www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
12.12.2004 - 12:42 [ 2629 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Guftûgoyek li ser rewşa helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê (II)

Hevpeyvîn bi Berken Bereh, Roşan Lezgîn û Cîhan Roj re

Tu di helbesta kurdî de naverok, teşe û şêwazên ku têne bikaranîn, çawa dibînî?


>> Roşan Lezgîn
ROŞAN LEZGÎN: Niha em di warê modernîteyê de netweyeke gelekî derengmayî ne. Divê ku em piçekî bi wijdan û rasteqîn bifikirin, da ku ne tadeyê li xwe bikin û ne jî xwe bi nepixandineke xav di eynika dêwan de bibînin. Di van dused salên dawîn de, em wek netewe bi tenê neman; gelek destên ku ne xwedî niyeteke baş bûn, her tim di paxila me de bûn, ava me lîşo kir, nehişt ku em ji xwe re bi tenê bimînin û bi mejiyekî aram xwe bi xwe bifikirin, xasiyetên xwe yên karakterîstîk nas bikin, reng û dirûv û teşe û şêwazên xwe yên xweser bibînin an jî durist bikin.
Di dawiyê de, yanî îro di riya modernîzimê de em ê hinekan teqlîd bikin. Neçar. Bila teqlîd be, lê belê qet nebe em dikarin di vê teqlîdkirinê de jî teşe û şêwazên ku bêhna me jê were, estetîkek ku dişibe me, di berhemên xwe de bi kar bînin, ne ku em xwe bi tevayî ji bîr bikin û rabin teqlîdeke ripîrij pêşkêş bikin.

Em ê çi bikin? Qet nebe bila helbestvan bi xwe re durist be, bi serborî û seruvena xwe ya ontolojîk re sadiq be; rehên aîdiyeta xwe, koka xwe, xweza û jiyana welatê xwe, ew neteweya ku ew xwe perçeyek ji wê dibîne, hem ji alî dîrokê ve hem jî ji alî derûnî û taybetmendiyên refleksnîşandanê ve baş binase. Hingê teşe û şêwaz wê xweberî derkeve holê û tenê bişibe xwe. Yanî dema ku yek ji welatekî gelek dûr helbesteke me bixwîne, qet nebe bila bibêjeje: “Ev şêwaz û teşeya vê helbestê dirûvê welatên Rojhilatê pê dikeve. ” Dema yek ji neteweyeke cîran bixwîne bila bibêje: “Ev helbesteke kurdan e. ” Û li nav kurdan jî bila tê derxin ku ev dengê filan helbestvanî ye. Ji alî teşe (şekil) û şêwazê (uslûb) de ez ewçend jî ne reşbîn im, lewre gelek helbestvanên me yên ku di van waran de rengê xwe diyar in, hene. Lêbelê, ger xeteke me ya diyar a karakterîstîk nebe jî, ev ji ber rewşa me ya civakî ye; em di polîtîkaya xwe de jî, di edebiyata xwe de jî derdora xwe teqlîd dikin. Teşe an jî şêwazeke ji welatên din pir cihêtir hêvîkirin nabe karê însafê.

Lê naverok? Di naverokê de wê rewşa welat û neteweyê diyarker be. Rojeva neteweya me ya giştî wê her rojeva berhemên edebî be jî. Divê ku her tişt bi hemdê xwe veguhere, ne ku em rabin bi rojeveke çêkirî, naverokên ku em jê re ne pispor û şareza ne, bikin mijarên edebiyatê. Her ku em bi serê rehet vegerin xwe, em ê maharet û qabîliyetên xwe nas bikin, wê mijarên rojeva me jî biguherin û pê re jî naveroka helbestê.
Di warê naverokê de, çawa her ku diçe nirxa ferd derdikeve pêş, wê wisa jî têgihiştina şexsî, wek îtîrafek be jî, rengê xwe bide naverokê û ev yek wê bi xwe re rengên gelekî dewlemend derxe meydanê di qada edebiyatê de. Ger her subjektekî/e edebiyatê vegere xwe, bêyî ku aîdiyeta xwe ji bîr bike yan jî koka xwe bişewitîne û xweliya wê bide ber bayê, mezintirîn çavkaniya naverokên dewlemend li wir e; yanî kes bi xwe ye.


>> Berken Bereh
BERKEN BEREH: Li jor hate destnîşankirin ku ji ber sedemên diyar zimanê me hê kamilbûna xwe temam nekiriye. Ji ber wê jî di helbesta me ya îro li ber dest e de, ji alî naverok, teşe û şêwaz di nav lêgerînekê de ye. Her çiqas bi vî zimanê birîndar û xweragir berhemine hêja hatibin afirandin jî, mixabin helbestvanên me dema dest bi afirandina helbesta xwe kir, tûrikê wan ne bi berhemine kurdî, lê bi zimanên serdest tijî bû. Ev rasteqîniyeke me ye. Bi vê ve girêdayî, helbesta me ji kelepor û toreya xwe têra xwe sûd wernegirt. Her çiqas mijar êş, jan û stemkariya li ser gelê me û wek ferdeke wê bandor û texrîbata li ser me û derûniya me be jî, teşe, ango awayê vegotin û derbirînê tişteke din bû. Em baş dizanin ku naverok ew tişt e, ya ku em dixwazin xwe jê rizgar bikin an ji nû ve saz bikin, da hebûn û jiyana me duristir bibe. Teşe jî ew tişt e, ku ka emê wan pirsgirêkên xwe çawa bînin cem hev, li hev siwar bikin an rêz bikin û wê raberî kesine din bikin.
Dixwazim li vira mînakek bidim: Ji bo ku keça wê hînî xwarin çêkirinê bibe, dayikek gelek caran kereseyên xwarinê li ber keça xwe tîne cem hev, dişû, tevlihev dike û paşê dipêje dike xwarin; keça wê jî jê hîn dibe. Vêca em ji wan dayikan (berhemên kurdî) mehrum bûn; berhemine wan li ber destê me tune bû. Me jî rahişt ên li ber destê xwe û bi wan helbesta xwe ava kir. Li vir dikarim bibêjim ku ev rêbaz û lêgerîn bo modernîteya helbesta me delîve û derfetine baş vekirin. Lewre dewra klasîzimê bihurî, dîsa pirsgirêk şert û mercên jiyana me jî ne dewra klasîzimê ye. Em nikarin bi naverok û teşeya klasîzimê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Tenê di warê ziman de, qalib, biwêj û peyvine resen ji wan sûdê werbigirin.

