|
|
20.12.2005 - 01:44
|
[ 1994 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Çîrok: Diranên Apê Hesen ê dengbêj
Kawa Şêxê
 Kawa Şêxê | Hevalekî bavê min hebû, gundiyê me bû jî, navê wî Hesen bû. Hesen dengbêj bû. Em zarok bûn, em li ber derî û pencereyan kom dibûn; dema ku dihat cem bavê min li odê rûdinişt û distira, me li dengê wî guhdarî dikir. Gelek stranên ku wî digotin, wî bi xwe çêdikirin. Carna jê hemû li odê li hev diciviyan, bi hev re li Radyoya Yêrîvanê guhdarî dikir, dema bi kurdî distira. Gava dengê Gerepêtê Xaço dihat, stran digotin; dengê Hesen dihat jê re ditewand û dema diqediya, digot:
- Ev zilam pir xweş dibêje. Wellehî kurdê kurd wê şewata di dengê wî de dernaxîne.
Yekî ji civatê digot: “Dengê te jî ne kêmî dengê wî ye.”
Hesen bi xemgînî digot: “Lê ka kî li dengê min guhdarî dike? Ez roj bi roj pîr dibim, ne rewşa me li vir alîkariyê dike û ne radyoyên me li vir hene û ne jî pere hene ku em herin wan welatan û di radyoyê de derên û stranan bêjin.”
Bi rastî Apê Hesen xweş digot. Her kes di mafê wî de rûdinişt, lê rewşa wî pir xerab bû, ne kar hebû û ne jî wî karîbû kar bikraya. Rewşa tu kesî jî ji ya wî ne baştir bû, lê dîsa jî tê bîra min carekê gava bavê min mûsimê xwe firot, jê re radyoyek kirî û êdî te nema Apê Hesen bê radyo didît, timî nûçe û stranên nû li ba wî hebûn, ji me re qala radyoya şoreşê dikir û çûna Eyşê Şan bo radyoya şoreşê û hevdîtina wê bi Mihemmed Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî re li wir û stranên ku bi hev re gotine. Dema behsa wan dikir, wek yekî ku qala hevalên xwe bike. Wî digot: “Eyşê dengê wê xweş e û bi alîkariya tembûra Arif wê tişekî xweş çêkin. Ez bawer im ku wê Îsa jî fêdak mezin ji vê hevdîtinê bibîne. Lê ax ez çi bêjim, gerek ez jî anha di nav wan de bama.”
Apê Hesen gotina xwe digot û qîr dikir stranekê, her kesî xwe kerr dikir, lê guhdarî dikir û piştî diqedand, xwe bi ser radyoyê de xwar dikir, bi derziya wê dilîst, li tiştên nû digerya.
Carekê merivin me ji Mêrdînê hatibûn, du rojan li ba me man û her êvar bavê min ji wan re qala Apê Hesen û dengê wî û xwestekên wî dikir. Tiştê ecêb, ku qet Apê Hesen di wan du rojan de xwuya nekir û ma şevek tenê ji wan re da ku herin, yekî ji wan ji bavê min re got: “Ka dengbêje te kanî? Te hingî qala wî kir em pir dixwazin wî bibînin.”
Bavê min got: “Ne normal e, ew her du rojan cerekê tê vir, lê dibe ku bihîstibe ku mêvanên me hene û naxwaze li we giraniyê bike, lê ezê anha bişînim dû wî, bera were, wê şeva me xweş û geş bike.”
Ez çûm gazî wî kim. Deriyê wî vekirî bû, lê dengê wî nedihat. Ez ketim hindir, dengê radyo û dengê nalîna wî hate min. Di nav livîna de bû, lihêf li serê xwe gerandibû û dinalya, radyo li ber serê wî vêketî bû. Min bang kirê:
- Apê Hesen, te xêr e?
Lihêfa xwe bi zorê ji ser serê xwe hilda, min dît pînak mezin li serê xwe girêdabû, bi nalîn û êş li min vegerand:
- Ez mirim, birazê, êşa diranan ez kuştim.
- Lê bavê min gotiye bera were.
- Ez nikarim, diranên min mala min xerakirine, her derê min ji ber wan diêşe. Min ta girtiye, ez nikarim çavên xwe vekim.
- Lê mêvanên me ji Mêrdînê hatine û dixwazin li te guhdarî bikin.
Gava min wisa got, min dî Apê Hesen serê xwe hilda û got:
- Te got dixwazin li min guhdarî bikin, ma bi min bihîstine? Helbet bi min bihîstine. Ezê werim, werim..
Û hewil da ku rabe, lê ji qama xwe de ket û nikarîbû raba ser xwe. Li min nerî û got:
- Tu dibînî, kurê min. Silavan li bavê xwe ke û jê re bêj, bê nikarîbû bihataya.
Ez vegeriyam malê, min ji bavê xwe re got û ya dinî rojê mêvanên me berî rojava çûn. Piştî tarî ket erdê, dengê derî hat, me derî vekir, me dît Apê Hesen bang diki:
- Ka mêvanên we?
- Mêvanên me çûn, Apê Hesen. Derbasbûyî be, çi yî te heye, zarokan ji min re got tu nexweş î?, bavê min pirsî.
- Kengî çûn?, Apê Hesen got.
- Hema berî rojava.
