www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
20.01.2007 - 18:23 [ 2235 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Mûzîka Kurdî: Pirsgirêk û pêşeroj (1/4)

Şêrko Deqorî


Şêrko Deqorî
Pêşgotin

Ne tişteke cedelî ye ku mûzîk yek ji stûnên bingehîn ên huner û çandê ye, û ku mûzîka gelekî yek ji pîvanên pêşketin û bilindbûna wî ye. Mûzîka her gelî bi asta giştî ya şaristaniya wî ve girêdayî ye, û pêşketina gird a mûzîka rojavayî – a ciddî jê, helbet – û paşketina rêjeyî ya mûzîkên rojhilatî encameke sirûştî ye ya cudahiyên di navbera pêşketina şaristanî ya gelên rojava û rojhilatê de.

Mûzîka kurdî mûzîkeke rojhilatî-rojhilatnavînî ye, û ew xwedî rehine gelekî kevn e wekî mûzîka gelekî ji gelên herî kevn û rehkûr li cîhanê.
Di dîrokê de kurdan roleke gelekî mezin di pêşxistina mûzîkê de lîstiye. Em ji bîr nekin ku noteya mûzîkî ya herî kevn di dîrokê de ku li Ogarêtê hatiye dîtin, noteya straneke kurdên xurrî (hurrî) ye û di meqamê de kurd hatiye nivîsandin1. Di serdema şaristaniya islamî de jî mûzîkvanên kurd wek Zêryab, Ibrahîm el-Mûsilî, Ishaq el-Mûsilî û Ibn el-Mihdî wekî mûzîkvanên herî girîng di dema xwe de dihatin jimartin. Wiha jî mûzîkzanên (mûzîkolocên) kurd wek Sefî el-Dîn Ûrmewî û Mihemed el-Xetîb Erbîlî roleke gelekî girîng di babetkirina mûzîkên rojhilatnavînî û herweha di wesifkirina hûr a şaqên wan ên cuda de lîstine2.

Mûzîka kurdî xwedî taybetmendiyine yekane ye ku wê cuda dikin ji mûzîka gelên cîran. Rîtm, meqam û formên newayî (melodîk) ên taybet; serpilkîtî û jînîtiya hêzdar, newa û motîvên xweş û kurt, û alavên taybet, hemû yekaneyîtiya mûzîka kurdî didin wê. Wek ku em dibînin, têvelbûneke mezin di mûzîka kurdî de he ye, ev ji aliyekî de encama belavbûna cografî ya fireh a kurdan û cudabûna perçeyên Kurdistanê ji hev ve ye, û ji aliyekî din de encama bandorên derveyî li ser mûzîka kurdî ye. Bo nimûne, em li rojavayî Kurdistanê bandorên anadolî dibînin, li rojhliatî Kurdistanê yên îranî û li başûrî Kurdistanê bandorên samî xuya dikin.

Gelek xurtbûnên mûzîka kurdî - û rojhilatî - hene ku derfetê didin wê ku bigihê qunaxeke gelekî pêşketî di pêşerojê de. Lê li himberî van jî gelek pirsgirêk û berbend li pêşiya wê hene ku di riya pêşketina wê de radiwestin û nahêlin bigihê asta pêwîst a akadîmîtî û derbirînîtiyê. Gelek ji van pirsgirêkan encama faktorên giştî ne yên ku çanda kurdî bi taybetî û ya rojhilatî bi giştî li paş dihêlin.

Di vê lêkolîna kurt de, eê hewil bidim ku behsa pirsgirêkên herî girîng di vî warî de bikim, û ezê herweha hewil bidim ku behsa çareseriyine hişdar ji van pirsgirêkan re jî bikim.
Ezê awayê berhevdanê bi kar bînim, ango berhevdana mûzîka kurdî bi mûzîkên gelên li dora me re, û li radeyekê kêmtir bi mûzîka rojavayê re.
Gelek sûdên vî awayî hene. Ew ji aliyekî de dihêle kiu em kêmasiyên di mûzîka xwe de baştir nas bikin, û ji aliyekî din de jî ramaneke hêja dide me li ser riyên ku em dikarin bi wan mûzîka xwe li pêş bixin û sûdê ji serhatin, şaşitî û xurtiyên ên din bikin.

* * *

Pirsgirêkên herî girîng ên mûzîka kurdî

1. Neakadîmîtî, tinebûna fêrkirina mûzîkî ya fermî û nependiya dîtineke hevgirtî derbarey pêşxistina mûzîka kurdî

Béla Bartók, yek ji mûzîkvanên herî mezin di sedsala bîstan de, dibêje: ”Pêşxistin û danûstendina bi mûzîka gelêrî re karê herî dijwar e li pêşiya her mûzîkvanekî.”3
Rexnavaneke mûzîkê jî dibêje: ”Da ku mûzîka gelêrî bibe hunerek, destêwerdana afirênderekî pêwîst e.”4

Bêguman peydabûna fêrkirineke mûzîkî ya pêşketî û sîstematîk dê bingeha rabûn û bilindbûna mûzîka kurdî be. Bes dike ku mirov li fêrkirina mûzîkî ya li welatên rojavayê (û li hinin bajarên mezin li Rojhilatê jî) binere, da ku binase bê çi kêmasiyeke mezin di vî warî de li cem me heye.

