanê, piraniya hunermendên kurd ji bilî dawetan ti derfetine dî nedidîtin ku stranên xwe pêşkêş bikin. Bi taybetî li Kurdistana Suriyê ji bilî çend rewşên awarte, ta roja îroj hîn jî şevên muzîka kurdî û konsêrtên taybetî yên hunermendên kurd qedexe ne. Zubêr Salih û Ronîcan du hunermend in ku bêtir wekî hunermendên dawetan hatine naskirin. Ligel stranbêjiya di dawetan de ew herdu xwedî kasêtên stranên guhdarîkirinê ne jî. Min ji herdu hunermendan li ser hunera dawetan, aliyên wê yên erênî û nerênî û herweha li ser pirsgirêkên civakî û siyasî, ku rastî hunermendan dihatin û tên, çend pirs kirin û ev in bersivên wan:
Zubêr Salih:
 Zubêr Salih: "Em dihatin şermezarkirin." | - Ez wek şexis dema ez li dawetê distirêm, ez hesab dikim ku miletê amade guhdarî jî dike, ne tenê dîlanê dike. Kesin jî hene, stranan dibêjin ji bo xatrê ku daweta xwe pêk bînin û tiştekî din ji wan re ne derd e.
- Dema mirov li dawetê distirê, mirov kontakteke zindî bi milet re çêdike. Ne kêmasî ye eger mirov beşdarî dawetan bibe, ji ber hingî tu nêzîkî milet dibî û milet jî te ji nêzîk ve te nas dike û tu jî milet ji nêzîk ve nas dikî, tu heyacana milet nas dikî bê ta kîjan radeyê li te guhdarî dike ya jî stranên te qebul dike. Gelek caran em di rêya dawetan re nas dikin ku stranên me hatine qebulkirin, çimkî miletê ku di dawetê de amade dibe, doza stranên me yên taybet dike, ku wan an di televizyonê de yan jî di kasêtekê de guhdarî kirine. Hingî em dizanin ku strana me hatiye hezkirin.
- Ji destpêka ku min dest bi hunerê kir, ango di destpêka 1980ê de, hingî milet em şermezar dikirin an jî bi nerîneke gelekî kêm li kesê hunermend dinerî, û ji xwe em wek hunermend nedidîtin; weke mînak wan digot mitirb in û ev kar tenê karê aşiq û qereçiyan e. Bi rastî me di destpêkê de gelek astengî didît. Îroj milet bi çavekî mezin li me dinere, wekî hunermend li me dinere.
Ronîcan:
- Mirov nikare muzîka li dawetan qerebalix e, yan tingtingek e; ev stranên ku ji bav û kalan maye kultura me ne: stranên ser bûk û zavê ne, stranên folklorî ne, “Ez Xelef im”, “Bûkê delalê” ye, û gelek stranên din. Ev stran li dawetan têne gotin. Eger van stranan ciyê xwe di dilê milet de negirtibana, ew nedibûn kultur û folklor.
 Ronîcan: "Me hunera xwe di dawetan de dida xuyakirin." | - Mîna gelek hevalên xwe yên hunermend, ez jî diçim dawetan. Dema ez stranekê çêdikim, bi rastî bandora dawetan li hunermend heye; yê ku bêje tune ye, ne rast e, na.
- Hema ji dema ku min dest bi muzîkê kiriye, bi taybetî konsêrtên me yên Kurdên Suriyê qedexe bûn, eger ku konsêrtek çêbiba jî, 150 imze jê re gerek bûn. Û di dawî de, roja berî wê yan jî di roja wê de, nedihiştin ew konsêrt çêbibe jî.
- A rastî ev e: Ti derfeteke dî ji dawetan pê ve tune ye. Salê carekê Newroz bû, yan jî salê carekê Cejna Karkeran bû, em ji xwe re diçûn Cewadiyê û li ber avê, yan jî Dêrikê. Me teknîk û cîhazên xwe datanîn û distira û milet li dor me kom dibû. Wekî din konsêrtên bi navê konsêrt qedexe bûn. Ez dikarim bêjim, ku hunermendên me yên kurd ên Suriyê xwe di dawetan de dan xuyakirin; ti mecalê din tune bû.
-----------------------
* Ev kurtehevpeyvîn di 30.07.2006ê de di "Bernama Kurdî" de, ku beşê kurdî yê radyoya WDR-Funkhaus Europa ya elmanî ye, hatibû weşandin.
|
|
|
|
|
|