- Şensê xerab. Min diranê xwe rakir ji bo ez karibim ji wan re bistirêm, lê xwuya ye ku qedera min e ku ez ji kesekî ji derveyî vê herêmê re nestirêm?!!!
- Ka bêhna xwe fireh bik, Apê Hesen, ma wê çi fêda wan li te hebaya?
- Wê li welatê xwe behsa min bikiraya, wê dengê min belav biba.
- Ka rûnê, em bi hev re şîvê bixwin û paşê emê biaxivin.
- Ma ji te werê ez karim şîvê bixwim? Diranê min ez kuştime, min ew rakir û avêt. Lê êşa rakirina wî ji ya nexweşya wî bêtir bû, hemû ji xwarina şêraniyê ye û ez dîsa jî nikarim bi xwe.
Em mezin bûn û dengê Apê Hesen ma di guhê me de. Her şevbûhêrkek, dawetek an jî şahîk çêbiba, wî bê stran derbas nedikir, lê êşa diranê wî ma hevala emrê wî û her ku diranekî wî biêşiya, wê ew rakiraya û her mabû li benda şensê xwe ku rojekê bibe naskirî û timî digot:
- Gava werin û li dengê min guhdarî bikin, wê poşman bibin li ser van salên ku winda bûn....
Sal derbas bûn, xelkên gundê me hemû bela bûn, her yek bi derekê de çû û her ku me stranek kevin bibihîsta, me Apê Hesen bi bîra xwe dianî û me xweziya xwe bi rojên windayî û şevbûhêrkên berê û dengê wî dianî.
Heya rojekê grûpek kurd ji televizyonek kurdî hat, di riya dostan re gîha ba min, li dengbêjan digerya û bi wan re rêportaj çêdikirin û stranên wan tomar dikirin. Ji min pirsîn bê ma ez kesî nas dikim an jî na. Di cîh de Apê Hesen hat bîra min. Em bi hev re hatin gund, em çûn mala wî, kurê wî derî vekir, em derbas kirin û ji me re got:
- Bavê min raza ye, hema werin hûn bi xwe wî şiyar bikin.
Em derbasî odê bûn, livîna Apê Hesen li odê raxistî bû, ew jî di nav de bû, serê wî girêdayî bû, pişta wî li me bû. Me jî dengê xwe nekir, em rûniştin, me got emê çaya xwe vexwin belkî ji ber xwe ve rabe. Çaya me hat, em di bere diaxivîn, min ji wan re got:
- Hûn zanin, ev zilam hîn ez çênebibûm, wî distira; hemû stranên folklorî yên ku gundiyên me bihîstine, ji devê wî bihîstine. Ew radyoya li ber serê wî sîh salî ye, ew diyariya bavê min jê re bû.
- Ma em çima miletekî belengaz in, hemû hunermendên me wisa winda ne heya pîr dibin?, yekî ji wan pirsî.
- Na, na, anha Apê Hesen rabe, wê ji we re bistirê, wê dilê we şa bike, min got.
- Hema westandina me, mesrefa me bi derewa neçe?, yekî ji wan pirsî.
Ewî wisa got û Apê Hesen xwe livand, xwe zîvirand, berê xwe da me, desmalek li dora serê xwe û çena xwe gerandibû û çavên wî tije hêsir bûn, hêz da xwe û rûnişt, li me nerî û got:
- Hûn hatin?
Me li hev nerî, kesî tiştek fêm nekir, me got qey xurifî ye. Wî berdewam kir û got:
- Ev bû serê pêncî salî ez li hêviya we me.
Min ew fêm kir, min jê re got:
- Lê dîsa jî baş bû vaye hatin û min sozê stranên te bi wan re daye, îcarê ji kerema xwe re ka rabe û bera dengê te bibihîzin.
Bi çavekî şikestî li min nerî, hêsirên xwe paqij kirin û hinekî ma, hêrs bû, çavên xwe vekirin, li me nerî û got:
- Hûn dereng hatin.
- Na, na, Apê Hesen, ne dereng e, ka hêz bide xwe..
Apê Hesen bi hêrs li me nerî, bi destekî lerizî, desmala xwe vekir, devê xwe nîşan da, yek diran tenê jî di devê wî de nema bû û bi zimanekî şikestî û tevlîhev got:
- Belê, belê, dereng e. Apê Hethen (nema karîbû tîpa “s” bigota) êdî nema kare bistirê, diranê dawî doh min rakir. Ma çi dijminatî di nav bera we û diranên min de hebû? Heya ku yek hebû, riya naskirnê li ber min girtî bû û anha neman, hûn tên. Bi vî devê werimî û bê diran ez nikarim bistirêm û ez nastirêm. Çaya xwe vexwin û rabin herin xewa min tê.
Apê Hesen pişta xwe da me, xwe kir raza yî, lê dengê giriyê wî û îsk-îska wî ji me hemûyan ve xwuya bû.
Em rabûn derketin û berî em dîwar bizîvirînin, me dît qêrîn bi mala wan ket û dengê kurê wî dihat:
- Hawar, bavê min mir...
Me bazda, me dît di wê paldana xwe de ye û destekî xwe daye ber guhê xwe wek gava ku distira û wisa miriye. Min fêm kir ku hewil daye stranekê bêje, lê nikarîbû. Wê çaxê nas kir ku bû çaxa mirina wî û wisa mir.
|
|
|
|
|
|