|
|
11.04.2007 - 23:19
|
[ 1985 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Hevpeyîneke taybetî bi Miheyedîn Şêx Alî re
Sîrwan H. Berko
Di 20.12.2006ê de, Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Suriyê (PYDKS) ragihand ku sekretêrê wê Miheyedîn Şêx Alî li Helebê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên surî ve hatiye girtin. Ji dema ragihandina vê nûçeyê û ta roja ragihandina serbestberdana Şêx Alî di 16.02.2007ê de, ti kesî tiştek li ser rewşa wî û ciyê kû ew lê dima, ne dizanî. Ta roja îroj PYDKS ti agahî li ser dema girtina sekretêrê xwe neweşandine. Ji ber vê yekê min xwe gihand siyasetvan Miheyedîn Şêx Alî û min jê xwezt ku ez hevpeyvînekê pê re bikim, da ku ew ji xwendevanên Malpera Amûdê re diyar bike, bê ka çi mesela girtina wî bû. Li ser daxwaza Şêx Alî, min pirsên xwe di rêya e-mailê re jê re şandin. Fermo bersivên Miheyedîn Şêx Alî bixwînin:
* * *
 Miheyedîn Şêx Alî | Malpera Amûdê: Birêz Miheyedîn Şêx Alî, tu çawa hatî girtin? Kê te girt?
Mihyedîn Şêx Alî: Di roja 20.12.2006ê de, ez danê êvarî li Helebê li çayxana “Elnexîl” rûniştî bûm. Ji nişkê ve kesine bi cilên sîvîl û paqij berê xwe da min û bi zimanekî nerim ji min xwezt ku ez bi wan re bi rê kevim. Min ji wan re got: Divê ez we nas bikim, hûn kî ne? Piştî erê û na, mezinê wan nasnameya xwe şanî min kir û ji min re hate xuyakirin ku ew zabitekî emin eskerî (ewlekariye leşkerî, SHB) ye.
Malpera Amûdê: Piştre çi çêbû?
Mihyedîn Şêx Alî: Hêzên ewlekariyê ez yekser bi taksîke modêrn birim şaxa emin eskerî li taxa Suryan li Helebê. Piştî sê-çar rojan, wan ez birim Şamê û ez li “Firaa Filestîn” di zindaneke yekane de bi cî kirim. Di 15.1.2007ê de, ez hatim şandin ji bo zindana emin siyasî ya li ser riya Taxa Kurdan.
Malpera Amûdê: Di nêrîna te de, tu çima hate girtin?
Mihyedîn Şêx Alî: sala 1970ê û ta îroj min ji bilî kar û barê siyaset û xebata di ber Pirsa Kurdî li Sûriyê de tu karê dî nekiriye. Min karbedestan xwezt ku min bidine mehkemê, da ku bête zelalkirin bê ma gelo ev girtina keyfî bo çi hatiye kirin û gunehê min çi ye, da ku ez jî li pêşiya dadgehê ji gelê xwe û raya giştî re - çi bi erebî û çi jî bi zimanê xwe yê zikmakî - bersiva xwe bidim û siyaseta partiya xwe biparêzim. Di nêrîna min de girtina min ne tenê nameyek ji partiya me re bû, lê herweha ji birêvebiriya hemî partiyên kurd re li Sûriyê re bû.
Malpera Amûdê: Birêz Şêx Alî, tu di zindanê de rastî işkenceyan hatî? Eger erê, kîjan şêweyên işkenceyan li dijî te hatin bikaranîn?
Mihyedîn Şêx Alî: Li Şamê ez di zindaneke yekane ya li jêrzemînê de bûm; tavik nebû, ne rojname, ne radiyo, ne jî televizyon peyda dibûn. Li dirêjahiya dema di girtîgehê de ez bê serşûştinek bi aveke germ mam.
Malpera Amûdê: Berî ku tu bê berdan, çi ji te hate xweztin? An derketina te bêyî ti şertan bû?
Mihyedîn Şêx Alî: Desthilatiya dewletê di riya şax û berpirsyarên emnî re, çi bixwaze û karibe bike, dike. Ew li hember milet, partî, rewşenbîr û hemwelatiyan - çi kurd, çi ereb – tenê bi hêza xwe bawer e. Girtin û berdan ne li gor bingeheke qanunî, siyasî yan biryara dadgehekê ye. Tiştê ku ew bêjin û nebêjin, xwe zirz bikin an lêborînê ji me re bixwazin, di bawriya min de her û her ciyê gumanê ye.
 Miheyedîn Şêx Alî di 17.02.2007ê de li Efrînê ji aliyê alîgerên partiya xwe ve hate pêşwazîkirin Miheyedîn Şêx Alî kî ye:
Miheyedîn Şêx Alî di sala 1953ê de li bajarê Efrînê li Kurdistana Suriyê ji dayik bûye. Piştî ku di sala 1981ê de Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê (El-Partî) dibe du beş, Şêx Alî wekî sekretêrê partiya nû ya ku bi navê “Partiya Kar a Demokrat a Kurd li Suriyê” xebata xwe dike, tê hilbijartin û ta sala 1990î de jî sekretêr dimîne. Ji destpêka salên notî û ta niha Miheyedîn Şêx Alî sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Suriyê (PYDKS) ye, ku Ismaîl Umer serokê wê ye. |
Malpera Amûdê: Li gorî agahiyên hevalên te, tu demeke gelekî dirêj veşartî bû. Gelo te çawa dikarî demeke ewqas dirêj xwe ji hêzên rêjîmê bidî alî bêyî ku tu bê girtin? Rewşeke çawa bû?
Mihyedîn Şêx Alî: Gava mirov bi dilsozî bixebite, milet jî bi dilsozî wî diparêze û qedrê wî digire. Li dirêjahiya ewqas salan, rojekê jî bi poşmaniyê nehisiyam. Baweriya min bi dadmendiya Pirsa Kurdî li Suriyê û girêdana wê ya tund bi pirsa demokratiyê ve her û her li cî ye, û emê tim û tim deyndarê miletê xwe bin. Çendîn zehmetî û dijwariyên jiyanê di siha desthilatiya Partiya Bees de hebin , lê hêvî di berdewamkirina xebatê de di nav gel de li cî ye, û ne durist e mirov rewşa Suriyê ya heyî bike sedem, berê xwe biguhere, bi dûr keve û pişta xwe bide gelê xwe.
Malpera Amûdê: Niha piştî ku tu azad bû, ji bo te hestek çawa ye ku tu bi azadî di nav xelkê de bijî? Wê jiyana te ji niha û pê ve bi çi şêweyî be? Xebata te ya siyasî wê niha bi çi rengî be?
Mihyedîn Şêx Alî: Xebata Tevgera Kurd li Suriyê ne nehênî binerd e, xebateke aştyane ye ji bo pêkanîna azdî û wekheviyê di çerçeweya paraztina yekîtiya Suriyê û pêvajoya wê ya şaristanî de ye. Ji azadiyê xweştir û bûhatir tiştek nîne, gava ew di siha qanunê de be û qanun jî di ser tevan re be. Hestê westanê hê nehatiye min, lewre jî xebata min dê berdewam be û heya ji me bê, ez dê bi hişmendî û dilgermî di xizmeta Pirsa Kurdî û doza demokratiyê de bim.
E-mail: sirwan@amude.com
|
|
|
|
|
|