|
|
16.03.2005 - 15:57
|
[ 1964 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Bûhara beravêtî
Kaimran Simo
di tariya xayin de
roj xesandin
pelên azadiyê weşandin
li 16ê adarê
goristanên mediya
giriyandin
ji kelha zilmê
melkamotên mirinê
şiyandin
di tariya xayin de
roj xesandin
min jan û kovan
ji kolanên bûhara beravêtî
kişandine nava xwe
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên verşandina jehrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebçe kuştin
di tariya xayin de
roj xesandin
axîn we
di çolbeyarên giyanên xwe re
herikîna bêdumahiya dilê min
werin netirsin
sêwiyên paşmayên medan
di cîhanê de hûn bi cih nebûn
cîhan nikare we veşêrê
werin
di mêjiyê min de
xwe veşêrin
werin destên min bigirin
em cîhana xwe
biafirênin
bi çavên êşê
bi axîn û girî
bi agir û hilma tirsê
li min nenêrin
hêstirên we
keniyên çavên min
ziwa dikin
ser xwe rakin
baskên xwe vekirine stêrên jînê
bêgiyan ranewestin
rabin
li dilê min siwar bin
binêrin
bayê bûhara jînê
hate Helebçe
tirsa leşkerê med
kelha zilmê hejand
bircên Babil hilweşand
bi hilma bûharê werin
werin bikevin dilê min
ji cejina me re
pênç roj mane
wê bibê
cejin li welatê me
em cilên xwe yên
renge-rengo li xwe kin
li kuç û kolanên
leystik lê mirin
şekirê cejinê kom bikin
rabin werin
werin bikevin mejiyê min
di mejiyê min de
bijîn, werin
11.03.2005
|
|
|
|
|
|