|
|
19.04.2005 - 15:52
|
[ 2025 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Sîrwan Hecî Berko: Rojnamegeriya kurdî hingê dibe xwedî desthilat, dema bikeve bazarê û xwe ji bandora hêzên siyasî rizgar bike
Rojnameya Mîdya
 Hevpeyvîn di rojnameya "Mîdya" (19.04.2005, r. 12) de hatiye weşandin |
Di hejmara xwe ya vê hefteyê de, rojnameya "Mîdya" hevpeyvînek ligel berpirsê Malpera Amûdê, Sîrwanê Hecî Berko, weşandiye. Hecî Berko li ser pirsgirêkên girêdayî bi rojnamevaniya kurdî ve diaxive. Mîdya rojnameya Yekîtiya Neteweyî ya Demoqrat a Kurdistanê ye. Ew her hefte li Hewlêrê derdikeve. Ji ber ku Mîdya weşana xwe bi tîpên aramî dike, Malpera Amûdê tevaya hevpeyvînê bi zaravê kurmancî û tîpên latînî diweşîne:
* * *
Sîrwan Hecî Berko kî ye?
Kurdek ji Kurdistana Suriyê ye. Di 14.05.1977ê de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Di dawiya sala 1990î de ligel malbata xwe koçberî Elmanyayê bû û li wê derê bi cî bûye. Li Zanîngeha Dortmundê beşê medicine informatik dixwîne. Ew endamê Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD) ye û 6 salan di partiyê de wekî berpirsê rêxistinên ciwanan xebitiye. Herweha ji sala 1995ê ve hekemê fotbolê ye û di vê funksyonê de endamê Rêxistina Elmanyayê ya Fotbolê (DFB) ye. Ji sala 2000î ve xwedî û berpirsê Malpera Amûdê ye. Herweha di rojnameya "Peyama Kurd" de dixebite. Ew ji dawiya sala 2004ê ve endamê Yekîtiya Rojnamevanên Elmanya (DJV), sendîqeya VERDÎ û herweha yê Rêxistina Peyamnêrên Bêsînor (RSF) e.
Destpêkirina we bi karê rojnamevanyê kengî u çawa bû?
Di dawiya sala 2000î de bû, bi destpêkirina bi xebata di Malpera Amûdê de.
Di nerîna te de rojnamevaniya azad bi çi wateyê tê?
Li vê derê ez dixwazim gotina rojnamevanê emerîkî Stewart Alsop (1914-1974) bêjim: "Çapemenî divê serbest be, ku hertiştî bêje, da ku serbestî bi hin kesan re tune be, ku hertiştî bikin." Ji bo ku rojnamevaniya azad bikaribe bibe xwedî hêzeke mezin a kontrolê, divê derfetên wê yên aborî yên xurt hebin.
Tu zor caran rû bi rû kêşeyan dibî digel hinek kesan. Ji ber çi? Ji ber neqebulkirina raderbirîna azad di nav Kurda de yan ji ber tiştekî din e?
Em tevde gihane wê qenaetê ku bêyî rexeyan civaka me ya kurdî dê tucar bi pêş nekeve. Em doza rexneyan dikin, lê dema ku rexne li kesekî kurd tê kirin, ev yek wekî “şerekî kesayetî” tê dîtin. Pêwîste em berê xwe bidin naverokê û binerin bê ew xaleyên ku têne rexnekirin, di ciyê xwe de ne yan na. Ger na, divê ew bêne zelalkirin. Îroj ji her demê bêtir pêwîstiya me bi guftûgoya ramyarî heye. Divê em êdî rastiyan ji hev re bêjin, vekirî bi hev re biaxivin û tiştekî veşartî nehêlin. Di Malpera Amûdê de hewildanên me yên di vî warî de hene. Teqez kêmanî hene û çewtî jî têne kirin, lê ev prosêsek e û divê em li ser vê rêyê berdewam bikin.
Rojnamevaniya kurdî kengê dibe xwedî seng u desthilat?
Dema ku bikeve bazarê û xwe ji bandora hêzên siyasî rizgar bike. Ji erkên rojnamevanan bi xwe ye ku ji bo vê yekê bixebitin û ji hertiştî re nebêjin “ok” û “baş e”. Pêwîst e ku rojnamevanên kurd xwe ji bandora hêzên siyasî rizgar bikin û ji bo guhertinan bixebitin. Ta niha – ji bilî çend mînakine piçûk – rojnamevaniya kurdî bêtir rojnamevaniyeke ragihandina nûçeyên amade ye. Ew dê hingê bibe xwedî hêzeke xurt, dema ew lêkolînên serbixwe pêk bîne û bide dû rastiyan. Ji bo vê yekê jî derfetên aborî pêwîst in.
Pêşeroj ji bo rojnamevaniya elektronî (internêtî) ye, yan rojnamevaniya ser kaxezê dimîne pêşeng?
Bi pêşketinên di warên teknolociyê de, internêt û pê re jî rojnamevaniya elektronî dê gavine mezin bavêjin. Di salên bê de, internêt dê li cem herkesî peyda bibe û astengên ku niha hene, dê winda bibin. Herkes dê bikaribe li her derê bikeve internêtê û deqe bi deqe nûçeyan bixwîne. Ev yek dê bibe sedema ku rojnamevaniya elektronî dê bibe xwedî roleke hîn giringtir. Di heman demê de, derfetên vekirina kanalên televizyonê yên satalyt dê mezintir bibin. Lê ez di wê baweriyê de me, ku ta demeke dirêj jî, rojnameyên ser qaxezan dê hebin û xwendevanên wê jî dê peyda bibin.
