|
|
13.01.2006 - 02:19
|
[ 2193 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
2006: Ezmûna saleke nû ji bendewariyê bo Kurdan
Kerem Berhîm Yûsiv
 Kerem Yûsiv | Dema Xweda ev gerdûn afirand, di gûmana min de beşê herî mezin ji keser û sebirê kir para Kurdan. Di heman demê dê, mafên jiyan û hebûnê yên din dan miletên din. Wiha Kurd li jiyanê digerin û ez nabêjim ku ew dijîn, çimkî jiyan jî mercên wê hene.
Di destpêka salê de, çavên kesê kurd li sala din e, çimkî mîna baweriyekê di hundirê wî de peyda bûye, û ev bawerî çi tiştê ku dest pê dike, para wî têde nîne, her ew xwe dibîne xwedî par di sibe de. Wiha dawî nema dimîne, çimkî çavên wî her li sibe ye, û dema sibe tê, ew dixwaze çavên hêviyên xwe di siba din de veke.
Saleke nû li dergehê mal, dil, bajar, bajarok û asîmanan dixe, hêviyên wan dixwîne, nîvpêkê yan pêk tîne bi carekê re. Tenha ev sal û serdem tu sozan nadin pîremêrekî kurd ku hê bi pêçana çixara xwe re doza xwe çareser dike, û di morana wê çixarê de xwe dibîne azad û xwedî qadeke kurdî ya serbixwe. Papaniwêlê cîhanê dixwaze serîkî lêde, lê ew pîremêr bê serî maye, çimkî serê wî di nav hêvî û morana çixara wî de winda ye.
Sal dibûrin, tiştek tenê Kurdan dide naskirin û ev tişt êşa wî ye, ya ku nema rûpelên rojnameyan jî dixwazin ser binivîsînin an behsa wê ser kanalan bikin. Lewra ew bûye nasnameya êşa xwe û li welatan digerîne.
Di destpêka her salê de, Xweda li ezmûna hebûnê ya Kurdan dinêre, da ku nas bike bê ka ew hene yan na. Û ev hezarên sal ew dibêje: "Ez heme. Çi gunehê min e ku ez Kurd im?" Û ji Xweda dixwaze ku ev ezmûa bê dawî tewaw bibe.
Dîsan jî ezmûneke din li pêş kesê kurd heye, lê vê carê ya ku dijminê wî jê re di destpêka her salê de amade dike. Dîsan jî dibêje "ez heme", mîna ku tu bêjî: Kurd hatine ser rûyê vê dunyayê tenha bo ezmûnên bêdawî, ezmûnên ne wek her ezmûnan, ezmûnên ku tê de serketî derdikeve piştî ku gelekî dixesire.
Kurdistana federal li Başûr îsal encamên nû dane Xweda û wî kesê ku bûye "dijmin", û ez nizanim çima hê ev gotin heye û kînga gotina "dijmin" wê bête jibîrkirin.
Me herdem hewil daye ku em di vê ezmûnê de serketî bin, lê ez ne di wê baweriyê de me ku ev ezmûn wê bi dawî bibin, ne ku Xweda ezmûnên wiha hilîne li ser jiyana miletan, tevî têkoşîna gelê kurd.
keremyusiv@hotmail.com
|
|
|
|
|
|