|
|
19.02.2005 - 02:49
|
[ 2004 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Derhênerê kurd Yûksel Yavuz: Nasnameya min a kurdî roleke giring di filmên min de dilîze
Sîrwan Hecî Berko - Berlîn
 Yûksel Yavuz Yûksel Yavuz di sala 1964ê de li Karakoçan li Kurdistana Tirkiyê ji dayik bûye. Li wê derê, ew di du dibistanên girtî (internat) de hate perwedekirin. Yavuz di dawiya sala 1980ê de koçberî Elmanyayê bû û li bajarê Hamburgê bi cî bû. Ji 1986 ta 1989ê wî li Hamburgê xwendina aborî û siyasetê kir. Filmê wî “Bavê min karkerê mêvan” (1994/95) xelata “filmê dokumentar ê balkêş” di Festîvala Filmên Dokuemntar a Navnewteweyî li München de wergirt. Ev film ji aliyê kanala televizyonê ya elmanî ZDF ve hatibû çêkirin û piştre di heman kanalê de jî hate pêşkêşkirin.
Bi filmê “Zarokên Nîsanê” (1998, çîroka malbateke kurd di navbera tradîsyon û nûjeniyê de), Yûksel Yavuz bêtir hate naskirin. Vî filmî di sala 1999ê de xelateke taybetî ya Xelata Filmê Televizyonê ya Akademiya Elmanî ya Hunerê wergirt. Herweha wî xelata temaşevanan a Festîvala Max Ophüls, “First Feature Award” di Festîvala Berlîn & Beyond li San Francîsco de û xelata baştirîn film di Festîvala Internazionale del Cinema di Salerno de wergirtin. Duyemîn filmê wî yê dawî “Azadiya Biçûk” (2002) di Festîvala Cannes a Navneteweyî de hate pêşkêşkirin. Ev film jî ji aliyê ZDF ve hatibû amadekirin û pêşkêşkirin.
Niha Yûksel Yavuz filmekî dokumentar ê dirêj amade dike û herweha çîroka filmekî dinivîsîne.
| Yûksel Yavuz yek ji filmçêkerên kurd e, ku di nav bazara filman de xwedî navek e. Ew çîrokên filman dinivîsîne û derhêner e jî. Ew yek ji wan Kurdan e, ku asîmîlekirina Kurdan û qedexekirina zimanê kurdî ji aliyê Tirkan ve bûn sedemên ku ew nikaribe bi zimanê xwe biaxive. Lê wî nasnameya xwe ya kurdî winda nekiriye û hewl dide vê yekê di filmên xwe de bi cî bîne. Yûksel Yavuz xwe mîna “welatiyekî cîhanî” bi nasnameyeke kurdî dibîne.
* * *
Te kînga dest bi çêkirina filman kir?
Yûksel Yavuz: Piştî xwendinê, min berê xwe da aliyekî din û xwe mijûlî warê filman kir. Ji ber vê yekê, ez çûm Zanîngeha Hunerê ya Hamburgê. Min li wir du salan semînar û kurs pêk anîn û du projekt amade kirin, filmên dokumentar bûn, yek kurt û yek dirêj. Filmê dirêj li ser dê û bavê min bû. Bavê min mîna “karkerekî mêvan” 16 salan li Hamburgê kar dikir û sala 1984ê vegeriya gundê xwe. Piştî çend salan, min xwest ez çîroka wî bikim film. Ez çûm gund û min ew carek din anîn Elmanya. Min ligel ZDF filmek dokumentar bi navê “Bavê min karkerê mêvan” çêkir. Ev çîrok bû sedem ku ez filman çêkim. Di dema xwendinê de, min du-sê kurtefilm çêkirin.
Ta kîjan radeyê nasnameya te ya kurdî rolekê di filmên te de dilîzin?
Hersê filmên min mîna sê xelekan in, di wan de ez behsa koçberên kurd dikim. Min xwest ez van çîrokan bi çavên xwe wekî nifşê duyem pêşkêş kim, bê em çawa li van pirsgirêkan dinerin. Ji ber vê yekê, nasnameya min a kurdî roleke giring di van filman de lîst.
Mirov dikare filmên mîna yên te wekî “filmên kurdî” bi nav bike, tenê ji ber filmçêker bi xwe kurd e?
