|
|
09.08.2005 - 10:24
|
[ 2149 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Rojhilatê Kurdistanê rojê hembêz dike
Kerem Yûsiv - Qamişlo
 Kerem Yûsiv | Ez nizanim gelo sûc ji min e dema ku endamek ji laşê min kêm be û ez nizanibim ku ew kîjan endam e?
An ji dilê min e dema ew ji min re nabêje ku ew xwînê dide damarekî û ez navê wî damarî nas nakim?
Ev heyva çûyî, min nas kir ku ew beşê ez lê digeriyam û ew damarê ku dilê min xwînê didê, ew rojhilatê Kurdistanê ye. Belê, Rojhilat e, lê kîjan Rojhilat? Na, ne rojhilatê bihûştê ye, lê rojhilatê Kurdistanê ye, ya ku di vê serhildana xwe de nameyan dişîne hemû postexaneyên cîhanê, dişîne postxaneyên girtî, lê ka ku tu kes nameyan bixwîne û bersiva wan bide.
Çendî nameyine şêrîn in, wan bixwînin! Nameyên pêçayî bi dismala ciwanekî, na, na, bi dismala deh milyon, na, na, bi dismala 50 milyon Kurdên rojhilatî, ku dilê wan çira serhildanê vêxistiye û her vêdixe.
Her roj ev çira han vêdikeve û nahêle êvar bêt, eger bi canekî be yan bi girtiyan be, lê ka min çi kir û ezê çi bikim?
Pepû, dayê. Weku gelek caran tu dibêjî “pepû”, lê pepû li me ewqasî Xwedan em arzan kirine, û canê me li ser cilikên ber deriyê mizgefta Qamişloyê difiroşe.
Ey Xwedan, tu dizanî me qada Kurdistanê tev bi xwînê av da û me Qurana pîroz bi xwînê nivîsand, lê ka soza te?
Mîna Mehabadê ez ji xwe dipirsim: Hebûna me bo çi ye? Gelo tenha bo mirinê ye? Gelo mirin û zindan para me ye?
Me gelek tişt ji te bihîstin û te jî ser me bihîstiye, lê ka ku em tiştekî ser xwe ji asîmanên te yên bi razan pêçayî bibihîzin, da ku em zanibin bê emê çend carin din sirûda “Ey Reqîb” bibêjin û kela dilê xwe lê hênik bikin.
De Xwedan û bê emir li ser te, serê xwe deyne ser sînga Mehabad, Seqiz, Şîno, Serdeşt, Pîranşehîr, Merîwan, Baneh, Sineyê.. tê bibîne ku tu tu carî nikarî serê xwe ji ser rahêjê û heye ku tu…
Anuha sînga wan germ e, pakrewan navê xwe didin feriştin te û nema vedigerin li tomargehên Mele û Şêxên rih û dest dirêj di dewleta Îranê de.
Dîsa ez dibêjim: Were em bi hev re serê xwe deynin ser sînga van şaran, bê emir li ser te.
|
|
|
|
|
|