Karîgeriya malperekê wekî ya Amûdê zêdetir li ser Kurdan û rêjîma Suriyê ye, yan hinek partiyên rojaveyê Kurdistanê?
Malpera Amûdê bêtir xwe mijûlî ragihandina nûçeyên Kurdistana Suriyê û herweha yên Suriyê bi xwe dike. Aramnca xebata Malpera Amûdê bêtir ew e, ku bibe alavek ji bo demoqratîkirina civata kurdî û herweha çareserkirina Pirsa Kurdî. Lê di heman demê de, ragihandina bûyerên ji beşên Kurdistanê yên din jî beşek ji xebata malperê ye. Peydakirin û xurtkirina peywendiyan di navbera Kurdan de xaleke giring e ji xebata malperê. Xebata malperê bi derfetên me ve girêdayî ne û derfetên me pir sînorkirî ne.
Dijayetiya hikumeta Suriyê Ji bo Malpera Amûdê bi çi rengî bûye?
Piştî Serhildana 12ê Adarê ya Kurdistana Suriyê û ragihandina nûçeyên wê di internêtê de, rêjîma Suriyê derbasbûna Malpera Amûdê û hin malperên kurdî yên din qedexe kir. Li Suriyê, mirov bi hesanî nikare derbasî van malperan bibe. Tenê di rêya malperên taybetî yên şikandina proksî re, mirov dikare derbasî malperan bibe. Xwendevanên me li Surî û Kurdistanê ji xwe re rê peyda kirine û dikarin rojname xebata me bişopînin.
Di nerîna te de, xelk u hikûmeta Kurdistanê ta çi radeyê wefadar bûn bo rojavayê Kurdistanê?
Piştî Serhildana Qamişloyê, xuşk û birayên me li Kurdistana Iraqê piştgiriyeke mezin nîşan da. Ev piştgirî û herweha ya ji beşên Kurdistanê yên din alîkariyeke mezin bûn. Di dema dawî de, bi taybetî di warên çandî de, ji aliyê herdu hikumetên Kurdistanê ve ji bo Kurdên Kurdistana Suriyê piştgiriyek berbiçav peyda bûye. Pêwîstiya Kurdistana Suriyê bi alîkariya di hemû waran de heye. Mirov têdigihê ku rewşa siyasî hesas û ne alîkar e, lê ez bawer im ku derfetên hikumeta Kurdistanê ji wilo mezintir in û ew dikare ji wilo bêtir bike.
Tu li ser partiyên rojavyê Kurdistanê çawa diramî?
Pêwîstiya Kurdan bi partiyên siyasî heye. Kesek nikare rola partiyan li Kurdistana Suriyê piştguh bike. Lê hejmara wan zêde ye û ew ne xwedî programine siyasî yên praktîk in. Bi taybetî di vê demê de, pêwîstiya me bi xebateke siyasî ya çalak û bêtirs heye. Xebata partiyan bêtir ketiye warê belavkirina daxuyanî û sipasnameyên ji bo serokê rêjîmê. Partî nikarin bersivên pirs û daxwazên raya giştî ya kurdî bidin û ji ber vê yekê rola wan pir qels bûye.
Ramana te li ser nebûna yek alfebayê di nav Kurdan de çi ye?
Ji ber nepeydabûna yek alfabeyê di nav Kurdan de, piraniya me ji hev fêm nakin. Di nerîna min de ev sedemeke giring e ji nepêşketina Kurdan. Li gorî ku em dibihîzin, di vê demê de li Kurdistana Iraqê û bi taybetî ji aliyê hikumeta Kurdistanê ve hewildan hene, ku di dibistanan de alfabeya latînî bête fêrkirin. Bi taybetî zarokên kurd ên ku li derveyî Kurdistanê çêbûne, ji bilî bi alfabeya latînî nizanin bi ti alfabeyên din binivîsînin. Yek alfabe di nav Kurdan de dikare roleke giring di yekîtiya neteweyî û nêzîkkirina Kurdan ji hev re de bilîze.
Tu rojnameya Mîdya çawa dinirxînî?
Ev demek dirêj e ku ez berdewam rojnameya Mîdya li ser internêtê dixwînim. Di rêya xwendina Mîdya û rojnameyine din re ez xwe fêrî soranî dikim. Li gorî têgihiştina min ji mijarên rojnameyê re, piraniya nivîsan xwe mijûlî pirsgirêkên neteweyî dikin. Herweha ji destpêka naskirian min ji Mîdya re, min balkêş dît ku ew xwe mijûlî Pirsa Kurdî li Suriyê dike, bêtir ji rojnameyên din ên bi tîpên aramî. Ligel ku ez agahdar im ku rewşa wê ya aborî ne zêde baş e, lê hêviya min ew e ku ewê bikaribe her hefte di dema xwe de derkeve û ger derfetên wê hebin, wekî destpêk bi kêmanî di rûpelekê de nivîsan bi zaravê soranî, lê bi tîpên latînî biweşîne. Ev yek dê derfetê bide hejmareke mezintir ji Kurdan ku ji vê rojnameya hêja sûdê werbigirin.
---------
- [Hevpeyvîn di Mîdya de, 19.04.2005, r. 12]
- [www.yndk.com]
|
|
|
|
|
|