www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
24.12.2006 - 17:54 [ 2096 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Dem birînan derman dike

Medya Rênas


Medya Rênas: "Tu tenê ma bîranînek, di nav rûpelên min de veşartî."
Wê rojê ez di nava rûpelên xwe yên kevin de digeriyam, ji nişkê ve çavên min li nameyên te ketin. Nameyên ku te ji min re rêdikirin dema em hîna evîndar bûn. Tu dizanî min çend caran hewil da wan nameyan biqetînim, bavêjim, wan te dianî bîra min. Lê hêzeke hundirîn destûr nedida min û min dîsa hemû dipêçandin û vedigerandin cihê wan. Ne ji ber ku hîna heman hestan dijîm li pêşberî te, lê ji ber ku min nikarîbû dest avêtiba bîranînên xwe, dest avêtiba wan tabloyên ku demekê xeyalên min bûn û li ba min pîroz bûn. Min fam kiribû ku mirovê dest bavêje bîranînên xwe, wê huzura wî serûbin bibe. Ew yên wê demê bûn, bi xweşî û nexweşiyên xwe yên wê demê. Lê êdî ez têgihiştibûm ku dem qayil e her tişti biguherîne: hestên mirovan, ramanên mirovan, qedera mirovan, kêfxweşiyên wan, armancên wan û heta baweriyên wan jî. Te jî guhert û min jî guhert. Carna ji xwe dipirsim: Gelo tu bû, ew kesê min jê hez kir û min pê rê evîn parvekir? Tu bû, ew kesê ku jiyna min serûbin kir? Tu yarê min bû, yan jî ez bi te li yarekî, li evîndarekî digeriyam, evîndarekî ku tenê di xwenên min de peyda dibe? Lê êdî min fam kiribû ku evîndarî ne nasnama vê serdema me ye; evîndarî tenê di çîrokên ku dapîrên me ji me re digotin û ku emê ji zarokên xwe re bêjin, peyda dibe.

Min dizanî û te jî dizanî ku ez ne ya te me û tu jî ne yê min î. Lê vê ramanê dilê min ne dişikand, min xemgin nedikir, ji ber ku min baş nas dikir ku tu nabî yê tu kesî û ez jî nabim ya tu kesî. Lê di wê kiliyê de tu yê min bû; erê tu yê min bû bi her tiştên xwe tu yê min bû: Bi rihê xwe, bi canê xwe, bi dilê xwe tu yê min bû û min bi te re hemû sînor û tabu dişikandin.

Çiqasî xweş e dema mirov bizanibe ku kesek bê sînor yê wî ye, eger ku ji bo demekê be jî. Lê ew hest xwedî tameke cuda ye. Ji ber ku em miletek in em nebûne xwedî, her dem kes ji me re bûne xwedî. Dema ku em dibin xewdî ji, kesên ku em xewdiyên wan in, ew xwe yên me nabînin.

Min ji mêraniya te hez kir û em di demekê de ne ku mêr tê de pir kêm bûne, û mixabin mêraniyê dewsa xwe vala hiştiye.
Min ji daxwazên te yên bê sînor hez kir û sînoran me dorpêç kiriye.
Min ji pozbilindiya te hez kir, di demekê de ku mirov her tişti layiqî xwe dibînin.
Min ji zarokê di hundirê te de hez kir, ji germahiya xortaniya te, weke ku cara yekemîn be ku destên xwe dide keçekê.
Paşî min ji xwe pirsî : Gelo tu wisa bû yan min te wisa didît, yan min dixwest tu wisa ba û min te wisa dîtiba?

Wê cara dawî ba û êdî ne diyar bû bê ka emê dîsa hev bibînin an na. Min di çavên te de dixwend bê tu çiqasî min dixwazî, lê felekê rêyên me ji hev cuda kirin; felek çi dike û çi nake ji me, çi wêranan bi serê me tîne, çi rêyan li pêş me vedike, me li kû digerîne û berê me dide çi welatan. Ev e karê felekê.

Bê gotin em ji hev qut bûn. Ji xwe ne te û ne min me ji gotinan hez nedikir. Em herdu di wê baweriyê de bûn ku gotin bedewiya tiştan xerab dikin.

Ji nişkê ve, nameyên te ji destên min ketin xwarê û li erdê belav bûn, mîna wan salên dûr ku ketin navbera min û te û te ji bîra min birin. Tu tenê ma bîranînek, di nav rûpelên min de veşartî.
Carna dibêjim: Dibe ku ew ne ez û tu bûn, dibe ku min ev çîrok di pirtûkekê de xwendibe, yan jî ji hin kesan bihîstibe.

Belkî jî ez û tu bûne çîrokek ji hezarên çîrokan. Lê başe ku dem hemû birînan derman dike.
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000