Zanîna mûzîkê zanîneke gelekî fireh e. Li Rojavayê, xwendekarê muzîkê wê 5 salan bi şêweyekî akadîmî li konservatwaran (zanîngehên mûzîkê) dixwînin, helbet piştî ku 3 salan berî wê mûzîk di dibistanên bilind de xwendibin. Digel vê jî hemû tiştên ku ji van xwendekaran re ji bo pêşketin û pijîna wan a mûzîkî gerek in, li ber destên wan in: kitêbxaneyên gird, hol û orkestrayên mûzîkî û mamosteyên zane, bo nimûne. Bi vî awayî xwendekarê mûzîkê ku ji wir derdiçe, ji hemû aliyan de bi temamî amade ye, û zanebûneke wî/wê ya kûr li ser hemû şaqên mûzîka rojavayî heye, wek harmonî, counterpoint, lêkanîn (telîf, composition), belavkirin, rexne, dîroka mûzîkê... û hwd. Heger mirov îcar bi rewş û awayên fêrkirina mûzîkê li cem kurdan birame, mirov dê bi êş û poşmaniyeke mezin bihise. Mixabin ti derfet ji van imkanên fireh ên li welatên pêşketî li cem me tine ne. Mûzîk li cem kurdan wek ”pîşeyekê”, ne wek zanînekê, tê fêrkirin.
Pêvajoya fêrbûna mûzîkê piraniya caran bi awayekî serberdayî û hew di riya guhdarîkirinê re (bêyî fêrbûna noteyan) li ser destên mûzîkvanekî nepîşegir pêk tê, bêyî ti haydariyê ji zanîna mûzîkê, û bêyî haydariyeke pêwîst li ser serhatinên mûzîkî yên gelên din li cîhanê.

Xwendekarên mûzîkê yên kurd ên ku fêrî mûzîkê dibin û dibin mûzîkvan pêşerojê, bi vî şêweyî nagihên ast û pisporiya pêwîst ji bo pêşxistina mûzîka kurdî û paraztina resenîtiya wê. Bi rastî jî pir kêm in ew carên ku mirov mûzîkvanekî kurd ê bi rastî pîşegir dibîne, heger yekcar hebin jî. Ez vî tiştî dibêjim di gel rêza min a mezin ji bo hemû mûzîkvanên kurd ên ku ji dil ji bo pêşxistin û bilindkirina asta mûzîka kurdî dixebitin. Divê mirov li vir ji bîr neke ku ev rewş berî gişî ne sûcê mûzîkvan û xwendekarên mûzîkê yên kurd e, lê ew sûcê rewşa giştî ya paşketî û siyasetên qirêj ên dewletên ku perçeyên Kurdistanê hikum dikin, e. Divê em ji bîr nekin jî ku hejmareke baş ji berhemên hêja di warê mûzîka kurdî de derketine, tevî tevaya van pirsgirêkan.

Encamên vê rewşê gelekî wêran in. Bêyî derfetên zanistî yên pêwîst, pêşxistina mûzîka kurdî dibe tiştek gelek dijwar. Divê em baş bizanibin ku zanebûna derbarey mûzîka rojavayî û mûzîkên rojhilatî û serhatinên wan û mekanîzmên pêşketina wan gelekî girîng e ji bo pêşxistina mûzîka me ya kurdî. Helbet ev tişt dê tenê di riya fêrkirineke mûzîkî ya sîstematîk û mûzîkvanine xwende re pêk bê. Hinek xwendekarên mûzîkê yên kurd diçin li dibistanên dewletên ku ew li wan in, dixwînin. Li vir metrisiyeke zêde heye, ku bandora zêde ya mûzîka ku ew dixwînin (a erebî, farisî yan jî tirkî), li wan bibe.

Çare bêguman ew e ku dibistan û zanîngehine mûzîkê yên baş li Kurdistanê bêne damezirandin, dibistan û zanîngehine ku xwendekaran fêrî hemû şaqên mûzîkê bikin, wan berî her tiştî fêrî mûzîka kurdî bikin, lê zanîneke qenc li cem wan pêk bînin derbarey mûzîkên cidî (û gelêrî) yên rojhilatî û rojavayî. Digel vê jî divê ev sazî bi lêkolîna zanistî li ser mûzîka kurdî rabin û wê bicivînin û babet bikin.

Mixabin niha tiştek wiha li seranserî Kurdistanê dûr e, û çareya gengaz a bi tenê ew e ku hikumeta Kurdistana Başûr vê berpirsyariyê hilgire ser xwe. Ew aliyê bi tenê ye ku dikare saziyine wiha damezirîne û piştgirtiyê bide mûzîkvanên kurd ên xwedî talent ji hemû beşên Kurdistanê.

E-Mail: shergodakouri@msn.com

Çavkanî:
1http://128.97.6.202/urkeshpublic/music.htm
2M. Izady; The Kurds: A Concise Handbook; 1992.
3Kovara El-Heyat el-Mûsîqiye a erebî, hejmar 16.
4Heman çavkanî
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000