www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
20.05.2006 - 11:30 [ 2157 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nebêje

Serbest Berazî


Serbest Berazî
Min te navê, ey sorgula li ber avê
çava têrkim ji dîtina te
lê xew nayê tucar bêyî te
gava ez ji te dûr ketim
agir kete dilê min
min got ezê te hilgirim
bi van milan li kêf û şahiyên
buharê li bîst û yakê avdarê
li cejna Newrozê li ser Pira Delal
ez û te li ber dengê ava zelal
ey sorgula min, bejna te yî zirav
wekî sipî dara şax û guliyên xwe berdane
li ser dêmên wê dîlbera min î xweşkemberê
bi wan gulîn kesk û sor û zer serbest dibe
va dîlbera minî delal bi vî rengî

13.10.2001
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000