Berhemên me yên devkî tişteke din in. Di roja xwe de û heta îroj, hema bibêje ku şêwaz û teşeya wê gelek nehatiye guhertin û resenî û derûnî û kesayetiya kurdî parastiye. Bi ya min şayanî lê hûr bûn û lêgerîneke kûr e. Dengbêjên me bi gor armanc û naverok û taybetiyên xwe şêwazine nû afirandine, rist û hevok bi gor bêhna xwe kurt an jî dirêj gotine. Ev cure vegotin li şêwaza helbeta nûjen tê. Em jî ristên xwe carina dirêj, kurt an tenê bi yek peyvê ava dikin. Ger em bi hûrgelî toreya me ya devkî darûrînin, dê teşe û şêwaza helbesta kurdî cihokên manîdar ji xwe re bibîne.



>> Cîhan Roj
CÎHAN ROJ: Pirsên wek ji bo çi, ji bo kê tê nivisîn, girîng in. Nêzîktêdayîna hunerî ya li takekes, civak û jiyanê mohra xwe di heman demê de li naverok, teşe û şêwazê jî dide. Ku bingeh ev pirs bin, aniha tirşika têgehan wek xêlyekê li kirasê me êk hezarparî tê kirin. Hişmendiya biyanî ziman û derbirînek biyan. Me taybetî û qalibên postmodernîst li wêjeya di riya modernîzimê de kir. Ev xeteke herî zirav e. Gere ev rewş nebe sedema serxweşiya me. Taybetiyek civaka me ya foydal bû, me di çareseriya pirsgirêkekê de kevir bi kar dianîn, me bi hêza gotinê nedizanî... Keviravêtin îca di sohbetan de berdewam bû; ew wêrekiya medenî bi me re tune bû; ew şêweyê şîrîn bi me re tune bû ku em bi awayekî nivîskî ya dilê xwe bibêjin, lewre pirsa “gelo” bûbû hûtek û me difetisand. Di dewsa ku em ya xwe bibêjin de, me radihişt mûçingê û em bi gotinên kesên dinivisîn diketin, bi şêweyekî erzan...

Ji alî naverokê ve, insan ewqas ne azad in; dawiya dawî bi awayekî hûn jî bi civakê re dimeşin. Em xwe bi heft avan jî bişon, êş hê jî hevîr e. Kulên ji qîrê reştir di me de geriya bûn. Em bi kena ayetan re rûreş diman. Hê jî em talana hesta xwe diajon; pirî caran me hestên xwe wek dergûşa xwe di hembêza xwe de fetisand, kir qurbana kêliyek xewnek ne diyar… Belkî jî me dergûşa xwe nefetisandiba, dê niha ew jî xortek li ber dilan bûya di jiyanê de.

Heya niha pirsgirêkên stûr li benda çareseriyê bûn û êdî jê gelek di rûpelan de cî wernagirin. Hin teşeyên ku balê dikişînin, hene. Ev hêl jî hêdî hêdî destê xwe ji bin zinarê texlîdê vedikişîne. Min bi xwe teşeyê dengbêjiyê di gelek helbestan de ceriband. Ev bandor li şêwazê jî dike. Pêşî pexşanhelbest an kurtepexşanhelbest dû re helbest. Ev teşeyê helbesta dengbêjiyê derfetên mezin vedihewîne. Ji alî cûreyanve jî taybetiyek e ku çîrok û helbestê bi awayek mîna rûnê nivîşk dihelîne.

Em ziman û peyvan wek berên bostan ên di germahiya navrojê de tî bûyî û çilmisî bifikirin. Wê dilê we lê bişewite. Ger ku hun di navrojê de av lê rast bikin, hun dê hemî beran hişk bikin; gere hun li benda hênkayiya berêvarî bin, hun divê bikaribin xwe hinek zevt bikin. Dîsa di honandinê de gere wîzeyek xwe bide der. Gere şêwaz rê nede arabesk û bêhêvitiyê. Helbest bi razberiya xwe kemînan jî vedihewîne.

Ji alî şêwazê ve mîrateyeke me ya gewre heye. Di dengbêjiyê de, di vegotinan de, di derbirîna evînan de, di zêmar û dîlokan de, derfetên berfireh hene. Lê dîsa em çiqas bi dû ketin? Çawa tê/hatiye gotin ji bo me çiqas girîng e me divê em xwedî xembin ku bê çi jî hatiye gotin… Hinek jî heya niha wanî bû, li hêlek “tişt” dihat gotin, lê tu awayê gotinê yê wêjeyî xwe nedida der bi piranî, li hêla dî jî pirî caran awayek hunerî xwe da der, lê tu “tişt” venedihewand an jî ji boyî ku neyê fêmkirin, hin berhem hatin nivisîn; nîyet ne ew be jî, encaman xwe wanî da der…

Didomîne..


----------------------
Guftûgoyek li ser rewşa helbesta kurdî ya bakurê Kurdistanê (I)
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000