Ez wan wilo bi nav nakim, ji ber erê ez kurd im û çîrok û çarenûsa mirovin kurd pêşkêş dikim, lê berî hertiştî ez filmçêker im. Ger min filmên xwe li Kurdistanê bi mirov û sirûşta wê derê çêkiribana, minê gotiba filmên min kurdî ne. Filmên Behmen Qobadî kurdî ne, ji ber li Kurdistanê çêdibin û zimanê wan jî kurdî ye. Mirov dikare filmên min mîna “filmên koçberan ên elmanî” bi nav bike. Lê rewş dikare di filmin din de biguhere.
Di hundirê xwe de, tu xwe mîna Kurdekî hest dikî yan mîna yekî Elman?
Ne herdu jî. Ez Kurd im, lê ev demek dirêj e ku li Elmanya dijîm. Ez dikarim xwe mîna welatiyekî cîhanî bi nav bikim. Perwerdeya min tirkî bû û tirkiya min ji kurdiya min çêtir e. Ez gihame wê radeyê, ku ez niha dikarim bi wê yekê re bijîm, ku çend ruhên min hene.
Ma nasnameya te ya kurdî ji te re giring e?
Belê, teqez giring e. Mijarên min kurdî ne. Di xebata xwe de, ez hest dikim ku tiştek li pişt e ku girêdaneke wê bi perwerdeya min a kurdî ve heye, bi jiyana min, bi tiştên ku min ji dê û bav, cîran û mirovên ku têkiliyên min bi wan re hebûn, stendiye.
Kurd miletek e, ku divê mirov behsa wan bike, ji ber qedexekirina zimanê wî, asîmîlekirina wî, bi taybetî li Tirkiyê. Divê mirov çanda kurdî ji zindana ku tê de ye, derxîne û wê pêşkêşî raya giştî ya cîhanî bike. Divê em pêşkêşkin bê em kî ne, em çi ne û em dixwazin herin kû derê.
Tu vê yekê çawa dinirxînî, ku di warê çêkirina filman de, ji bilî behmen Qobadî ta niha zêde kesin din bal nekişandine ser filmên xwe?
Heta berî çend salan, li Tirkiyê zimanê kurdî û herweha çêkirina filmekî bi kurdî qedexe bû. Tirkan nehişt ku leystikvan û derhênerên kurd derkevin, ku di warê çanda kurdî de tiştekî ava bikin. Tenê li biyaniyê derfet çêbûn ku mirov vê yekê bike û bi kêmanî hinekî ji çanda kurdî bixe nav xebata xwe. Ez bawer nakim ku hesan be ku mirov niha filmekî xuru kurdî çêke. Gelek Kurd bi tirkî diaxivin û zêde bi kurdî fêm nakin. Pêwîstiya mirovî bi leystikvanan heye û kesên ku li pişt kamîreyê bixebite. Ev di warê ziman de. Lê naverok, huner an jî estetîk tiştin cuda ne. Ez niznaim bê estetîkek kurdî heye yan na. Divê mirov bipirse.
Yilmaz Gûney wekî “bavê sînemaya kurdî” tê binavkirin. Mirov dikare vê yekê bêje?
Ez vê yekê Okê dibînim. Ew li Tirkiyê yekemîn kes bû ku di sînemayê de Kurd pêşkêş kirin. Ji ber zimanê kurdî qedexe bû, filmên wî bi tirkî bûn. Ew yekemîn derhêner bû ku mirovên kurd bi şêweyekî nêzîkî rastiyê anîn ser perdeya sînemayê. Lê ta kîjan radeyê mirov dikare behsa “sînemaya kurdî” bike, ev pirseke din e. Hinek mînak hene, lê bi giştî hîn sînemaya kurdî ciyê xwe negirtiye.
Tu serketina Behmen Qobadî çawa dibînî? Gelo ew ji bi kurdbûna xwe ser ketiye, yan jî bi rastî ew derhênerek jêhatî ye?
Ew Kurd e û ji ber ku ew li Kurdistanê dijî, ew dramaya gelê kurd nas dike. Ew di filmên xwe de behsa vê dramayê dike. Bi taybetî di yekem û sêyem filmên xwe de, ew çîrokan bi şêweyekî rêalîst û rasteqînyane dibêje. Wî ji filmên xwe re estetîkek dîtiye, ku di festîvalên navneteweyî de baş têne hembêzkirin, ji ber rast û mirovane ne. Ji ber ku leystikvanên wî ne pispor in, rasteqîniya filmên wî bêtir dibe. Ev bi xebata wî ya derhêneriyê ve girêdayî ye. Çîrokên wî hesan in û mirovan zeft dikin.
--------------------
Ev hevpeyvîn di PEYAMA KURD (hej. 23, 11.02.2005) de hate weşandin.
|
|
|
|
|
|